Mihemed Hesko (birasoz)
Tu kirin çêrgeha xwînmijan
Em bûn nêçîra hov û dizan
Agirê dojeha bê bextiyê barî
Bihuþt li me bû dojehistan
Du salin bi qîrîn û hawarî
Kesî xwe neda ber vî barî
Neyartiya bi kirasê biratiyê
Dijminên bavan anîn vî warî
Bi banga welato, bê war man
Ji ber hizra reþ man bê derman
Em radestî bêjiyan kirin
Bi hoke hokan, dan niþtiman
Dema xwefiroþ bibin rêber
Navnû jî bibin xwedî tewer
Welate bikeve bazara bêbavan
Xinizan jî dikin kurdperwer
Duþem, 20.01.2020. Almanya