Idrîs Hiso
Zincîrediramaya Tehil û Žêrîn werzê 3 li ser ekranê telvizyona WAR tê nimayižkirin, wekî carên berê, ev zincîredirama di her xelekekê de behsa mijarekê ji mijarên civaka Kurdistanî dike.
Dibe ku ev yekemîn pirojeye wisa maweyê 3 salan berdewam dike û bi hunereke ciwan pirsgirêk û kêžeyên civakî tîne ber çavên bîner û roniyê tîne ser wan bi mebesta zêdekirina asta hožyarî û zanînê di nav civakê de, û pižtre guhertina riftarên nebaž û bažkirina rewža civatê û çûna ber bi pêžve, an jî agahdarîkirina berpirs û aliyên pêwendîdar ji hin metirsiyên rijd li ser civak û welatê me, ji bo wilo jî helbet her aliyê beždar di vê pirojeyê de hêjayî spasiyê ne.
Di xeleka 17ê de bi sernavê Mala Me, behsa mirovekî dike mala wî
mezin e, lê kevin e, biryarê dide ku hemî jiyana xwe ya mayî di vî xanî
de derbas bike, xanî gelek ode têde hene, herwisa li ber malê bexçeyekî
mezin heye, jina wî dibêje; bila em xaniyekî nû bikirin û ji vî xaniyê
kevin derkevin, lê ew ji jina xwe re dibêje; tu buhayê vî xaniyê ku ji
serdema bav û bavpîran hatiye avakirin nizanî, lewma qet behsa firotina
wî neke…
Ew jî diçe û tê dibêje xanî her ê me ye… yekem cîranê wî tê
odeyekê kirê dike, pižtre xwediyê dikanê jê re dibêje; nebaž e mirov
xaniyê xwe ku têde dijî bide kirêçiyan, lê ew her wek xwe dike, pižtre
mirovekî din jî tê û odeyekê kirê dike, zarokên xwe tînin nav xanî û
dibe qerebalix û gelemže, Sêrwan jî ku xwediyê malê ye dibêje; xanî her ê
me ye … tevî ku êdî nema kare bihna xwe di nav xaniyê xwe de vede…!!
Dema
xwediyê dikanê dibîne ku Sêrwan odeyên xwe dide biyaniyan bikirê, jê re
dibêje; cîran ma çima tu odeyekê nade min jî ez dê wê bikim enbar jibo
kelûpelên dikana xwe, ew jî bi bihaneya ku dixwaze qezencê ji perê kirê
bike, odeyekê dide xwediyê dikanê jî.
Pižtî demekê bexçe jî bi kirê
dide, pižtre kirêçî daxwazê jê dikin ku xanî bo wan nûjen bike, ji ber
bane wî kevin e û di werzê Zivistanê de dê dilopan bike, lê ji ber
pereyên wî nînin, ew pera ji kirêçiyan distîne û pê xanî çak dike, û
wisa dibe deyndarê kirêçiyan û di konekî de di nav bexçe de rûdinê, lê
her dilê xwe bi gotina “her Xanî xaniyê me ye.” Xwež dike!...
Ev
xelek behsa rewža welatê me dike ku (mala me ye) , bitaybet mirov dikare
vî tižtî li navenda bajarên mezin li Herêma Kurdistanê bibîne, herwisa
heman tižt li seranserî Kurdistanê têdîtin, lê bila em bêjin ev xelek
behsa Herêma Kurdistanê dike, û em gotara xwe arasteyî vî bežî bikin
çimkî ev bež, ango para herî mezin ji vî bežî(Bažûrê Kurdistanê) di bin
desthilatdariya hikûmeteke kurdistanî de ye…û em dê bajarê Hewlêrê wek
nimûne bibin. Biyanî li nava Hewlêrê û li cihê herî xwež dijîn,
bazirganî û karê xwe dikin, weberhênanê dikin, çanda xwe li nav Hewlêrê
de belav dikin bêyî ku ti siyaseteke nižtimanî zelal hebe taybetmendiya
vî bajarî biparêze, êdî mirov hêdî hest bi wê yekê dike ku Kurdistanî û
bitaybet Kurd li vî bajarî biyanî ne.
Goranîbêj Ereb in, xwaringeh
Erebî, Tirkî, Farsî û Ewropî ne û xwaringehên Kurdî ango Kurdistanî hema
mirov nabîne, navên mêvanxaneyan, navên gorepanan, navên gundên
gežtiyarî û nižtecîbûnê Italî, Amrîkî, Kûrî û Ispanî ne, û navên
xwaringehan hemû navên bêgane ne.
Mirov biçe nav markêtekê, nav
xwaringehekê an nav molekê yan jî bêhtirên wan, heger tu bi tenê bi
Kurdî bizanibî, karê te bi serî nabe divê tu zimanê biyaniyan jî zanibîm
tu dibêjî belkî ew xwediyê male ne û tu biyanî yî…!?
Ev çend nimûne ne û gelek ên din jî hene, û em jî dilê xwe bi gotina ev welat welatê me ye û dê bimîne yê me xwež dikin!
Ez
ne rexnevanê hunerî me, lê bi tenê bînerekim, û bi min wek bînerekî ev
xeleka Tehil û Žêrîn zengilê metirsiyê lêdide, û ji me re dibêje erê
xanî yê me ye, lê cihê me têde nemaye, û heger wisa berdewam bike em dê
ji destbidin û rojek dê bê em dê li wî xaniyê bibin biyanî.
Hewlêr 14.04.2023z