Rêber Hebûn
Netewîbûn ji berhema hestekî komî ye bi pêdiviya civînê ve, pêdivî misoger ji sedemên zehmet an sirûştî ve encam didin, mîna hestbûna bi sitemkariyî û nijadpersetiyê ve an xwesteka pêkanîna berjewendiyên pêwîst û bi encama zorengên xwînî ve têgehên netewî rêzimanî binyad bûn, nexasim di serdema netewbûnan de li Ewrûpayê û veguhêztina wê li cîhana Erebî û Islamî.
Siyasetên mandelekirin, pişaftin û têkbirinê belav bûn mîna pêşveçûnekê ji zorenga êlî ve. Bîrawerî bi komê ve , girîngiya wê bi hevgirtinê ve di hundirê tevina
komî de pêdiviyeke xuristî ye bi rêya yekbûna ziman û dîrokê ve ji ber
cîranbûn û hevjiyanbûnê di çarçoveya cîgehê de.
Zanyar li pêş
berdana henasên wanî pêşîn mizgîniyê bi peywendiyên bêhtir xuristî û
kokdayî didin ji her kesekî re bîriya evîn û zanînê dike herwiha jî
vekolîna zanînê, ji ber ew di heyînê de dibînin tevina giştî û komkirî
ye ji mirovahiyê re, ji ber ku giyanê çetetiyê nûnertiya rastiya jiyanê
û armanca wê ya bilind nake, zanînê mîna neteweke fereh û nû dibînin
ne bîrdoziyekê an olekî an ragehekê dikare wana ji hevdû dûrbixîne, ji
ber ew evîn dibînin rêyeke ji zanîna heyînê re ya ewa mîna lutkeya
hatinrêza sirûştî ye , ji ber vê yekê têgehên serxwebûn û rizgariyê û
avakirina dewlet û herêman di qonaxa piştî seretayiya sirûştî de diyar
bû .
Kolekirina mirov bi rêya kedxwarkirina hinirên wî yên
gewdehî ve destpêbû, û ji mafên xwe ve bêpar mabû, ew mafên ku qonaxa
seretayî jêre parastibû, ji dabeşkirina giştî ji destikên berhemkirinê
re, wisa malgirtina taybet diyar bû û bi rengekî ne baş hatibû bikaranîn
ji bo bibe tenê ji hinek tofan re li ser hijmara pepûkî û bêzariya
tofên barketî yên rastî gefxwarinê hatibûn.
Pêdeçûna mirov bi
malgirtinê ve hîşt derdên ezeziyê zêde bibin ji encamê nezanî, bê
xwendin û birçîbûnê ve di heman reng û dûriyên xwe yên koçberî
de,navendiya gelemperatî ji wê çaxê ve hatibû bicîkirin,ev di deroniya
tofên barketî de hestên sitemkarî, koçberiya giran berz kir, li rex
destpêkirina hewildanên avakirina raperînên zanyarî ji bo bidestxistina
mafên rewa yên sirûştî yên hatibûn e xwarin, pişt re wan tofên barketî
ji têgeha netew ve û hatinrêza ji erdê re mîna destikeke dijber dîtibûn
li hember gefxwarina bi koletiyê ve, têgeha netewbûnê ji bo
berjewendiya koma gefbûyî bi jêbirina hatinên wê durist bû, ji ber vê
yekê têgeha netewî gewretirîn şoreşeke zanyarî ye ji kevinê dîrokê ve û
ola ya di çorçoveya peywendiya takekes bi xwedê re ango hêza nepenî ew
felsefa giştî ye a ku ewlehiya hebûnê li hember netebitîbûna sirûşta
gerdûnî ya cîhanî diparêze .
Ev felsefa komî dixwaze mirov hêzdar
be û bi heyîna dadmendiyeke xwedayî girêdayî be ta sawa mirinê li ser
kêm bibe , ji bo hêzbûna henasan û berdewamkirina şerên maf û rûmetê ,
ligel maf û rûmetê xêr zêde dibin û xweşî belav dibe ta mirovê zanyar
nêzikî bedewbûn û şadiyê bibe bi hestbûna hevgirtinê bin siha komê, ji
ber ku pêdeçûna di baweriyê de ziyanê dide û dibe piştgiriya zorkariyê
bi şêweyên wê yên bilêvkirî, deronî û gewdehî ve.
