Rêber HebûnIslama siyasî a ku bi ricîma siyasî a netewî re hevbend e, li Sûrî de hemî simtên civakî kûr kirin, û sertî kiribû nanek î ji jiyanê re û sixêf jê re dibû ferhengkek e rêzimanî, û cîgirbûna çareseriyê bi kûrbûnî ve di rewşa lihevhatinek e avabûyî de ye li ser rûtbûna aloziyan û rawestandina li ser wê de . Û civakên çevsênîbûyî ewa civakên yên diljêçûnê kedî dikin û mîna newxweşiyên pejîk vediguhêzînin, û em vê yekê li deverên yên ku ricîmên serkotker têde hene dibînin, cureyê ramandinê li cem takes yên ku saziyên perwerde, fêrkirin, û xuristiya ricîma malbatî piştrast dikin, em civakên çewsandî dibînin bêhtir meyldarê sertbûn û girtinheviyê ne bi awayekî têkçûyî, û sedemên vê yekê vedigere ji sitemkariya rêxistina siyasî û gendeliya wê ye û herwiha gendeliya şaxên perwerde û hînkirinê.
û Eristw dît ku sedemên cengê vedigerin ji ramana girtinhevî û
bihevketinê di henasê mirov de li rex cîgirbûna vê xwestekê di cîgeha
civakî de,û dewleta serkotker bi vê yekê rabû û serket, û herwisa divê
em bînin ziman li ser ew kesên sûdkar ji hişmendiya girtinhevî û
bihevketinê û kedîkirina wana, cîgirkirina wan ta bibin e destika
serdestbûn û zorkariyê, û bi lez jî dibin jêdera terorê û jihevkirinê bi
taybetî di dema cengên navxweyî de, û sînor dibin rewrewk , û bi temamî
vedibin ji bo rê vekin ji dewletên herêmî yên kêlek ji bo destwerdana
dewleta ku li ber sekretê de ye bikin, û çek ji her alî ve tên û çetîtî
dibe rewşek e sirûştî, û civakan meyldarî tevgerên komikên biçûk dibin
di dan û standinên xwe yên rojan e de, bi nediyarbûna dadmendiya saziyê
an yaseyên piştgir bi hêza ricîma siyasî ve, ew dikare vê valahiyê dagre
û jiyanê vegerîne di dema xwe ya berê.
Û wekî ku dawiya çi
pevçûnê aştbûn e , ji ber vê yekê tê gotin ku lihevhatin serwerê
biryaran e, û herwiha erncamê cengê eger çendîn dirêj bike ewa
bervehatin e ji aştî re, lê ev tişt radiwest e li ser hêza ku meyldarî
yek ji aliyên zorengê tê,lê êş rastî bêguneh û sivîlan tenê tê. Û
Can Cak Roso dibîne ku xuristiya gerdûnê pêdiviya xwe heye bi hebûna
zorengên timî , ango wê cihên fereh hebin ji zayîna roman û berhemên
hunerî û ramanî ve, ji ber ku afirandin ji cengê jidayîk dibe, û raman
ji zorengan dizê, wek ku Tomas Hubz dibîne ku rewşa sirûştê ewa cengek î
timî ye, ev şîrove dike heyîna awaz û hunerên din, û ev min dighîne bi
awayekî ramanî bi hebûna vê zorenga sert di navbera hêzên afirandin û
hêzên malgirtina siyasî a qezencî de, tevî kedên xaziyan li ser
berferehbûnê tîr dibin, û serdestkirina li ser mîrnişîn , mal û
milletan û tevlîkirina wana ji neqşeyê xwe yên fereh re. Lê
kedên zanyaran kom dibû ji bo avakirinê û çêkirina tiştê ku hatibûn e
armanckirin mîna dîtinek e şaristanî, hewilda timî ku mirov rabike, tevî
ceng û pevçûnên rodayî yên bandor kiribûn e li ser komên nirxên yên ku
xelk û bêgunehan pê bawer bûn e , yên hevsaniyê ji xwe re kirin e rêbaz û
jiyanê bi şiyarî xwestin e , bê desberdan û rapirî, di peyketina bi dû
