Rêber Hebûn
1-Pêşgeh
Em ceng dewsa vegerandina nasnameyê ji destekî êrîşker dibînin, hewil dide wê nasnamê têkbibe.
Biyardayîna rûbirûbûnê mîna çareyekî misoger e û vê yekê rewşa hovîtîbûna neteweyatiyê ji aliyê bijardeyê fermandar ve sepandibû, mîna hewildanekê ji jinavbirina taybetmendiyên netewan û êrîşkirina li ser bermayê wê yên zanyarî û girêdana wan bi erdê xwe re, naxwe parastina hebûnê ew mîna bersivekê ye ji banga xurista hevseng di me de,û bergiriya li hember rewşa gurbûna desthilatî li ser zanyaran sepa dike erka ezberkirina destketiyên xwe ji neman û windabûnê ve, û erka wan gelên saxlem ku bermayê mirovê hişmend bi rêya çanda rûbirûbûnê biparêzin, û bergiriyê li hember biveya helandinê di nav ricîmên totalîter de yên berdewam dixebitin ji bo çêkirina cengên navxweyî û afirandina awante û aloziyan di nav gelan de, û dehfandina wan ji pevçûnên vala bi encamê wê zêdetir rewşên jihevxistina civakî û malbatî rûdabûn, berhinde girêdana bi kokan ji bo di malzaroka çanda serdest de newin pişaftin ew bi xwe di rastiya xwe de nûnertiya pergalekî ji pergalên ezberkirina pêkanînên zanyarî dike,
û di sirûşta xwe de wateya şoreşekî zanyarî dide, rabûnekê hewil dide bi
naverokên zikmakî pêş bikeve ji bo mirov û tiştê girêdayî bi hezkirina
erd û ziman ji aliyê axaftina bi wê û şehnazaiya bi wê erdnîgariya yên
gelek komên mirovî li ser heman cudabûn û pir bijardeyên wê dicivîne, bê
ku hewildanek hebe bên e tunekirin, bi rêya dehfandina wan ji pevçûnên
bê sûd ve, tenê ew tişt bîngeha rewanî û naverokî lawaz dike, û
peywendiyên hatinrêzê di nav wan de têkdibe, ji ber ku dema bizdan û
fişar di nav gel de belav bibe em dibînên ku çareyên jiyanê bêhtir
zehmet dibin û tirs hewayên henasê digre û herwiha kesayeta tirsnak
dikev xefka desthilatdar yê zêde sert û sermezin dibe bi zêdebûna kesên
bizdayî an yên bidûketî ji bo pêşkêşkirina alîgirtiya xwe yê ji yekalî
ve, jibîr dikin girsbûna tewanan yê ku ew desthilat pêkanî bû, herwiha
ew tîjandina bêdeng berdewam dibe ta bibe navnîşana wê qonaxê, û civakên
tirsê hêdî hêdî ji qonaxa lawazî û tirsê ta qonaxa şikênandina bizdan û
hêzê li hember terora dewletî tên e veguhêztin.
2- civak û terora dewletî
civakên
tirsok nikarin xwe ji nezanîbûnê qut bikin û ev yeka wan berve xizanî û
paşketinê dibe, û sertiya terora dewletî li ser cemaweran xelkê dûrî
dema niha dixe û wan dihêle ku di tenahiyê de bin û ji jiyan û cîhana
sivîl û guhertinên girs yên rewşê bi lez diguhêrin dûrbikeve, û di
rewşên zorengê de ti pêngaveke xuristî di jiyana civakan de
pêknaye,berhinde desthilata netewî ya nijadperest bi lepê xwe yê hisinî
movikên jiyanê digre, li gel wê em cîgehên herî sert dibînin mîna
qurbanekî bi rêya bazirganî bi ol an windakirina hiş bi rêya wî, û ew
cîgeh rastî paşguhkirina rajeyî û hînkerî tên û ji lepê dezgehên
salixgerî derd dikşînin, yên takekesên wêna kirin sîxor dijî hevdû,
berhinde hemû tişt têkdiçe bin siha gurkirina girtinheviyê, û felsefa
najî bin siha komên yên rastî gefxwarinê tên , hêz , ewlehî û jiyana
xwe têkdiçe bi rêya binçavkirina desthilatê ji wê re ji ber ku ew gel
dijî nasnameya xwe ne û mîna metirsiyekê ji xwe re dibîne.
