Dr. Phil.Ebdilmecît Şêxo
Nehro gotibû : (Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim ,çavên min tijî stêr dibin.) Çêrok û zargotin di (Roja Nû) de Wek em dizanin ku çîroka Kurdî di nav gelê Kurd de derengtir ji dayik bûye; yekemîn çîrok(Erê min di xewnê de dîtiye ) bi pênûsa nivîskar Cemîl Sa-îb di sala (1925) di rojnama (Jîn) de ronî dîtiye,ji ber vê sedemê jî em nikanin pir çîrokan di vê rojnamê de bibînin,lewra di hemû hejmarên (Roja Nû ) de şeş çîrok ji aliyên hin nivîskaran de hatine weşandin,1-(Temo û Çeleng ),xelek (1),(hej. (23)xelek( 2) (hej. (24),Subhiyê Diyarbekirî.2-(Kurd û Mehkeme ),(hej.( 37) Îbrahîm Metînî .
3-(Muhra Sulêman),(hej. (39), Qedrî Can.4-(Paşe û berdevkê wê ),(hej.42),
E.S. 5-(Nêçîra Berazan),(hej.(48),Qedrî Can. 6-(jin û Mêrik ),(hej.(55), Îbrahîm Metînî. Em
dixwazin di vir de tenê li nik du naverokên çêrokan û pir bi kurtî wek
nimûne rawestin. Subhiyê Diyarbekirî çîroka xwe (Temo û Çeleng) weha li
tevnê dixîne;Temo lawê gundîyekî ye,temenê wî (18) salî ye,ew xortekî
ciwan,çeleng,bejindirêj û por reş e û dilsozî ji rûyê wî diyar dibe. Lê
Çeleng keçek e,ewa sê salan ji Temo çûktir e,lê ewa jî xweşik, por
zer, çav şîn û sîng bilind e,ewa keça Rustemxan e,ew li bajêr dijîn,lê
ew xudanê gundê Temo ye. Rustem heredm di Havînan de li gundê xwe
bû,Çeleng û Temo ji çûkanî de li gund bi hev re dilîstin,ew bi hev re
diçûn nav rêz, baxçan, ser kaniyan, û nav gulan û bi vî rengî ; ew
bi hev re mezin dibin û hezkirina wan ji hev re hîn pirtir dibe û hêdî,
hêdî dibin evîndarên hev,lê ew hîn ji hev şerm dikin ku evêniyên xwe
ji hev re aşkere bikin.lê pir caran Temo bi xwe re digot: Ezê evîniya
xwe ji Çeleng re bidim xûyakirin û ji wê re bêjim :(Heye ko em ji
hevdu re bin ?? Lê eger hevdu didîtin,canê Temo ji şerma re dilerizî û
rûya wî sor dibû, lê Çeleng têgihîşt ku gotinek di bin zimanê Temo de heye,lewra ewê rojekê bi wêrekî ji Temo weha pirsî: Te xêre? Gotina xwe ji min re bibêje! Li
vir Temo perda şermbûnê ji ser rûya xwe dide aliyekî û rasterast ji
Çelengê dipirse:Hey Çeleng! Heye ko em ji hev re bin û heya mirinê em bi
hev re bimînin ? Çelengê bê dudilî bersiva Temo wisa daye: Belê ezbenî,
pêwîst e weha be û di wê kêlîkê de Temo gulek diyarî pêşkêşî Çelengê
kir û gote wê , xweha zarotiya min! Hevala ciwaniya min! Ortaqa jiyana
min! Bila ev gula qelengê te ya pêşîn be! Çeleng xwendina xwe bi
dawî anî, hin xortên bajêr, lawên dewlemendan Çelengê dixwazin,lê her
carê ku xwezgênciyek tê mala bavê wê, Rustem bavê Çelengê ji wê
dipirse;lawê filan kesî destê te dixwaze ,tu çi dibêjî keça min?Çeleng
bersiva bavê xwe dide û dibêje:Ez naxwazim bi mêr bim. Lê roj bi roj
goştê çelengê wek berfê li ber tavê diheliya ,ewê digote dê û bavê xwe ,
ez li gund tenê bêhn ferh dibim ,rabin em herin gund ! Dê û bavê
Çeleng û Çeleng derin gund û du, sê rojan li wir dimînin,lê Çeleng li
wir herdem bi dizî Temo dibîne,lê rojekê Rustem bi jina xwe re
got:Binêre çawa ye rewşa Çelengê! Ewa çi dixwaze ? Diya Çelengê ji wê
pirsî, lê Çelengê bi dijwarî bersiva dayika xwe daye û bi girî dibêje:
Dayê ez Temo dixwazim, dayika Çelengê bavê Çelengê agahdar kir,lê ew
enirî û ji keça xwe re got:Keça xerap! Çawa dilê te dikeve gundiyekî
belengaz? Keçê dagrî û bi bavê xwe ree got: Erê bavo ! Temo belengaz e,
gundî ye, lê ew dilpaqij û çavtêr e, yan Temo, yan jî ez mêran nakim.
