Konê Reþ Berî 4 salan
Semîra Mistefa qutabiya (
Zanîngeha Rojava/ Beþa
Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (
Min Konê Reþ Evîndarekî Welat Dît), pêþkêþî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baþ teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022,
Sîlva Þêxê jî ev teza xwe bi navê: (
Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reþ), ji zanîngehên Zanîngehê re pêþkêþ kir, teza wê jî bi pileyek zor baþ hat pejirandin.
Sîlva Þêxê jî di pêþgotina teza xwe de wiha dibêje:
(..Kêfxweþ dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reþ) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reþ; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike..
Min ew, ji nivîskarên pêþeng, piþtî nivîskarên HAWARê dît.. Ew ên ku bi
kurdiya latînî di kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr de dinivîsandin
wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî, ez wî di pey wan re
dibînim..). Sîlva Þêxê/ Qamiþlo
Hêja ye gotinê ku, rêveberiya
Zanîngeha Rojava li Qamiþlo tekezkirina xwe bo teza wê wiha diyar
kiriye: (Em tekez dikin ku projeya nîþankirî ya bi navê: (ÇÎROKA
NIVÎSKAREKÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ; KONÊ REÞ), ku ji hêla xwendekar (Sîlva
Þêxê) ve hatiye amade kirin, bi þêwirmendiya Menan Cafer hatiye erê
kirin, li Zanîngeha Rojava/ Qamiþlo, di beþê Ziman û Wêjeya Kurdî de,
fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û þêwirmendî û îmzekirina van
mamostayên zanîngehê: Menan Cafer, Merwa Îlyas û Fehîm Melek.. 2022).
Ez jî, ji dil û can spasiya Zanîngeha Rojava/ beþê Ziman û Wêjeya Kurdî
û mamosteyên wî dikim, herweha spasiya qutabiya hêja Sîlva Þêxê dikim û
rojên xweþ bo wê hêvî dikim.
Qamiþlo 8/3/2023