Mizgîn HeskoBê guman, rojnameya Kurdistan û di warê weşangeriya kurdî de pêpelûka yekemîn bû û di warê ragihandin û belavkirina modernîzim û nûjen de ew gaveke pîroz û wêrek bû
Belê û bi hişmendî mirov dikare wê û di warê nivîskî de ezmûna herî balkêş binirixîne, lew berî wî çaxî jî û ji mêj ve netewa kurd xwedan berhem û pirtûk bû, mîna dîwana Cezîrî û Mem û Zîna Seydayê Xanî û pirrên din, lê û li şûna ku ew li ser xaka xwe a dîrokî ji dayik bibe, li sorgûn û biyanistanê hate jiyanê û ji xwe sedemên ev ê diyardeyê zelal in.
Rojnameya Kurdistan,di roja 22 ê Avrêla ( Nîsana ) 1898- an de
li Qahîrayê ronahî dît. Xwedanê wê Mîr miqdad Midehet Bedirxan bû.
Hîn
di hejmara yekem de, ku ew bi tevahî bi tîpên kurdî ( Aramî ) hatibû
nivîsîn, mîr anîbû zimên ku dê rojnameya Kurdistan Her 15. rojan carekê
bête weşan û belavkirin û dê ew ê hewil bide ku her car du hezar
kopiyên wê bê beramber bigihîne Kurditanê. Ango hayê mîr ji rewşa aborî
a kurdan hebû û ew î dixwest ku pirr kes jê mifadar bin û jê bêparr
nemînin. Herwiha mîr xwestibû ji kurdan ku herkesê ku kaxezekê rêke
Rojnameyê divê wê rêkê Misirê ser navê xwediyê cerîdê ( wiha hatibû
nivîsîn ) lawê Bedirxan Paşa .
Belê û di vê gotarê de, em ê hewil bidin ku li ser hejmara yekem rawestin û hin ji xalên sereke ên tê de bînin qada vegotinê.
Hêjayî
gotinê ye ku hejmara yekem ji rojnameya Kurdistan bi tenê ji yek gotara
dirêj pêkhatibû û bi Pênûsa mîrê kurd Miqdad Midehet Bedirxan bixwe
hatibû nivîsîn û di dawiya wê de Çapxana ku Kurdistan lê dihat çapkirin (
Hîlal ) hatibû diyarkirin.
Balkêş e ku Mîr û hîna wê demê hişiyar û
berketî bû û dixwest ku bala kurdan bîne ser qencî û başiyên xwendin û
zanistê û şêweyê avakirin û parastina nirxên pîroz.
Belê û di
destpêka gotarê de mîr bi navê Xwedan destpêkiribû û li vir divê em
bizanibin ku pirr ji klasîkên me jî ji xwe wiha dest pê dikirin û
berztirîn mînak Ehmedê Xanî ye û şahesera Mem û Zîn e û Xanî di destpêkê
de dibêje:
/Sernamê name namê Ellah
Bê namê wî net mame wellah /
Belê
mîr bi navê Xwedanê mihrevan û dilovan destpê dike û êdî spasiya Xwedan
dike ku ew xelq kirin ( afirandin ) û zanîn û ilm û merîfat daye wan û
mîr êdî amaje bi wê yekê dike ku pirr ayet ( qewlên Xwedan ) û pirr
Hedîs hene ( qewlên Pêxmber ) girîngiyê didin zanîn û xwendinê.
Ango
mîr dixwest ku li gor hişê pirraniya civaka kurdî û bîr û baweriya wan
pê de biçe, da ku bikaribe rojnameya Kurdistan û pêdiviya xwendinê bi
wan bide pejirandin.
Mîr bi xemgînî dibêje ku Heyfa wî tê ku her çendîn kurd jîr û zana ne jî lê dîsan jî ne xwende ne û ne dewlet in.
Mîr
tîne zimên ku ew ê hewil bide ku ji cîhanê bigiştî agahiyan bide ser
hev û bi rêya rojnameyê bigihîne milletê kurd. Bi wateya ku wî dixwest
ku kurd ji tevgera cîhanê ne bê agahî û Informatisyon bin.
Mîr û
di yekemîn gotar de, êdî balê dikişîne ser mektebeya Stanbolê ( Mekteba
Eşîran ) ku ew ji bilî zarokên navdar û dewlemendan qebûl nake (
napejirîne ). Ji lewra ji Şamê, ji Bexdayê, ji êla Şemmer û Enizê tev
zarokên xwe û ji bo xwendin û zanînê rêdikin Stanbolê . Ji lewra ew ji
axa û mîrê kurdan dixwaze ku ew jî vê yekê bikin, hem zarokên xwe rêkim
Stanbolê û hem jî dest bi avakirina dibistanan li gunên xwe bikin.
Mîr
şerê Çîn û Yabanê jî tînê meydana nivîsîna xwe û dibêje ku her çendîn
Çîn Xwedan hêzeke leşkerî mezin bû jî, lê dîsan Yabaniyên hindik, lê
xwende Zora wan biribûn ji ber ku pirraniya Çîniyan cahil û nexwende
bûn û nizanîbûn çekên modern wekî Yabanê bikar bînin û ev ji incama
nebûna zanîn û zanistê tê!
Mîrî rojnamegeriya kurdî û xwediyê
rojnameya Kurdistan her di heman Babeta xwe a sereke de dimîne . Ango
xwendin û zanist û gazinan ji kurdan dike ku êdî li Qahîrê, li zankoyan
kêm, herî kêm zarokên kurd ên xwende hene. Mîr êdî Misirê û pêşketina wê
tîne zimên, ku Misirî tev bi saya xwendinê jîr û zana bûne, ku di nav
wan Misiriyan de hinên ku top û tifingan çêdikin hene û hin bi avakirina
xaniyên bilind û pêncî qat ve mijûl in.
Ew tîne zimên ku dema
kurdên li Misirê bihîstin ku ew, ango ( mîr Miqdad ) gihiştî ye
Qahîrê, pirraniya wan hatin û serdana wî kirine, lê cihê mixabiniya mîr e
ku ew ( Kurdên Misirê ) bitenê di warê dergevanî û xulamtiyê de
dixebitin, ango mîr ev ê diyardeyê li bêhişiyê û li nebûna xwendinê
vedigerîne.
Di parçeyekî dîtir de , êdî mîr mijara êla xwe tîne
zimên ku dibêje ku ew ji Botanê ye ji êla Ezîzan e û ji neslê Xalid bin
Alwelîd e. Eya û ta kîjan radeyê mîrê Botanê û Bedirxanî ji neviyên
Xalid bin Alwelîd in!? Em bixwe jî nikarin bersiva vê yekê bidin. Tekez
mijareke wiha hêjayî lêkolîneke zanistî ye û bi dîtina me ev xal gereke
hin civak û dîroknas wê rave bikin!?
Bi herhalî mîr belavkirina
Rojnameya Kurdistanê wekû erkeke pîroz dinirixîne û dibêje ku ew pirr
pere serf dike û zehmetiyê dikişîne û meqseda wî qenciya Kurdan e.
Mîr
careke din ji mîr û axayên kurdan dixwaze ku ew zarokên xwe bidin
xwendin û bişînin şarê mezin da ku tezeyên bilind werbigirin û li xaka
xwe vegerin û ji bo xêr û bêra kurdan bixebitin.
Di beşeke din de,
mîr tîne zimên ku wê demê Sûdan û Misir şer dikirin, lê Misrî herî
biserkeftî bûn ji ber ku bi çekên baş dizanîbû û ji ber ku xwende bûn.
Bi
dîtina me mîr û hîna ji gotara sereke herî zêde hewil dida ku berê
kurdan bide xwendin û zanînê, ji xwe me ev li jor jî anîbû zimên, lê ev
şêweya ku mîr bikar tîne û nemûneyan li ber çavan radixîne, bi tenê yek
wateya xwe heye, ku mîr dixwaze ku êdî civaka kurdî a paşvemayî serwext û
hişiyar bike.
Wiha û di heman babetê de mîr berdewam dimîne û
berdewam dibêje û dixwaze ku mîr û axayên kurdan di derheqa kurdan de çi
bête bîra wan bila ew binivîsînin û jê re rêkine Misirê.
Belê û ji xwendina me ji vê hejmarê re em dikarin bigihêjin hin incamên zelal:
-
Binavkirina navê rojnameyê bixwe ( Kurdistan ) û di dema
desthilatdariya Osmaniyan de gaveke wêrek û bihêz bû berbi hebûna netewî
û doza milletê kurdî ve.
Gotar û hejmara yekem ku xuro bi tîpên
kurdiya aramî bû, yek wateya xwe heye ku mîr dixwest giringiyê bide
ziman û nivîsîna bi kurdî.
Tekezkirina hebûna rojnamegeriya kurdî.
Rojname wekû ronahî, Handan û geşepêdana ramana xwendin û zanistê.
Bikaranîn
û xebitandina mijarên olî ( qewlên Xwedê, hedîsên Pêxmeber ) ji bo
gihandina nameya ronakbîrî û em dizanin ku wan dem û dewranan rola ol
li ba kurdan pirr diyar bû.
Rola zanistê di şer û cengan de û çawa xwendin û zanabûn rexê mêzîna şerî diguherîne .
Rola zanistê di hişyarkirina Millet û netewan de.
Rola
Mem û Zîn û bilindgoya netewî a Seydayê Ehmedê Xanî û xebitandina
beytan ji bo tekezkirina hin ji mijar û xalên sereke û hîn jî û ta vê
gavê jixwe em tev jî wiha dikin û vedgerin beytên Xanî ku bikêmanî
temenê Mem û Zînê/ 333 / Sal in.
Mîr dixwest ku çawa mabe serkêşiya kurdan bike .