Hižmend Žêxo
Ez vê kurte nasînê diyarî giyanê heval Mam Celal , herwiha ez diyarî hemû damezrêner , Pêžmerge û xebatkarên (Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) dikim.
Di / 1 / 6 / 1975an de hejmarek ji pêžengên kurd Yekîtî Nižtimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan di rewž û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , pižtî salekê ji damezrandina xwe žoreža kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya fažî barand û wê žorežê dawî li rêjîma Sedam anî.
Di wê xebata žorežgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê žorežê Rizgariya Kurdistana Bažûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Wek
hemû kes dizane ku di sala 1991an de, li bajarê Raniya , li bažûrê
Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de gelê
Kurd dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û
gelek pakrewanên mezin pêžkêžî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di
rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û žiyana
xwe herdem amade bû. Herweha endezyarê wê raspêrînê jî serok Mam Celal
bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li
hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke
dîrokî û xebateke pîroz bû , lewre dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi
binivîse her kêm dimîne ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî ,
žorežgerî û pêžmergeyetî ve ji çiyayên welatê me bibe kožka serokatiya
Komara Iraqê.
Peywendiyên partiya me bi Yekîtî Nižtimanî Kurdistan re
Peywendiyên
herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , û
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) peywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan
berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêž û
nemirin heval Hemîd Derwîž û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan
herdu partiyên bira tekez kirine li ser pižtgiriya doza netewî ya kurdî
li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî
ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek karên hevbež me
bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di
sala (1980) de ya ku Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê ,
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî
Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya
herdu partiyên Komonîst ên Sûrî û Iraqî.
Di vê derbarê de hêjayî
gotinê ye ku rola herdu nemirên hêja heval Mam Celal û heval Hemîd
Derwîž berçav bûn di nêzîkbûna aliyên kurdî û Kurdistanî de.
Heval
Mam Celal hevalekî cefakêž , dilsoz û Hižmend bû , Bi dirêjahiya salan
di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êž û azaran hat , bi salan ew
ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma fažist biryar nedida
ku Mam Celal vegere ser xaka nižtîman , lewre pižtî rûxandina rêjîma
Sedam Husên û dema ku tevgera rêzaniya Iraqî bi seranser û ya kurd jî di
nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê
hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser
partiya wî û kurdistana Bažûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû
parçeyên Kurdistanê bû.
Bi babeta bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina
partiya we ya bira ( Yekîtî Nižtimanî Kurdistan ) , û bîranîna ( 47 )
saliya rêketina žoreža kurdî ya nûjen bi rêbertiya serokê koçkirî heval
Mam Celal ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim. Herwiha ez di wê
baweriyê de me ku Yekîtî Nižtimanî Kurdistan wek partiyeke sereke di nav
tevgera azadîxwaza kursistanê de wê berdewam be di pižtgîriya
Kurdistana Rojava , Bakur û Rojhilat de.
– Silav li bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina Yekîtî Nižtimanî Kurdistan.
– Silav li giyanê wan pakrewanên dilêr ên ku bi rewanê xwe yên pak žoreža kurdî ya nûjen pêxistin.
Heleb / 1 / 6 / 2023 Z - 2635 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê.