Kasî yûsiv
Di herêmeke ne gelkî dûr ji
me ,mirovek hebû dolemendbû ,û gelekî hij xwe kirîbû;tûlekî wî hebû, pir
jê hez dikir,rojekê ew seyê wî mir,rabû çû mala melle yê gundê xwe ,ka tarika
xwe,û jêre got :seyda dema te xweþbê,seyda lê vegerand wey
elykumusslam we rehmetullahî we berekatuhu,emir bike ezbenî,yê dolemend jêre
got: é bi xwedê seyda kûçikekî minî pur ezîz û xoþewîst hebû
lê ji vê dinyayê
barkir,û min soz dabû gava bimrê ezê bi wesîtiya wî bikim,û piþtî wî ezîzî xatir xwest û çû ser oxira xwe,min wesîtiya wî
xwend,têde danîbû divim ku mîna mirovan werim þûþtin û kefenkirin û dûvre veþartin.
Dema melle ev peyv
bihîst pir nefret bû û bi hiþkî lê vegerand :yan ti dînî yanjî nezanî,nizanim çi
bêjim te ,keko ev tûleye ,tûle nicise,û herame ez destê xwe bidim wî,here wî
bibe piþta vî gelyê ha kelaþê wî bavêje wêderê heta kêzik û kurmik laþê wî bixwin,mane seye bavo,û her mûkî wî çil rojî me bêlimêj
dike ger bighê laþê me Dema xwedyê se ev
gotin bihîst ji mela, serê xwe hejand û liê mela vegerand :seyda lê te ne hiþt ez wesîtiya wî bi dawî bikim,kûçikê min gelekî þehrezabû,ew di dawiya wesîtiya xwede dibêjê :yê ku min biþo û mi veþêrê nîv kîlo zêr beramberî vî karê
wî divê bidim wî kesî.
mela ev gotin bihîst,û
pêre pêre guhertin kete asta dengê wî,û jêre bi lez got:te got rehmetî navê wî çibû?