Boniye-Suad CegerxwînKurtenameyek ji bavê min re
Bavê minî rêzdar û dilovan
Ev e 37 salin ku te ji nav me barkiriye. Ji me bi dûr ketiye.
37 sal dengê te ne hatiye guhê min û te bang li min nekiriye , te negotiye (Beniya min) ka were.
bawerke bavo
hîna bêhn û gulava axaftinên te di nava hestên min de dîlaneke bê hempa dikin .
Hîna
tîrêjên ronahiya çavên te di hembêza çavên min de cî digrin,
têdanê bi min didin ku ez bi hêviyan re bijîm û bawer bikim ku hîna wê
rojên xweþ bên!
Belê ew min handan dikin ku ez rêça te qet bernedim û bi heman coþ berdewam bikm .
Ev
e 37 sal derbasbûne û hîn a ez wek zarokeke þîrmij ku li sînga diya
xwe digere , li hembêza te digerim da ez di germiya hestên te de bi
aramî û bi asa xwe vehesînim û azariyên xwe li ser sînga te vala bikim
Belê bavo îro bêhtir ji hemû rojan ez li te digerim
Bi coþ bêrya te dikim
Dixwazim te bibînin
Weke berê rasên xwe tevî ji te re bêjim da tu þîretan li min bikî.
Çiqas ew roj xweþ bûn, min xwe li te delalî dikir , min xwe dixeyidand ,
Min dixwest bala te bikþînim da tu gazî min bikî , min hembêz bikî , min razî bikî
Ez ji te qet têr nebûme Bavê delal
Ev e 37 salin ku ronahî ji
malên
me vemiriye, xweþî û þahî ji me bi dûr çûne û hîna ez li bende te me kû
tê jiyana me bi ronî bikî û þahiyê li dilê me vegerênî.
Belê bavo
hîna ez li bende te me ku tê wan xêzên ku te bi xwîna xwe nivîsandibûn
berhev bikî da tu sermiyanê me dewlemendtir bikî û
Tabloyên nû ji hestên xwe ji wêjeya kurdî re eragîþ bikî û bi serfirazî pêþkêþî gelê Kurd bikî.
Belê, ewqas sal derbasbûne û hîna bobelatên mezin bi ser gelê me de tên û tên û li her derî rûdidin.
Hîna rewþa Kurdistana me weke berê ye û dijwartir e jî
Nakokiyên nav gelê me de bêhtir bûne
Her roj bûyerên ne xweþ li aliyekî welatê me çê dibin.
Tu zanî bavo hîna Efrîn a me ya delal birîndar e di nav pencên gurê har de dinal e
Hîna Serê Kaniyê û Girê Sipî di nav lepên dijmin de dinalin û kes bi hana wan jî nayê!
Ez çi ji te re bêjim bavê delal
Gelek bûyer çêbûn e lê bi rastî ez naxwazim ji te re tevan bêjim!
Ez naxwazim dilê te bêhtir biêþînim
Berjewendiya dewletên mezin ne bi me re ye , em mane bi tena xwe
Nizanin wê dawiya me çi be!
Belê bavo sal derbas dibin û hîna rêxistin û saziyên me weke xwe ne û rewþa wan xerabtir dibe.
Yekîtî ne ma ji kesî re armanc e.
Her kes dibêje:ji cem min destpêdike.
Bi rastî rewþa me gelekî ne xweþ e.
Tu zanî ku hîna helbesta kurdî jî sêwî û winda ye , bê sazî û bê ware.
Belê bavo divê ez vê yekê ji te re bi rastî bêjim û eþkere bikim
Bendewariya me jî pir dirêj kiriye!
Belê 37 sal li ser çûna te derbasbûne û hîn a ez dibêjim tê li me vegerî!
Xuyaye ku ez gelekî di nav xeyalan de dijîm! Ez zanim tu nema vedgerî, lê çima hêviya min wilo heye!
Ez jî nizanim!
Li dawî ez dixwazim ji te re bêjim ku ez hîn a li ser soza xwe me.
Ew soza ku min bi te re dabû
û her sal jî ez vê sozê ji te re nû dikim û dibêjim ku ez ti carî
rêça te bernadim,ezê li ser bîr û bawerîyên ku te ez pê mezinkirime
berdewam bim
Azadî û serxwebûna Kurdistanê ti carî jibîrnakim.
Bi asa û aramî razê û zanibe ku Kurdistan di dilê me de ye
Em ti carî doza xwe bernadin
Tu jî , di dilê gelê Kurd de her û her dijî !
Silav li giyanê te yê pakrewan be!
Silav li kar û xebata te ya bê sînor be!
Silavên giranbuha ji te re ji hevalan teva heye!