Adarê! Dêmê Qamiþlo Di pencereyan re xuya dike Di nav lihevketina pêlan de bi ser me de dibare Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de þil dibe, Bêrîkirin jê di fûre..
Û wiha jî Bajarê Qamiþlo ketiye dilê me de û jê dernakev e! Hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..! Ew bajar e; Yê ku me hezê kiriye; Sînga wî, ji kul û xem, kêf û þahiya me re vekiriye û firehe.. Bajarê ku em di tax û cadeyên wî de mezin û belav bûne.. Bav û kalên me di destpêka çerxê bîstan de; Bi hêla destên xwe bingehê wî danîne, Govend û dîlan li hawîrdora wî gerandine.. Erê adarê! Îro dêmê Qamiþlo di sikak û kolanan de digirî..!