Armanckirina
guhertin û guherîna demukratîk bi rêya sepandina hêzeke mîtafîzîqî bi
têgehên olî ve têkel dibe civak bi wê ve tê dorpêçkirin ,helbet raman û
felsefe ew ji takekesê wêrek ve nêziktir e û bi heman rewşê kesê bi
saw û bizdanê ve dûrpêçkirî wê nikaribe felsefe û vaca guhertinê têbighe
tenê dema tirsê tê puçkirin û qulên wê tên e girtin, berhinde ol li cem
tirsok pêwîstiyeke, û desthilatdar dizane ku ol pêdivî ye ji bo
kuntirolkirina cemaweran ta bibin destikekê ji bo pêkanîna armancên wanî
dûr, û bi vê vacê yê bi rêya wê civaka Kurdistanî li Kurdistana bakûr
hatibû hişbirkirin, naveroka ramana faşî binyad bû , ew ramanê yê hemî
netewên ne Tirk dibîne Tirk bi rêya sepandina ziman li ser wêna û
pêdîvîkirina wê bi vê yekê bi cudahiya awayên neçarkirinê.
Tundrewiya
netewî bend û baskên xwe yên giran li ser milê pêkhateyên ne tirk
danîbû, û hîştibû berve pişaftina giştî an qirkirinê bi heman rengên
xwe biçe an wê hîştibû berve çiyê ve here, bi berxwedanî û bergiriyê di
rû vê harbûna yê qet nehatibû naskirin, û ev dikeve di warê avakirina
kokelê nefretê di nav civakan de di demeke dirêj de, ev kokel ricîmên
sitemkar yên faşizm dehf dide xirênê û hingemeya mezin û dihêle bibe
derxistkerên giştî ji şerên navxweyî û aloziyên aborî re , berhinde
desthilat rolekê mezin dilîze bi têkbirina nirxên rewiştî di nav gelên
xwe de, û ji tirsê hestbûna bi windabûn û koçberiyê derdikeve û ketina
di nav sûdgirtîbûn, kedxwarî û malgirtinê de bêhtir û bêhtir, û tenê emê
sawa pepûkiyê bibînin yê ku belav dibe li ser kesên yên dibin nêçîrên
hêsan di destê çeteyê gendelî, firoşgeh û hilweşandinê de û ev yeka dibe
nîşanên wêranbûna ricîma dewletî ya netewî yê ku hevdû dixun û bi demê
ve tên e roxandin.
Wisa em dibînin ku başî di siyasteta
nijadperest de nîne ji ber ku bi karên dirindî radibe di dermafê
zaroktî û mirovan de bi giştî, berhinde em ceng dibînin ku pêktê bin
bihaneyên baş peywendiya xwe bi kiryarê pêkhatî li ser erdê nîne , li
gel wê hezkirina erd û baweriya bi xwedê bikartînin ji bo ku niyazên xwe
yên rastîn aşkere bikin, bi binaxkirina xweda û welêt bi hevdû re û
rakirina wê bi darbesta çavkariyê li gora wê yê dawî.
Berhinde em
timî zordarî dibînin derbirîneke li ser rewanê ezeziya komî yê ew ji
navdariya bijardeyên desthilatê ne di rêvebirina kerî berve pîlanên xwe
yên herî zîrek, û nêzik em cemaweran dibînin bi alavên desthilatê ve
dilivin û bi hûrbînî şîretên wê yên dagirtî baweriya kor pêktînin û
radestbûna ji desthilata heyî ku ew mîna xwestekeke narvînî û xwedayî ye
çênabe mirov li hember wê raweste, beranberî tofekî tolhildar xwe dide
bi aliyê dejberê wê desthilatê û ew jî bi awayê xwe kerî bi rêve dibe,û
ev yeka ne rasthatineke , lê tevderbasbûneke naverokî ye ji sirûştiya
herdû ropartan yên ji bîngehekê dertên û ew pêşbirka li ser malgirtin û
serdestbûnê bi rêya roparta xwedayî a nêrîtî yê ku di paşûla xwe de
gurzekî ji pîlan û lîstokan rahijtî ye ji bo dehfandina cemaweran li
hingemeya xwe yê naverokî , berhinde şerê takekesîbûnê û nirxên wê
yên rewiştî ew ji karên wan desthilatên netewî û olî ne ji ber ku ew li
ser dîtina pergalên bedkar dijîn ji bo ricîmên fermandariya xwe û
şêweyên rêveberîkirina xwe ji saziyan re û serkotkirina wê ji çi kesê ku
ricîmekî demukartîk û azad armanc dike, berhinde em demukrasî û azadiyê
dibînin ku herdû du reftarên negîhayî ne bin siha dorpêçkirina vê
desthilatiyê ji cemaweran re û qedexekirina xwe ji naskirina berketiyên
takekesên wê ,yên hewil didin guhertina demukratîk pêkbînin û ev yeka wê
azadiya jin û mêr ji bo sazîkirina jiyaneke nû pêkbîne, bê serkotkirina
nêrîtî an serdestbûna reftar û reweştan yên tim hewil didin ku bibin
rêgir li pêş hebûna nifşekî nû bi azadiya hilbijartin û xebatê bawer e, û
çûna çiyê ew bi xwe ji bo pêkanîna vê girêdana rastîn e û beşdariya
bi çêkirina jiyanek e azad bi rêya cenga mêr ligel jinê ji bo pêkanîna
civakeke azad ku bikare bibe bîngehekî babetî ji destpêkirina jiyanek e
hevpar ji bo sazkirina welatekî armancbûyî, di vir de derbirînek e li
ser vîneke naye jinavbirin ji mirovekî bindest bin siha koletiyê bi
dirêjî neqşeya Kurdistanê di her çar parçeyên wê bergiriyê dike.
Em
dibînin ku cemawerîbûna kizîr ji xwe re bi rêya takekesên wê yên zanyar
dikare cihderekî bibîne ji aloziyên partîtiyê yên bibûn derdekî derketî
ji hilweşîna desthilatî re ,a li jor cîgir e û li ser cureyê ramanê û
pergalê wê xwe vegirtî ye, derketin ji gendeliya partîtî û siyasî bi
rêya (cangoriya Kurdistanî) derbirîneke ji hebûna komkarekî cemawerî ku
dikare pergalên desthilatî bimrîne li pêş pêla cemawerî a bêriya
demukrasî û jiyana baştirîn durist bike.
Zelaliya hizrê şervan û
bîrêkirina wî ji dayîna çi tiştê buha ji bo guhertina rewşa koletiyê û
koletbûnê mîna derbirînekî ye ji giyanê pêngava berve pêş ji bo jiyaneke
bîngeha xwe yeksanî û azadî ye, û li pêş sertiya fermandariya
desthilatî mirov nikare tekoşîna siyasî bê ya leşgerî bi tenê bidomîne.
Em
dibînin hêz pir caran xêzên çareseriyê û çarenosên xelkê diguhêrîne û
carne li ser ricîma faşî a ku li birca xwe yê dûr rûniştî sepa dike ku
rêya rêzê bigre ji hêza dij re, rastiya vê girtinheviyê cîgir e mîna
nîşanekê ye ji wê girtinheviya kevin û girîng di navbera hêzên parizgehê
û hêzên pêşveçûnê de, gelek tê dayîn ji bo çeşpandina hindikekê di
gelek caran de, û li pêş wê ezeziya a kokdayî hundirê cemawerên
dabeşbûyî bi awayekî giyanî û di warê zanînê de wêranbûyî em xêzên
çareseriyê û xebatê netebitî dibînin, li gorî rewş û encamên rûdanê, ji
ber vê binavkirina kêşeya heyî di rastiya hizra cemawerî de têkçûyî
bi encamê derzîkirina wê bi derziyên pîrozbûna olî a girêdayî bi rastiya
ola siyasî ve a ku bi dirêjî çaxan derketin û fermandariya fermandarê
tam bilind kiribû, û ev yeka gunokirineke zanyarî durist kiribû ji
civakên kelepçekirî re , yên gendelî û koçberîbûn ji her alî ve wê
dorpêç kiribû, lê cemawerê yên ku bin siha alavên zorkariyê dijîn fêr
bibûn ku vê yekê di hişê xwe yê kur de vexwin, bi hêsanî nikarin bi
cureyê alavên ramanî yên nû bawer bibin ,nexasim ku bin siha nakokiya
diyar di navbera alavên şêwazê, kîjanî jê ji guhertinê ve nêziktir e û
kîjanê ji demborînê re vedigere.
Ew demborîna a di rastiya xwe de li ser bîngeha qutkirina ji demê niha ve cîgir e, û razana li ser palgehên dîrokê naskirî ye .
Li
gor vê yekê em dikarin berbikevin ku cureya jiyana civakî pêdiviyê xwe
bi demê ve heye ta bê veguhêztin û dibe ku li gor alavên wê tam ji
fişara ricîma bavanî rizgar nebe, bi awayekî ji awayan wê bê girêdan,
di vir de em dikarin berbikevin ku vîna zanyarî a di giyanê cemawerê
xort de ew dikare civakan ji serdemên bavaniya fermandar ve rizgar bike û
ji cure û alavên kirdeyê xelas bibe, ji ber ziyanên xwe li ser xêza
guhertina demukratîk di demeke ne diyar de dihêle û bi rêya şîrovekirina
me ji rastiya rahijtina çekê ji bo bergiriyê li erd û destkeftiyan me
dît ku rastiya wê derbirîneke ji giyanê zanyaran yên bi kokan ve
girêdayî ne li hember metirsiya jinavbirinê an qirkirinê bi herdû şaxên
wê yên gewdehî û rewşenbîrî ve, çendîn netew li berxwedabûn ji bo heyîn û
şaristaniya xwe û ne di hizrên wana de bin serwerî û serdestiyê li ser
malên ji bilî xwe bikin û çendîn ceng hebûn armanca wêna jinavbirina
şopên netewên şareze bûn , berhinde zoreng li ser erdnîgariyê di sirûştê
xwe de zorengekî desthilatî aborî ye, mafiyayên yên li ser pere û çek
serdest in wana birêve dibirin beranberî vê yekê cemawer bin siha
gefxwarinê tên e guhertin, li gor wê rewşê li çareyên xuristî digerin ji
bo vejîndana mirovê nû yê bi kokên xwe ve bawermend û ezberkirina
avakirinê çareya komên aştîxwaz saz dikin di girêdana xwe de bi jiyana
hevbeş ve û bi rengê xwe beşdar dibin bi bandorkirinê bi awayekî
rasterast di naveroka hişmendiya rojhilatnavînî de, çare ne tenê hindek
şîret û gotin in li ser tabloyên rêklaman û bernameyên partiyan de tên e
danîn lê ew derbirînek e ji vîna jiyanê ye li cem gelên yên hewil didin
di tebat û bergiriyê xwe de biserbikevin li hember ricîmên yên bibûn
reşxewinekê di jiyana wan de û di ramana takekesên wêna yên nû de.
Û
dibe ku girêdana bi kokan serkeftin be ji mirovê zanyar re û nirxên wî
yê heyî li ser bîngeha avakirin û weşandina bedewbûnê di cih de bi rêya
dîtina peywendiyên sirûştî di navbera xwe û henasê de yê hewil dide
rizgar bibe bi rêya bikaranîna raberî û berketiyên xwe bê bend û
celewkirin.
Û dibe ku em li gor vê yekê cêwîbûna peywendiyê di
navbera erd û mirov bi rêya zorengê ji bo hebûnê diyar bikin , ji
hewildanên desthilatdarên nû ji bo saxkirina nêrîtiya pîroz dema bi olî û
netewî re têkel dibe û ev yeka di çaxa buhara Erebî de hatibû xuyakirin
û bi taybetî di rewşa Sûrî de, ji ber vê em derbirîn li ser cureya vê
zorengê dibînin ku ew di rastiya xwe de serkeftinekî mezin e ji nirxên
şaristaniyê re li ser nirxên dirindîtî û koçeriyê , berhinde mirov mezin
dibe bin siha vê zorenga zindî û bêzarkirî di sirûştiya xwe de yê gelek
pirs bi xwe re tîne ji cureyê du jiyanan yek cîgir e li ser rikberiya
mirov di hêz de, jiyan û aramiya xwe de û a din dij e li ser bergiriyê
li hember wan hêzên yên ku kedkarî û mirandina giyana serkeftinê li cem
wî de durist dikin , di vir de em dikarin bihane bidin vê zorengê ji bo
rizgarkirina maf ji baskê deqa pîroz yê ku desthilat bi naverokên wêna
dilîze ji bo kawşkirina kesên bê agahî ji nandoziyê re taku bên e
bikaranîn mîna agirdeyên vala , ji ber vê yekê xebata azadîxwazan bin
siha erdê ewa pêgirtina bi rastiya nirxên yên bi bergiriyê ve girêdayî
ne û dayîna çi buhayê ji bo diyarkirina hewildana zanyarî bi berzkirina
afirandinê mîna rastiyekê ji xwesteka jîndarê azad re ji xebat û
avakirina welêt, û xweda li gor rastiya vê pêgirtinê di evînê de cîgir e
û ne di deqên xwînê yê mirov dihêvoje li nefret û pevçûna bi kesên cuda
re, lê ew hebûn e bi bedewî afsûn û reseniya wê û ewa zanîn e bi
rêveberina civakan ji rêyên geşepêdan, rengirtin û xebata li gorî mercên
rabûn û avakirinê .
Û bi vegerandina me ji axaftinê ve li ser
peywendiya başî bi siyasetê re ,em dibînin ku ew nikare koman biparêze
yên ku derdê birçîbûn , cengên navxweyî û aloziyên herêmî dikşînin,
berhinde hêzên aborî cengan birêve dibin, hewildidin têgeha parastina
xweser red bikin yê ku bijardeya binketî hewildana vê yekê dike , ji bo
berjewendiya serkeftina têgeha qezenc û sûdwergirtinê misoger bike .
Ligel
wê demukratî dibe wek sloganên gotinî , binpêkirinan li vir û wir
dinixumîne, li gel wê ceng di naveroka xwe de liyangiriyeke ji aliyê
serkeftî re, li pey xwe şopa dijwar dihêle ji neman, koletî û wêraniyê
ve, ji ber vê pêşesazîkirina êş û mirinê ew vergirtin in , desthilatên
gelemperatî ji cemawer û partiyên xwe re veguhêztibûn, û bibûn cureyekî
ji bê rûmetkirina giyanî û ramanî re , ji bo pêşkêşkirina zêdetir ji
qurban û gorînan re ji berjewendiya hebûna sitemkariyê ê bû kovanekî
penceşêrî mezin û em dikarin li ser bêjin ku ew berberê kevin e ji çi
derdekî civakî an rewşenbîrî an aborî re cîhan vê yekê piştrast dike, bê
guman ku gotina cîhana sivîlbûyî an azad gumanî li ser heye , ji ber
gelek car pabend dibe bi hîştina ricîmên zorkar ta berjewendiyên wê bên e
parastin, ta veşartina tewana kujer û kuştî bibe jêra mîna karekî
bêçaretî hevyaz.
Bêzarbûna ricîma dewletî ji bo van ricîman
biguhêrîne pêdiviya xwe bi legerînê ji berjewendiyên wê yên daringî
heye di navçeyê de bi palpiştina xwe li ser tiştê ku ew ricîm encam dide
ji kort û tîjandina mezin di navbera gelên vê navçeyê de di demeke dûr
de.
Van kortan di nav xwe de nakokiyên olî yên xwe nû dikin
xwedî dikin û pevçûnên desthilatî zikmakên xwe ji demborîna dûr ve
werdigre têne nûjenkirin ji bo mêjî bi rêya wê bêne bergekirin.