Ev yeka
nûnertiya encamê bilind dike ji zorkariya bawerî re, wateya vê yekê ku
rizgarkirina ji desthilata pîrozbûnê ve mîna rikberiyeke mezin e, ji ber
bi dû wê ve encamên civakî desthilatî hene, berhinde di ol de reweştên
herî kêm hene yên bi rêya wê civak tê kuntrolkirin, ji ber ew ji çêja
giştî re dibêje erê, ji ber vê yekê civak di warê ramanî geş nabe, bi
sedema bandora olî li ser wê û ev yeka bi derbasbûna nifşan ve pê
xweşdihat .
Reftarên olî ketin hundirê partî û ropartên
totelîter, bîrdoziyên wan pîroz bûn wek ku ji ezmên ve bên e xwarê bi vî
rengî ve pîrozbûn cîgir bû û bi ramana netewî û a çepa şoreşgerî re bû
yek , û berî xortan dabûn e tundirewiyê , ev yeka di tevgerên cîhadî de
li ser dirêjî cîhana Erebî û Islamî de belav bû, koka diyarbûna xwe ji
dîrok û çêja navçeyî ve ji wan gelan ve wergirtibû, yên baş tundirewî
li dibistan, zanîngeh û mizgeftan fêr bibûn, buhara Erebî bû goristana
xwedî hiniran dema bibûn êzing ji pîlanên navdewletî re, li gel wê
şûnmaya girtinheviya olî tê nûkirin bi barên wê yên giran ve ji dîrokê
ve, ev ji encamê girêdana mirov bi pîroziyê ve ye bi rêya deqa olî yê
zehmete şoreş li hember wê bête lidarxistin, ji ber bibû derdê dijwar û
har li hember çi ragehekî ronakbîr û rikber, vedixwînê ji şiyarbûna
zanyarî re û çalakirina hizr yê pergalên baweriya zengirtî wêna
derizandibû.
Ji ber vê yekê şîretên olî bi giştî ve bi destê qata
fermandar ve ye yê keriya civakan birêve dibe, û nerîna giştî saz dike,
û gelan kuntirol dike yên xizanî û desthilatbûnê dikşînin û bibûn
lîstokekê bi navê cenga pîroz ve, cîhad û xweda, (Talanên Islamî û
xaçî).
Bawerî berve sertiyê tê rêvebirin, ne tenê di çarçoveya
pêywendiya takekesî di navbera mirov û xwedê de,li gel wê em sedan
erkranên olî û ragihandinî dibînin beranberî tevgerên olî çi veşartî
û çi çalak têne birêvebirin li gor xwestinên kesên serwer, li gel wê
hebûna mîkrûba baweriyê bikartînin yê bi kûrahî û rêk û pêk ve
derbasbûye li hundirê hişên tofên civakê yê bi rêya hebûna wê xort tên e
artêşkirin û dehfandin ji zorengên cuda ragihandina berçav wêna xwarin
dide, eger ew bandora dîrokî li ser civakê neba wê ew hêzên yên li ser
aboriyên dewletan serdest wê ew bihane ji cengê re bi derbasbûna dîrokê
ve nedîtibana , ji ber vê yekê deqên pîroz mirovan birêve biribûn li
koçberiyeke komelgî ji dema niha ve, û dibûn kelem li pêş derfeta
dîtina alav û rêyên sererastkirinê û rêvebirinê û hevjiyana di navbera
mirovan de.
Ev deqên yên têr ji sertî û bizdanê vexwaribûn ne
tenê bi bûyerên dîrokî ve girêdayî bûn lêbelê hatibûn e belavkirin û kûr
bi nîşanên wê ve hatin girêdan ta li ser taybetiyên oldaran û kiryarên
wan serdest bûn , li rex reftarên wana jî , li cem wan amadebûnekî
suriştî peydabû ji dijminatiyê re , em tengbûna asoyê dibînin herwiha
bersiva tund yê aşkere dike li ser evqasiya bandora ol li ser çêj û
şêwaza jiyana bawermend, ji ber ew amade ye ji tundiyê re , ji ber vê
yekê zanyar dixebitin li ser rizgarbûna xwedê ji têgehên mirovî ve yê bi
rêya wê xwedê hate mirovkirin bi awayekî ve li ser sertî û diljêçûnê
xelk tên e dehfandin. Rojhilata navîn di nav argoşa kelbetana
hevgirtina dîrokî ya pîroz de ye yên di navbera herdû ragehên Islamî
Şîe û Sunne de û hebûna ragihandineke olî berçav rêyên girtinheviyê
birêve dibe, cemawerên xort xwarin dide ji bo bimînin êzing bi rêya
deqên yê xwînrijandinê pîroz dikin, mêrên ol li hember zanyaran û
zanistên wana sekînin, û li dijî felsefeyê derketin, bê guman ev yeka
encamên wê hene li ser civak û navnetewan, civakên Islamî êdî di
tenahiyekê de dûrî sivîlbûnê dijîn, bi lez dibin qurbaniyekê ji
siyasetvanên desthilatdar ve li hemî rojhilata navîn, desthilatên
serkotker di bandora olî de dîtin gerentiyekê ji serdestbûn re û hebûna
li desthilatiyê , piranî deqên olî piştgiriya bişanhildana fermandariyê
dikin, bihaneyên pîroz ji bo serweriya fermandarê navendî ya totelîter
didin ji bo berdewamkirin serdestbûnê û rewakirina gendeliya tofî.
