Dr.Phil.Ebdilmecîd ÞêxoPîremêrd nasnavê helbestvanê nasdar Pîremêrd e,navê wî ya rast Tewfîq e,ew lawê Mehemud Axa,kurê Hemze Axa ye û di sala (1867 )an de li Sulêmaniyê ji dayik bûye. Pîremêrd zarokatiya xwe li bajarê Sulêmaniyê têper dike,ew di temenê (6-7) saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û ew di kurtedemekê de wê kuta dike,di piþt re ew li dibistanên Kurdistanê dixwîne û ew dibe pêþnimêjê mizgefta Hemze Axa.
Helbestvanê me dibe Feqîh jî û di wê demê de jî li gelek bajar û
dibistanên Kurdistanê geriyaye û ewî li wan dibistanan jî helbestên
helbestvanên navdar mîna Hacî Qadirê Koyî,Nalî,Þêx Riza Talbanî û
Mewlewî dixwandin û xwendina helbestên wan pir bandor li hest û derûna
wî dikirin û bi vî rengî ew jî dibe henlbestvanekî nayabdar û navdar. Lê
pîremêrd ji bilî zimanê Kurdî hîn zimanên Erebî û Farisî jî
zanîbûn,lewra jî ew hin caran bi van herdu zimanên biyanî jî helbestên
xwe dirêstin. Pîremêrd di navbera salên (1882 û 1898) an de li nik
dewletê dibe karmend,ew li Sulêmaniyê dibe nivîsevanê nasnamegehê û paþê
ew li dadgeha bajêr dibe sernivîsevanê dadgerînê û di sala (1895) an
de jî ew li bajarê Kerbela dibe cîgerê dadgerê berpirsiyar. Pîremêrd
di sala (1898) an de li gel Þêx Se-îd bavê Þêx Mehmud diçe Turkiyê û ew
ji wir jî bi hev re serdana Hecê dikin û paþê ew herdu jî vedigerin
Sulêmaniyê,lê Pîremêrd dîsan li gel Þêx Ehmedê Xaniqînî û helbestavan
Wefayî di sala (1891) ê de vedigere Turkiyê û ew li Stembolê dijî. Piþtî
demekê;(Encûmena Osmanî)agahdar dibe ku Pîremêrd bi zimanê Farisî jî
baþ zane,ew wî dike endamê (Encûmena Bilind ) û nasnava (Begitiyê) jî
dide Pîremêrd û ew dibe Pîremêrd Beg.Di piþt re ew di zanîngeha
Stembolê,beþê yasanasiyê de dixwîne û wê kuta dike, ew li Stembolê jî
dibe parêzer,lê ew di vê navberê de jî bi keçek Turk (Samiye Xanim) re
þû dike (dizewice). Di sala (1908) an de hin ronakbîrên Kurd bi
seroketiyê Seyid Ebdilqadir komelek bi navê (komeleya Alîkarî û
Pêþketina Kurd)li Stembolê damezrandin û vê komelê rojnama (Kurd)li
Stembolê weþand û Pîremêrd bi navê Tewfîq Sulêmanî dibe xwedî û
berpirsiyarê vê rojnamê û ew herdem jî helbestên xwe di wir de jî
diweþîne. Pîremrd jî mîna pir ristvanên Kurd û cîhanê helbestên
curbecur nivisîne;welatparêzî,civakî,evînî,li ser sûrûþtê û jinên Kurd û
H.W.D.Lê ewî di ber nivîsandina helbestan re,hin çîrok jî nivisîne. Helbestvan
di temenê (83) salyê,sala (1950) î de bi nexwaþiyên þêkir û gurçikan bi
terma xwe tenê ji nav gelê xwe li Sulêmaniyê barkir,lê hestên wî wek
gelek nemiran di nav gelê xwe de hîn jîndar û zindî ne û ew mîna
Newrozê namrin û ew di dilên miletan de dijîn. Helbesta wî ya ku
di Buharê,sala (1948 )an de bi navnîþana (Newroz) nivisiye,di nav gelê
Kurd de pir navdar û nirxbuha ye,ewa bûye sirûdek netewî û di cejna
Newrozê de li seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt bi awazek
ciwan, mîna sirûda netewî (Ey Reqîb) tête xwendin. Newroz Ev roja sala teze ye,Newroz hatiye Cejna kevne Kurda bi xweþî hatiye Çend sale gula hêviya me best bû,heta par Her xwînê lawan bûye gulê ala Nûbûhar Ew renge sor bûye li asoyê bilindî Kurd Newroz bû agirekî weha xiste nav ceger Lawan bi eþq diçûn pêþberî mirin Xwîna þehîd e,rengê þefeq þewq vedaye Heta niha li tarîxa miletan de rû nedaye Ew namrin ,vaye ew li dilê milet de dijîn. Bi
rastî em li jor wek hûn jî dibînin ku ev tîpguhastin û werger,ciwanî û
sazê helbestê hinda kirine,lewra jî em dixwazin vê helbestê carek din bi