Naxwe
vejînkirina demborînê bi dîmenên wê yên dirindî hêzên mezin wana
çêkiribûn bi palpiştbûn li ser paşkîtiya gelên rojhilata navîn û
nehestbûna wî ya komî, ji ber ku dîmenên kuştin û sotandinê û lîstina
bi kelaxan û birrîna serî û destan, hatibûn nûkirin ji jêderên dîroka
kevin a li ser pevçûna desthilatî hatibû cîgirkirin , ew diyarbûneke
zelal e ji hişmendiya desthilata nûjen bi dehfandina gelan li hêlûnên
bizdan, tirs û reşepêşbûna hundirî, û metirsîdartir tiştê ku tê
belavkirin ji ezmûnên dîroka tije zorengên sert hatiye birin, yên
xwestin cemawerên kirtanbûyî vegerînin zikê demborîna dirindî li ser
heman kirêtbûn û sertiya xwe,ji ber vê hebûna ricîmên yên ji navendiya
netewî û comî dixwin ew mîna rikberiyekê ne di riwê cîhanê teva de, eger
newe tekoşînkirin, tiştê bi seyr ku hinek dewlet li dor wê dicivin bin
bangeşpêça tekoşîndariya teror û tundirwiyê û ew dewlet bi xwe jêrder û
biperebûyê herdûyan e, li pêş vê yekê pênûs nikare ti guhertineke berçav
pêkbîne û çavên desthilatî yên xwedan hatin û serwerî tenê berve
çawaniya kolegirtina gelan diçe û xwestinên wê taku azadî û vebûnê
sînordar bike.
Wêrankirina jiyanê û dûbare dabeşkirina komên
bazdayî û bicîkirina wan bi rêya guhertina neqşeyan vê yekê bi giştî
bandora xwe li ser ricîma nirxên rewiştî dike û wê berve wêranî û
windabûnê dibe, û bi encamê reşepêşkirina çêbûyî di cengên navxweyî de û
zorenga li gel ricîmên sitemkar, em girsbûna lekeyên neyînî li ser
civakê bi hemî bijardeyên wê dibînin, dema em bûyerên bumbebaranê li
ser gundên nêzî çiyê û çekdaran,qirkirina komek ji xelkê mîna
diyarbûnekê ji berzbûna bûyerê dibînin .
Dirindîtiya desthilatê û
terora dewleta tirk mîna felaketeke rastîn e e ji çi terorekê ku em li
ser biaxivin di derbarê komekê an rêxistineke bi xwe,ji ber ku ti dewlet
nikarin wêna mîna tewaneke terorî binav bikin mînak ( Yekîtiya Ewrûpa)
dema di navbera wê û Tirkiyê de têkiliyên aborî qezencî hebin, ji
Tirkiyê re rê vedike ku her tiştî bike , mînaka herî diyar hewildana wê
ji qirkirina gelê Kurdistanê bi derbasbûna dîrokê herwiha qirkirina
Ermen,Kildan û Aşûriyan di dema desthilatdariya Osmanî de, em vê dîroka
xwînî binyadkirî û dirêjbûyî ta dema niha dibînin, vê yekê bêdengiya
dewletên yên xwe dibînin demukrat û li ser mafê mirovan xwedî derketî ji
Tûrkiya re vê yekê rewa dikin ku binpêkirinan berdema bike .
Bi
vî rengî em dikarin dûriwtiya navdewletî têbighin, herwiha şopandina
êşa gelên yên hewil didin timî êş li ser milê xwe rabkin bi rêya bergirî
û berxwedaniyê.
Armancên sitemkariya siyasî vejînkirina tirs û
parçebûna civakî di navbera cemawerê yê ku li ser roparta desthilatê
dijî , bişanhildanên netewî belav dike û pêdiviya miqatebûnê ji
pêkhatiyên derve yên wêna pesindan dikin mîna biveyekî li ser welêt ,
ev yeka roparta netewî ya Erebî pesindankiribû dema pêkhatiyên ne Erebî
binavkiribû mîna ajan û yên ku hewildidin keysa xwe bînin ji xewinên
yekbûnê herwiha bi peywendiyê ligel dijminên welêt ji bo parçekirinê
xwe amade dikin, herwiha roparta Tirkî a nijadperest yê hemî gelên yên
li Turkiya dijîn mîna tek gelî binav dikin, ji bilî dîtina gelên ne tirk
mîna gelên binî ,xwe kirin e tirk û rehê xwe ne pak in bervajî kesên
yên bi zikmakê xwe pak tirk in , herwiha roparta Farisî yê hemî gelên
ne faris , mîna gellekî Farisî dibîne, li pêş wê bermaya bîrdozî a ku
bîngeha xwe nefretbûn û parçebûna giyanî ye di nav gelan de, em ceng û
nakokiyan dibînin berdewam in û herdemî ne, û li pêş gurbûna wê zanistên
mirovî hewil didin ku bi erkê çaksazê şermok rabin , bê guman ku
roparta olî yê ragehî karîbû bi awayê xwe awantebûn û wêraniyeke girs
durist bike, li hember vê pevçûna bizyayî em ti rol ji zimanê ronakbîrî
re nabînin bi kanîbûna wê an bandora wê li pêş belavbûna penceşêra
Islama siyasî a netewî yên herdû bi rêya desthilatên yên li
berjewendiyên xwe digerin li ser qehfên hênikan ceng û nakokiyan gurtir
dikin .
