Giryan Seyro Heya wek vê gavê hîn li ser danasîna têgeha Rewþenbîr nehatiya lihevkirin, ango þirovekirina vê têgehê hîn di hewildanan de ye, lê wilo jî hemiyan tekez kiriye ku Rewþenbîr ew e, yê ku pêþengiya civakê dike, û herweha ew e, yê ku êþ û nexweþiyên civaka xwe tîne holê û di heman demê de bi berpirsiyarî û bi hurmet çareseriyan jî pêþkêþ dike, lê pirs ew e, gelo di nav Kurdan de ev Rewþenbî hene yan na ?
Ji destpêka þerê Sûriyê ve gelek tevlîhevî û gêre çêbû, ne tenê di
warê siyasî de lê belê di warê civakî û rewþenbîrî de jî. Ku êdî herkes
dikare bibe hertiþt, kî bixwaze bibe çi dikare bi hesanî bibe, nemaze
gelek kesên ku qaþo xwe dikine Rewþenbîr, ku rewþenbîrî kirine sîwan û
tevahiya kîn û zikreþiya xwe di bin siya wê sîwanê de vala kirine .
Qado
Þêrîn yek ji wan kesan e, ku bi hênceta rexneyan gelek zêdegaviyan li
xebatkar û berketiyên doza Kurd dike, gelek peyvên xerab, gotinên ne di
rê de, sixêf û xeberan dike, gelek caran bê hurmetiyê jî dike, ew çanda
ku wî sipartî xwe tenê birek kesên wek wî hene, helbet ew wan nas dike
bê ka kî ne, wê çandê bikar tînin. Ez fêm nakim bi rastî, nizanim kî jê
xwestiye ku pozê xwe têxe tiþtekî de û jê nehatiya xwestin. Berya medekê
kesekî bi navê Inayet Dîko, ku hevalê Qado Þêrîn e, gelek derew xistin
sukra sikreterê partiya me de birêz Mihyedîn Þêx Alî, wî bi vê yekê
derfet da kesên wek xwe ku xeber û sixêfan bikin birêz Þêx Alî, hevalê
me jî, Selah Elemdarî, Endamê Komîta Siyasî bersiva wî bi gotarekê li
ser rûpela xwe ya FB, bi þêweyekî xweþik û bi peyivine di cih de, da,
Qado Jî hat û xwe tevlî kir, û ji ber ku Qado carê hevalê vê partiyê bû û
piþtre hate bi dûr xistin ji refên partiyê -ez sedemê nizanim- wî jî
keysa xwe li vê yekê anî û kîna xwe carek din vala kir-di gotarekê de li
ser malpera Welatê Me- ta ku wî hevalên vê partiyê wek mirîd û kole jî
bi nav kirin, ez ji Qado dipirsim :
1-Gelo çêdibe mirovekî ku xwe
dibîne rewþenbîr tevahiya endamên partiyeke Kurdî kole bibîne tenê
çimkû ew partî ne li gor mejî û ramanê wî be ?
2-Gelo heger kîna min ya kesan e bi endamekî yan sikreterê partiyekê re hebe, ez wê partiyê tevî xayin bibînim ?
3-Gelo
heger ew partî û sikreterê wê hêzên Kurdan YPG û YPJ bi hurmet wek
destkeftinek Kurdî dibînin, ez wê partiyê bikim xayin û bibînim mirîd û
sixte ji PKK ê re ?
4-Heger Qado PKK bibîne ne Kurd û xayin û
dijmina gelê Kurd, di pîvan û baweriyên wî de, dêmek PDK û YNK jî xayin
in, ji ber ku têkiliya partiyên din yên Kurdî li Sûriyê bi wan re hene ?
Di
dawiyê de, bi dengek bilind û bi singek fereh ez dibêjim, heger Qado
dixwaze rexneya partiyê yan sikreterê wê bike, ez û hevalên xwe em ê
rexne û têbînên wî deynin ser serê xwe û em ê wan rexneyan di weþanên
xwe yên fermî de jî belav bikin, û heger belge di destê wî de hene ku em
mirîd û kole ne, yan em xayin û dozfiroþ in bila kerem bike wan pêþkêþ
bike, yan jî na, bila kîna xwe nema biweþîne û nema bila fitnê û
durûtiyan bike, û heger em mirîd bin, em mirîdê miletê xwe ne, heger em
kole bin, em koleyê doza xwe ne, heger em bigrîn, em ê li ser Efrîn,
Girê Sipî û Serê Kaniyê bigrîn. Partiyeke ku temenê wê zêdeyî 25 salan
be û xwediya ewqas pakrewan û xebatkar û berketî be, wê bi gotarekê ji
kesekî ku ev 20 salên wî ne ji welatê xwe reviyayî û li mala xwe ya xweþ
paldayî neyê pûçkirin û tunekirin, û ez berevaniya birêz Þêx Alî nakim,
Qado wî baþ nas dike û baþ dizane bê ew û partiya wî kî ne !!!
|