Bavê wê dîsan got:Ezê te bidim Runiştin û ez te nadim Temoyê gundî û
weha keç bimîne ta roja mirinê û rewşa wan nêzîkî şeş mehan weha dirêj
kir . Rojekê ji rojan; Rustem li gundê xwe tev mîvanên xwe
rûniştibûn;ji nûşkava wan dengê qêrîna şivanekî ji derva bihîstin û ew
dibêje:Çar leşgerên dewletê û serokê xwe hevalê min kuştin û keriya me
dan ber talanê û ez hatim hawara we,lê di vê demê de;Temo bi çeka xwe
bi lez çû keriyê pêz rizgar kir û hin leşger jî kuştin û ew vegeriya
gund,li dawiyê Rustemxan bi qehremaniya Temo agahdar bû û ew vegeriya
mal û bi keça xwe re got:Tu û Temo li hev pîroz bin û piştî heftekê
zemawenda herdu evîndaran di gund de lidarket. Em di destpêka vê
çîrokê de; nezanînê û şûnketina civakî di nav pir Kurdan de bi hêz
dipelînin û cidabûna çînayetî gelek bi zelalî diyar dibe, destlatdara
bavê di ser destladara evînê re ye,nêrîna keçê di şûkirinê de derbend
kiriye, eva li aliyekî,lê li aliyê din qehremanî jî li nik Kurdan nîşana
mezinahî û mirovahiyê ye,lewra em dibînin bavê Çelengê belengazbûna
Temo jibîr kir û qehremaniya wî bûye tacek zêrîn li ser serê wî, lewra
jî; ewî nêrîna xwe ya hişk guhazt û keça xwe daye mêraniyê Temo,lê eger
ev bûyer nebûya û qehremaniya Temo ne diyar bûya, Çeleng û Temo dibûn
qurbana nezaniyê û şûnketina civakî . Çîroknivîs Îbrahîm Metînî di
çîroka xwe (Jin û mêr) de bi vê wateyê dinivîse:Jinek û mêrek hebûn ,
mêr pir ji iina xwe hez dikir,jina mêrik pir bawermend bû, ewê tizbiyek
bi hezar û yek tenê dixiste stûya xwe û demên xwe bi kişandina tizbiyê
derbaz dikir,lê mêrê wê belengazek bû,ew li nik mirovekî dewlemend kar
dikir;ew mirovê dewlemend her êvarê tiştên xwarinê û şîvê dida karkerê
xwe û bi wî re digot:Bila jina te li malê ji te re şîvan bike,karker ew
hemû tiştên ji bo şîvê dibir ji jina xwe re û ew ji mala xwe vedigerî û
li derve şîva xwe dixwar.,Rojekê Xwedî kar ji wî pirsî,tu çima weha
dikî? Ewî got:jina min herdem tizbiya xwe dikşîne û li mêja xwe dike û
ewa bi min re dibêje:Tu here bi xwe şîvê ji xwe re amede bike, ez şîvê
naxwim û zikê min tim li cem Xwedê têr . Xwediyê kar bi karkerê xwe
re got¬:Ey malxerp,welehî jina te bi yar e, karker li xwediyê kar
vegerand û got:Na! Jina min karên wisa nake!Yekser xwediyê kar
şeşper(dabence) daye karkerê xwe û bi wî re got:Tu niha vegere mal û
tuyê kesekî li cem wê bibînî! Karker vegerî mal û bi dizî çavdêriyê jina