xweşiyan û hewildana wê bi çavekî birçî. Û rewşa rojavayê
Kurdistanê dema hêzên ricîma Sûrî jê vekişiya bû sehneyekê ji zorenga
heyînê di navbera lawên welêt û komên tundirew , û ev girtinhevî bû
gengeşeyek e wêjeyî zanînî , zemînên bingehîn amade kiribû ji rabûna
civaka kurdistanî û pêşengiya wê di rûbirûbûna tundirewî û nexweşiyên
takesî yên jê hatin, û rol hatin dabeş kirin bi awayekî xwegêrî, ji ber
tundirewan kom dibin hemî di yek xelekê de û di nav wana de yên ji
cudabûnên ragehî destikekê bikar tînin ji bo gunekarîkirina sertbûnê. û
ev tişta di ser komên din de pêktê , û xelk bihaneyan tune nabînin ji
bo derî ji wan re vebe ji bo gurkirin û girtinheviyê , û bi hebûna
hatinên diravî û gurkirina ragihandî , ev zoreng berdewam dibe ji bo
gurkirina navçeyê û anîna çekan, û armanc jê serdestbûna li ser hatin û
xêran e, û dûbare dabeşkirina rol û erdan e, ji ber nûkirina zorengên
olî û dûbarekirina vejînbûna wê li paş wê bi xurtî Tirkî û Îranê
radiwest e, û ew berzkirina xewinên kujer di malgirtina navçeya a derdê
temarek e zanînî dikşîne. Û heta ku pêvajoya çekan berdewam be, û
qezenc pêkbên, û bazirganên çengê tiştê dixwazin wergirin, divê bajar
wêran bibin, û divê mirov bimre, wisa beravêtin û alozî çêdibin, ji bo
kûr û binyad bibin, ta beranberî wê bangeşpêçên mafê mirovan û ewlehiya
navdewletî rabin, û giyanê ragehî û Islamnetewî cîgir bibe ji
berjewendiya hejandina nirx û parçebûnên wêna , ta em pêlên derbideriyê
bibînin bi encamê wêrankirina mal û xaniyan bi ser xelkên wêna ve, û
çêwirandina mirovê destboş û dorpêçkirina wî , ta pariyê nên ji dest wî
bê girtin. Ev hemî li pêş çavê cîhana sivîlbûyî, tundirew ji her
cihî tên ji deverên cîhanê , û ji Turkiya ve derbas dibin, û paseporta
xwe li wir pencemor dikin, û bi rêyên sînorên yên ji çûn û hatinên wana
re vekirî derbas dibin, ev hemî ji bo qirkirina gelê kurdistanî , û
jêbirina hebûna wî ji neqşeyê, ji berjewendiya balabûna Tirkî bi bihna
xwe ya Islamî , ji ber ku çarenûsên ku bi hibirê hatibûye nivîsîn ti cih
ji pêkanîna wê re nîne, di rewşek e lawaz wêranî û xirabiya rewşê
dibîne, ta demukrasî bibe xewinek î sexte, û mafên binpêbûyî bibe
bangeşpêçek e li ber bê daliqandî, û çêkirina pîlanan bi navê parastina
penaberan tên e kirin, û wan li malên yên xelkê wêna yên resen
qewitandin e tên e bicîkirin, mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê sipî,
beranberî Xoteya Şamê, bi pîlanek e Rûs û Tirka ve, û wisa jimarên
gezencî tên e kirin yên girêdayî bi desthilatiyê ve li ser hesabê
qurbaniyan, derxistina xelkê ji malên wana , bombebarankirina wan bi
bermîlên teqemeniyê, dizî û talankirina mal û milkan, û ta em
destêkelkirina navdewletî aşkere bibînin ji berjewendiya kujerbûnê yê li
ser hatiye lihevanîn, ji ber vê ev tişt li cem civakê de nefretek e bi
rêk bû pêk û çavsoriyek e rêbazbûyî afirand, wê dibe ji kenarê tolê li
kenara serhildana dirindî yê ji encamê bêdengiyek e bi dirûnên ji
rêsandina pindepîrê ve lozbûyî encam dide. https://youtu.be/5YatYlr9o-A
|