Brahîm MehmûdDibêjin mêre ew çiku nêre
Bi rojê roviye bi þêvê çi þêre
Adem li jore Hewwa li jêre
Xwedê jî pêre ayin jî pêre
Yasa jî pêre û maf jî pêre
Ma çi ne pêr re çi ma ji jinê re?
Rastî ya wiye ji xwere dihêre
Gotin ya wiye ji xwere didêre
Xweþî ji wîre reþî ji wê re
Ew jêr seriye ew sûnde jêre
Ew lê dinêre bi wî dinêre
Geh dar û geh bi tunde kêre
Ew jê bi tirse wate newêre
Mêrik zilame bi xêr û bêre
Ew jê re peyve nedeng ji wêre
Ew bextewere wî hilbijêre
Çi bêje xêre ku rast be xêre
Ku xwar be xêre ku çewt be xêre
Ku virbe be xêre ku hiþk be xêre
Ew çiku nêre nav dibe mêre
Jiyan bi xwe ye bi nav dilêre
Ev mêye zîve ew nêre zêre
Diya lawike bijî ji wêre
Diya qîzêye çi þerme pêre
Çi navê heye bi wî bi kêre
Ew nêre nêre berxê þigêre
Paþî berane navek sipêre
Tiþtekî kevne ne duh ne pêre
Jin bi gûmane ne bar bihêre
Mêr canpulate bi hiþ jî têre
Wek ser hatiye gotin bi dêre
Mêr paqijiye jin her qilêre
Jin ku bi demêre bi ro û þevêre
Ku çêdibe ne xêre bi nav dibe ne xêre
Ku dikene ne xêre ger digirî ne xêre
Ger deng dike ne xêre an derkeve ne xêre
An geþdibe ne xêre lê dimire xweþ xêre
Mêr bi demêre Mêr ji demêre
Ev çi mejiye eve kwînêre
Ne tu bawere tevîxwe gêre
===
Têbîn:
Ev
nivîsiya ku bi navê helbestê diyar dibe, rewþeke wê ya taybet heye, ku
hêlaye bi vê þweyê belav bibe, ew e ku min bi navê hevala rêka jiyana
min ya hevbeþ nivîsandiye, û min jêre xwendiye , û hinek gotin ji min re
srrastkirine, lewra ez vê nivîsiyê diyarî wê û çi jinên li cîhana me
ya biçûk û mezin dikim , û navarok hest û helwestên min bi xwe ne.