Koçberî zêde dibe û hevgirtina civakî lawaz dibe dema
tirs dibe mîna derziyekê bin sihên wê qêrîn tên e helandin, ta cemawer
bibin bê ziman û berketin ji bo qet zorkarî li ser ranebe, ji ber rewşên
qirkirina rewşenbîrî û bîrdozî yê ricîma totelîter bi riwê xwe yê faşî
sepa kiribû, jihevxistina civakî bi rewşên herî bedkar di dîrokê de
derbas dibe,ta bê nemankirin û bidawîkirin bi rêya ropartên yên bange
şer dikin ji bo zêde dûrbûn di navbera pêkhatiyên wê, mîna mertalên
mirovî an êzing ji cengên hundir û derve tên e bikaranîn.
Cengê
ku desthilatdaran bi ser Kurdan ve tînin tenê ji ber ku Kurd in û bi
zimanê xwe dipeyivin û li ser axa xwe dijîn ew mîna berbadeke nijadî ye
navdar e bi derbasbûna dîrokê , hesta bi milhurî û zorbaziyê zêdetir
dike û hesta bi nefretê tojtir dike , gelên vê rojhilatê dibin jêre
qurban, ji ber reşepêşkirina a ku ricîmên wan li ser wana sepandibûn û
ew li ser wê wêneya niha ji wan tê xwestin ku gewdeh û hişên wan bibin
alav bi destê wê ricîmê ji bo berdewambûna vê cenga bê hempa , berhinde
xemê desthilatdarê netewî kirîna henasan ,û zêdebûna alîgiran yên wana
dikiribûn peykerên pîroz ji van şerên bê wate re, û em çûna berve
parçebûn û girtinheviyê dibînin mîna nihadiyeke nûbûyî di nav gelên
rojhilata navîn de mîna dirêjiyekê dighe rojhilata binî û dûr, lê
rehnîkirina me ji rohihilata navîn re mîna naskirina aloziyên wê ye yên
herî tevlîhev û bi girêk ve nexasim ku çarem kevintir netew di navbera
çar dewletan de parçebûyî dijî.
Hebûna Kurdistanê parçebûyî li
ser navçeyê nearamiyeke demdirêj sepa dike, ji bilî girtinheviyên comî
yên gurbûyî li vir û wir, herwiha bêzariya roparta netewî ya
desthilatdar ku çareserî jêre bibîne, û binveçûna wê ya dijwar yê ku
pêşeroja gelan dehf dide li heldêrê.
Em suriştiya parçebûnê jî
diyar dibînin di nav civakên rojhilatnavînî de bi giştî û ya Kurdistanî
bi taybet ve, ji ber ew navçeya gurbûyî dihêle bibe felaket li ser hevdû
bê ku bighe jiyaneke bêhtir rêxistin ta li hevdû rûnin ji bo
pişrastkirina xalên hevbeş yê ku lawên tek pirsgirêkê an tek zimanî ji
hevdû nêziktir dike,lê çareya zanyarî di derbaskirina hişmendiya netewî
de ye bi naveroka wê ya desthilatî ji bo vebûna hevbeş di nav van gelan
de yên cîran û bi hevdû ve derbasbûyî bi sedemên dîrokî û erdnîgarî.
Dûrxistina
huneran ji civakan ve ew derbirîneke bi kirina wê mîna êzing ji
aloziyên ku ti kes têde bi sernakevin, berhinde çêdibe em zorengên
rojhilatnavînî têbigin ku ew di beşeke mezin de jê mirinkirineke gelerî
ye ne bi rêk û pêk e ji hilweşandina ricîmên sitemkarî bi awayeke bê
hêvî tije şikestin û hevgarî, beşê din tê diyarkirin bi teqîna
nakokiyên hundirî ji xuristiya ricîma siyasî û têkiliya wê bi derveyê
herêmî û navdewletî re, ev yeka bervajîbûneke bedkar dide civakên tar û
mar yên li ser misoger dibe ku bi metirsî, pepûkî û mişextî bijîn, û em
dikarin vê yekê bizanibin bi derketina çi şoreşgerekî hatiye çiyê û li
paş wî çîrokeke pepûk heye, an bûyerên ku jêre piştrast kirin e ku çi
rê ji rizgarî ji dûriwtiya civakê û paşverotiya wê nîne jibilî dergeha
sirûştê li wir zelaliya a hatibûye winda peyda dibe , çendîn
niştecîbûna mirov li deşt û zozanan destikek bû ji bo jibîrkirina
hevgariyê din û zora wî, li pêş ew fişara desthilatî bi rêya şaxên wê
yên dirêjbûyî ,mebesta min ji vê yekê kedîkarên reftar û rewşetan, em
tenê kesên bazdayî an derdkêş dibînin yên kokê kêşeyê têdighin, koka
kêşeyê: desthilata serkotker e ji ber ew serketibû di garyayîkirina
civakê bi pere, ol û bahatînê û bizdandina wê bi destikên zordarî
,serkotkirin û jinavbirinê, li pêş vê fişarê yê tê pêkanîn ligel
guhertinên demê û gîhiştina civakan ji jêhatîbûnekê bi giringiya tevgerê
û armanckirina rabûn û guhertinê , em hêvî dibînin pêş dikeve û berve
ew pêla bi liv û rizgarbûna armancbûyî ve diçe , li gel wê zorenga
dîrokî di navbera cemawer û desthilata serkotker de li qonaxên din tê
veguhêztin, di nav de tevderbasbûnekî di navbera berjewendiyên dewletên
herêmî û navdewletî pêktê û serdestbûna aborî û guhertina neqşeyan li
gor serweriya xwedî hêzê li ser desthilatê yê li ser hemî deverên
rojhilata navîn dabeşbûyî, lê belê guhertina ramanî a zanyar bi kelemên
rikberiyên serkotkirina desthilatî ve derbas dibe, ew rikberiyên yên ta
radeyekî mezin van civakan dereng hîştibûn, zorkarî bû reweştê ricîmên
rojhilata navîn û Kurdistan bû meydana herî kelyayî û tîjandî bi demê
re, li gel dewletên yên hatibûn e çêkirin ji 1916 ve li gor hevpeymana
Saykis Bîko, yê hîn bermayên wê wêraniyê di deroniya civakên tarûmarbûyî
çêdike, yên hew dikarin ricîmên xwe biguhrin ji bilî bin sihwana
destwerdana derveyî û xwestina hêzên mezin di guhertina neqşeyan li gorî
berjewendiyên xwe, şûnda şanên rêxistinî yên dijber ji van desthilatan
eynî reftarên sitemkar li ser takekesên xwe pêkanîbûn , yên tevlî xebata
têkoşerî bûn ji bo armanca dûrxistina zorkariyên civakî û siyasî yê
xwediyên hişmendiya nêrîtî a sert pêkanîbûn, û hebûna xwe pişrast kirin
ji hebûna ricîmên navendî yên bihane dabûn e serweriya hişmendiya bavanî
hundirê yek malbatê, ev hemî buhaya ew xortê derketî dabû yê ti kunekî
hêviyê nedîtibû dikare bi rêya wê têkeve hundir, li gel wê yê dîl fêrî
kiryarê zîndanavan bû û li ser kesê ji xwe lawaztir pêkanîbû û
herwisa.
Ev reftarên sitemkar mîna agir di gîha de di hundirê li
kirdeyê mirovê paşdeçûyî hatibûn e veguhêztin , tiştek li pêş wî nabe
rêgir ku fermandariya xwe pêkbînê, ji ber ku bindestiya wî rê nedayekî
ku li pêş de here lê bi kesên din re vê yekê dijî û herwisa.
|