tîpên latînî û bê wergerandina wateyan binivisînin. Em rojî salî taze ye Newroz hatewe Çejnêkî konî Kurd e be xwaþî û be hatewe Çend sale gulî hêwayî ême pêbest bû taku par Her xwînî lawikan bo gulî alî new Buhar Ew renge sore bû, ke le asoyî bilindî Kurd Mijdeyî beyanî bo gelî dor û nêzîk ne bird Newroz bo agirekî wehaye xiste cergewe Lawan be eþq eçûn, be berewe pîrî mergewe Ewa rojhelat,le bedenî berzî welatewe Xwînî þehîde rengî þefeq þewq edatewe Ta êste royî nedawe le tarîxî mîleta Qelxanî gule sîngî keçan bê le helmeta Pê nawî bo þehîdî weten þêwen û girîn Namrin ewana wa,le dilî mîleta ejîn. Pîremêrd
li jor dibêje:Vaye cejna Newrozê di vê salê de jî hat cem me,ew cejna
gelê Kurd ya gelek kevnar û dêrînî ye,ew bi xweþî tête cem me,em jî wê
bi dilgermî pêþwazî dikin.Ey gelê Kurd ! Ev çend salên ku gula hêviyên me
ta sala derbazbûyî ne piþkivîbû û ji xwînên lawên Kurdan golên xwînê
ji bo azadiyê çê bûbûnn ,lê niha binêrin Buharek nûh ji bo gelê me
hatiye, ev
xwîna sor ji bo serbestiya miletê Kurd hatiye herikandin,ewa niha
asoyek bilind û bala ji miletê me re ava dike,lê gava ku Newroz dibe,tu
dibêjî qey tu êgir berdidî nav cegerên dijminên Kurdan,lê keç û lawên me
jî pir bi evînî ji bo azadiyê ber mirinê diçûn û xwîna pakrewanên me
mîna rengê berbangê bûye û ta roja îro jî ev diyardeya di dîroka miletan
de hîn nebûye. Erê,Pîremêrd Hecî û oldar bû,lê ew ne kevneperst û
asoteng bû,ew xemxwarê rewþa keç û jinên Kurd bû jî,derd û êþa jinên
Kurd baþ naskiribû,lewra ewî mîna her helbestvanekî dêmokrat û pêþverû
bang li keçên Kurdan dikir û riya serbestiyê û wekheviya jin û mêran ji
wan re dida diyarkirin û digot:Ey keçên Kurdan!Divê hûn jî li dibistanan
bixwînin,hûn jî dermanê nexweþiyên miletê me ne,lê ne tenê weha,hûn
xeml û ronakên gulistan û jiyanê ne jî.Em niha têgihane ku dayika qenc
divê xwendekar be,ewa kane mafê xwe bi xwe bistîne û bi mêran re jî di
jiyanê de bibe hevpar û ew kane baþ jî zarokên xwe perwerde bike . Ey keçino werin mektebê ! Ey keçino werin mektebê Hûn teskînê miletê me ne Zîneta bax û tereqîn e Rewneqa destegul in Teze em têgihîþtin Dayika qenc xwendekar Mesla xwe tîne meydan Jin þerîka jîna mêr e Nek û tenê xerîka bar dar e Terbiyeta mêjikî mindal e. ……..) Lê
helbesvanê me li ser evîna xwe jî bi zelalî û helwesta dîlbera xwe jî
ya neyînî jî di van malikên jêrîn de dihûne û ew dinivîse:
Wa min dizanî Wa min dizanî ku min dil dabû te Dilê te jî ji bo min dibe sifte Çi bikim dilê þêt ez rastî te kirim Bi sewada bê sûdî ez ji navê birim Tu jî têgihîþtî dil wa dijmin e Lê rohê min kirina te boþ e Li têkelî de her rastî xweþ e Tiþtê sextet be ,wê zû derkeve Vê cewr û zorê ,xêr çî ye bo te? Çi dibe rojekê ,eger tu ya min bî Dest neweþînî û katijmêrekê hêmin bî. ? Tîpguhastin:Prof.Qanatê Kurdo Helbestvan
bi gelemperî li jor gilûgazinan ji dilbera xwe dike û bi wê re
dibêje:Min dilê xwe daye te û ez ji te hez dikim,min digot,belkî tu jî
ji min hez dikî û te jî dilê xwe daye min,lê xûya ye,tu ji min hez
nakî,lê ez çi bikim, dilê min þêt û dîn e û ewî ez berve te anîme,lê
tu ji min têgihîþtî ku dil ne dost e,ew dijmin e? Erê,divê tu
bizanibî,eger peyvek ne ji dil de be,ewa zû aþkere dibe. Dîlbera
min!Xanima min!Çima tu vê setem û zorê li min dikî?Ewa çi qenciyê ji te
re tîne,yanê eger tu rojekê ji min hez bikî û bi dilgermî û bi hêminî
katijmêrekê li cem min bî,yanê wê çi bibe!!??
xxxxxxxxxxxx
|