xwe dike,ewî dît ku jina wî pir şîv kirine û bi mêrekî re dibêje:Fermo
ser xwarinê, ew dixwin û vedixwin, paşê karker herdu li ser sifrê
kuştin û bi xwe re got:Axa vî welatî li min heram be û ew çû Amedê û li
pêşiyê dîkanan xew dikir.Rojekê Polîs ew dît û ji wî pirsî, tu li vir
çi dikî? Ewî gote polîs:Ez ne ji vî bajarî me,Polîs yekser bi wî re got:
Dêmek te xezîna Sultên vekiriye û ewî li vî mirovî koçber xist,lê
mirovê koçber yekser bi Polîs re got:Min bibin bajêr, ezê ji we re bêjim
ku kê dizî kiriye ,ew çûn bajêr û ew di pêş mizgeftê re derbaz
bûn,wan dîtin ku Muftî ji Mizgeftê derdikeve û tizbiyek bi hezar libî
bi dest de ye,ewî yekser bi polîs re got:Vî Muftî Îsalmperest xezîna
Sultên vekiriye,polîs ; Muftî dibe cem Sultên û bi Muftî re got:Te xezîna Sultên vekiriye,Muftî di destpêkê de tim got:Na !Na ! Lê
piştî ku Sultên pir lêdan ji aliyê polîs de xwarin, bi xwe gote wan:
Erê min xezîna Sultên vekir,li vir Sultan ji mirovê belengaz pirs kir,
te çawa zanîbû ku Mufti xezîna min vekiriye ? Mirovê belengaz got: ji
ber ku jinek min hebû ,ewê jî tizbiyek bi hezar û yek tenê dikşand û li
dawiyê aşkere bû ku jina min bi Yar e. Em naxwazin mîna
rexnevanekî li ser hunerên çîrokan jî rawestin ,mebest û armanca me di
vir de tenê rola rojnama( Roja Nû) di weşandin û pêşketina çîroka
Kurdî de bidin diyarkirin Zargotina Kurdî di rojnamê de. ------------------------------------ Zargotin
yan (Zanîna gel ),ango; afrandina gel,ew di nav gel de pir hatiye gotin
û ew pir zû jî belav bûye û lewra jî pisporên folklorê di vê derbarê de
gotinê:(Folklor vedenga dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha
ye),lê zanyarê mezin Wilyam Tomas nivisiye:Folklor komeleyek ji
baweriyan;efsanan, stranên gelêrî, pend û şîret, lê folklor jî parve
du beşên bingehîn dibe.1-Teşeya şînberî(Madî),mîna alavên sazê,kincên
gelêrî,wêneyên li ser qimîş,xwelî û peykeran .2-Teşeya ne madî(ne
şînber)mîna çîrokên gel,efsane,stranên gel,şêweyên şûkirinê,awayên
gornekirinê û cureyên lîstik û semayan . Di rojnam (Roja Nû) de hin xalên ji beşa duhem henin û beşa (dûrikan û stranên Kurdê) cihekî serekîn standiye . Em
hema,hema di her hejmarekê de û di bin navnîşana (Dûrik) de sranekê û
carnan du û sê stranan dibînin û bi gihîştî ew nêzîkî (70-75) an in
, emê li vir navên pir stranan hûn zimên û herweha jî emê çend
nimûneyên geş bi xwendevanan bidin nasîn. 1-Dûrikên li ber tembûrê:
(Mam delalê , Dilo,Edlê),hej. (1).2-Dûrikên li ber tembûrê(Êmo,Dînê
,Pismam ),hej.(4).3-Dûrikên li ber tembûrê:(Lê Gewrê,
Emîne
),hej.(6).4-Strana Kurdî (Emîne),hej.(7),5- Dûrikên li ber tembûrê (Gewr
im,Çeçanê )hej.(13),6-Strana Kurdî :(Hey lo Mîro,Sînemê ),hej.(16). 7-
Dûrikên li ber tembûrê:(Sînemê, Sincê,Yadê,Kirîvê ),hej.(19), 8-Dûrik
li ber Tmbûrê:(Cana min,Zekiya,Gulê)hej.(22).9-Dûrik(Dûrika
dankutan),hej.(24),10-Strana Kurdî(Ay lê Gulê,Stran ,Erebçênê)
,hej.(31), 11- Strana Kurdî ( Ha wer delal, xewna min
),hej.(33),12-Strana Kurdî (Lê nezanê)hej.(43) ,13- Çêrokek folklorî
dirêj(Usifê tenbûrvan), hej(55), 14-stranwarî derwarê stran û dîlanan (
Edlê rabe,gulê ,gulê) hej.(55),15-(Hakim û sê keçik, Way la
Mîro),hej.(56),Strana kurdî (law Sîwaro),hej.(63).delal ,hej. (69). Em li vir dixwazin tenê çend deqên evînî bi xwendevanan û bê şirovekirin bidin nasîn. Êmo Dînê 1-Êmo, Êmo Êmoşê 1- Ax lê dînê û ax lê dînê 2-Koçera ji deşta Mûşê 2-Tirsa min ji hebsa Mêrdînê 3-Dew tu ne rûn difroşê 3-Tu kevoka xehxebşînê 4-Êmo hat û meşiya 4-Tu mêkewa li ser hêlînê 5-Kil ji çava weşiya 5-Lo lawiko derewîno 6-Ez ketim dil êşiya 6-Bi avirê çavan min dixwapîno ……. . Hej.(4) Lê Gewrê Emîne 1-Lê gewrê man û man 1-Emîne bûka salê 2-Delalê man û man 2-Te kinikê bi fesalê 3-Kirasor hebreman 3-Çavreşê çavxezalê 4-Gewra min ji mala Ferman 4-Bêhna te bêhna şimamokê 5-Serê memkê tê de hildan 5-Ez li cem rakevim şev û rokê 6-Min serê memka givaşt 6-Ez têr nabim ji vê gilokê 7-Min fîncanek jê vexwar ………………… Hej.(6) Cana min Zekiya 1-Rêka Midyatdê bi qaş e 1-Eman eman Zekiya Cana min 2-Ex xulamê bisk û guliya 2-Dikim herim Helebê 3-Bêhna misk û enberê Cana min 4-Ji memika fûriya 3-Qeyasa bejna xwe bigre 5-Te dîbû li ser xaniya Canê min 6- Tena,tena dimeşiya …… Hej.(22) Ay lê gulê 1-Emîne ne man Emîne ne man 5-Ez xulama sê biskê te 2-Ez heliyam tu di min de nema 6- Sorî hene kirî 3-Bejna te zirav e 7- Li ser hinarikê rûkê te 4-Tek rîhanê li ber avê 8-Da silavê …… ) Hej.(31)
Qumrîkê 1-Qmrîkê ez gune me 5- Ez goriya serê te me 2-Şivanê bavê te 6-De yar ,yar ,de yar 3-Aşiqê bejna te me 7- Bê te xewa min nayê 4-Evdalê çavê te me 8-Bê te sebra min nayê ….. Hej.(54) Delal 1-Delalo,delalo,delal ! 4-Yarê delal siwarêd me siwar bûne 2-De raba emrê dilê min bi kulî 5-Berê xwe dane rêka rojhilatê 3-Sebrê dilê min bê te nayê,delalo 6- Pêşiya siwara danîbû girêkê li sertê de …..)Hej.(69)
Dumahîk heye
|