Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ew e tawan a kurd! Û siza jî weha ye

 


Dr. Sozdar Mîdî
Wergerndin ji zimanê kurdî: Mihemd Hesko (Birasoz)

Tevî ku em milletekî kevnarin di dîroka Rojhilat a Navîn de, û bapîrên me jî, ji çêkirên pêşengbûn yên ku şarstaniyet li deverê û cîhanê çêkirin e, lê 25 sedsal ji dagîrkirinên  li pey hev, û ne bûna dewlet a kurdî ya serbixwe di dirêjahiya van sedsalan de, hîşt ku xwedî hizir û baweriyên êrîşberên derdora me, bi nirînek e cuda  û bi çavekî biçûk sêrî me bikin, Li ba dagîrkeran:


Kurd ew e yê ku çok ji wan re daniye û xwefiroş e? belê.
Kurd ew e yê ku niştiman û samênên xwe yên niştimanî, ji wan re hîştî ye? belê.
Kurd ew e yê ku di hikumet û rêvebiriyên wan de çete ye? belê.
Kurd ew e yê ku ji bo pirojeyên wan ên  îrîşberî şervan e? belê.
Kurd ew e yê ku di Hotêl û xaringehên wan de berdest û malevanê solên wan e? belê.
Kurd ew e yê ku komê wan dayê serê xwe, û bê sênciya wan pîroz dike, û karên xirap û hovane yên wan rind û ciwan dike? belê.
Kurd ew e yê ku xwe ji nasname û çand û ziman û bihayên xwe gurandî ye, û ji  kesayetiya xwe jî reviya ye? belê.
Kurd ew e yê ku, ji hundir û derve jî, hatiye wêrankirin, û bo  farisbûn-erebûn û tirkbûnê hatiye guhertin? belê.
Kurd ew yê winda ye, yan gêj e, yan xwefiroş e, yan şikestî û reviya ye, yan pîlandarêj e, yan sîxur e? belê.
   Kurd di hemû van rewşan de, li cem xwedan hêzrên dagerkerî baş û rind e, û li cem wan kurdê mîrî, ew kurdê  nimûne yê, û ew marke ya di bazarên dagîrkeriyê de xwestin li ser heye, û her ew amaden e hin caran destê xwe li  pêşt a wî  xînin û jêr e bêjin aferîn, û hin caran pesnên derewîn jê re bikin, û parî yên ku her ji Kurdistanê talan kirin e bavêjin pêşî ya wan.
  Lê ku Kurd resen be, û serfirazî yê bi kultur û dîroka xwe bike,û di helwestên xwe yên neteweyî de tund be, û bihayên hêja yên ku navgiranên me berceste kirin e bi şopîn e, û bi rizgarkirin a Kurdistanê pêbend be, û li ser mafê kurd di samanên xwe de rijd be, çokdanîn û jêr e hîştinê erê neke, û ji bo berevanîkirin li romet a milletê xwe rahiştî be çekê, ev e kurdê ku ew napejrîn in, û ne tenê napejrîn in lê belê ew e kurd ê tawankar  û divê bê sizakirin.
   Gelê me! Tawan jî ew e, ragihadin a birêz Mes,ûd Barazanî a derbarê mafê kurd di serxwebûn de ye, û çok nedanîn ji rijîma farisê ku hatî erebkirin a desthilatdar li Bexdayê ye.
  Û siza jî ew e, îrîşên hovên xwînrij, biser devera Şengalê û tevahiya  Başûrê Kurdistanê de ye.
   Daxwaz jî ew e, sizakirin a  birêz Mes,ûd Barzanî ye, jiber ku ramankir ku Kurdistanê rizgar bike.
Û her kurdek biwêr e daxwaz a avakirina dewlet a kurdî bike, wê weha bê sizakirin.
Erê xwîşk û birano! Ew e tawan a kurd, û siza jî weha ye!
Û çidibe bila bib e, divê Kurdistan rizgar bib e!
14-8-2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark