Konê Reş Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir.. Şaristanî nedêtibû.. Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst.. Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas dikir.. Nûçeyên gundiyan ji hev re digotin; kî ji Serxetê hatiye mêvanê kê, kî çûya Qamişlokê.. teqîna şevê din li ser sînor, di nav qaçaxçiyan û cendermeyên tirko de kî hatiye kuştin û kî birîndar bûye.. Her yekî li gor ku ji mala xwe dibihîst digot.. Li ber wan dîwaran bi listik û yariyên zaroktiyê dilîstin û gelek caran qerf li hev dikirin û şert davêtin ber hev wek; Şiva ter li guher, çi ye? An Tenûra himhimî tije nanê genimî, çi ye?
Di çinîna dexlan de av ji palevaniya re dibir nav zeviyan û hin
caran bi wan re qeflên sap di pey çinîna palevaniyan re didan hev û
dikirin gidîş.. Di gêreya wî sapî de li ser bênderê, li cencerê siwar
dibû.. Bi kerê an erebeya qantiran diçû nav mixtiyan, xurcika kera xwe
an embara erebeyê tije talik, şebeş, ecûr û şimamok dikir û dizîvirî
malê.. Bihara, gelek caran piştî ku Şivan pez tanî malê, pez derdixist
şevînê..
Pirê caran, zilamên gund li ber siya dîwaran li qelavîzka
rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe
çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyên bi ser
serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn.. Zarok li dor wan diçûn û
dihatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî dikirin û wek ku
dixwestin pêk tanî.. Di nav re zarokan li axaftinên wan guhdarî dikir..
Gelek caran axaftina wan li dor fermana fila bû.. çîrokên fermana fila
ji hev re digotin.. Ji ber ku pîrka wî Sara (Osena Nirsîsyan), (Diya
bavê wî), yek ji ermeniya fermanê bû, wî bi mereq û guhmiçî li axaftinên
wan guhdarî dikir..
Gelek caran wan zilaman ji aş û bajar ve qal û
behsa fermana Ermenî û Fila dikir.. Hina ji wan digot; sala fermanê
dema ku cendirmeyên tirko qeflek fileyên ku ji derdora Nisêbînê tanîn
Besta Xerabkortê û Çûva, ji kal û mêr, pîr û jin û zarokan pêk dihatin..
Berî ku cendirmeyên tirka wan bikujin..! Xelk diketin pêşiya wan qeflan
de, yê ku keçek, jinek an zarokek ji qeflê xelas bikir û di mala xwe de
veşart.. Dilê gawiran bi wan dişewitî..