Damezrandina
jiyanê li ser bîngeha zanînê ew damezrandina mirov e bi rêya rizgarbûna
wî ji nexweşiyên tevlîheviyan û desthilatiya ya bihêztir, bi vegera
nirxên şaristaniyê ji nû ve, ji bîraweriyeke nû ve û jiyaneke baştir ji
hemiyan re û rêxistineke bi hebûnê ve lihevhatî , rêxistinkirî û bedew ,
yê jîndarê mirovî bi nirxan ve xwedî dike, evîn di vê derbarê de dibû
xwedayekê ji hemî nirxan re yê mirov ji heyînê ve wergirtibû bi
derbasbûna rêya wî ya dirêj û zehmet ve.
Berdewambûna goçeriya
zehmet ji mirovê şaristan re ew berdewamkirina nameya evînê û
bilindkirina zanînê ye, û çi avahî eger li ser tekûzbûna evîn û zanînê
newe damezrandin ew avabûneke şêweyî ye mîna hilweşandinekê ye bi
awayekî ji awayan ve, ji ber vê yekê pêdivî ye vegera li evîn û zanînê û
miqatebûna hebûnê ta jîndar hebe, tekûzkirina evînê bi rêya bicîkirina
rewişta yê ji mirov re destketî û bermayê wî ezber dike, ev yeka bi
miqatebûna li cîgehê tê pêkanîn bi rêya rawestandina ceng û genîbûna
cîgehî ve.
Zanyaran bawer dibin ku bedewbûn di xêrê de ye, ji ber
wê dixebitin ji bo jinavbirina çavkaniyên metirsiyê, bawer dibin ku ti
rev ji derbaskirina wî nîne, bedewî di xêrê de diçînin û di wan de tîrêj
dide, di tiştên pûç de dibînin ku ew têne jinavbirin bi rêya dîtina
ramanên sirûştî ve, ji ber vê di hinira hundirîn de dibînin ew hêviya
tek e ji nûkirina henas bi zanînê ve.
Zanyar bi afirandinê ve li
pêş dikeve, ew di afirandinê de dibîne mîna zanista sazkirina azadiyê
ye û rêyeke nû ye ji bikaranîna alav û tiştan re başî û miqatebûna
bedewbûn û niviştê li cem aşkere dike, ew li pêş tê, bi bedewî û
giyanekî pak ve berve guhertina tiştê ku dereng ma û nehate guhertin,
timî bi pêdiviya bihinferehiyê ve di derxistina biryaran de bawer dibe.
Ew bi jiyanê ve radibe ji ber ku jiyan bedew e di sirûştiya xwe de, wê bedewtir dibîne dema destê xwe li ser datîne.
Zanyar
xuristî ne ji xwestinên xwe ji jiyanê re, derbasî saziyan dibin û xwe
hêja dibînin bi guhertina sazî, partî, komel û komkaran ve ta bibin
navikekî nû nûnertiya giyanê hebûn , zanîn û evînê bike.
Ew
dibînin di çi rêxistinî an sîstemeke civakî an aborî de eger zanînê ji
bo evîn û hebûna giştî ji xwe re neke armanceke bilind , ew dibe mîna
hêzên tarî , ji bo hingeme, tîjandin û diljêçûn û belavkirina cengan
dixebite, yê bi nezanî , paşveçûn û tundirewiyê ve peywendîdar e û ev
nirxên bedewbûn, xêr û mafê têkdibin.
Derketina zorengan bi
derbasbûna dîrokê ve mirov ji taybetmendiyên xwe yên xuristî ve
dûrxistin yên ew bîngehên pêşîn in ji hebûna mirov ve mîna jîndarekî
azad civakî û bi zanebûnê ve girêdayî, wergirtina mirov ji hemî mafên
xwe yên sirûştî û rabûna bi erkê xwe ve ji taybetmendiyên jiyankirina
zanîn û evînê ne û nêzikbûna ji rastiya zanyarî ve ye,yê bi yekbûna
hebûnê ve tê diyarkirin.
Şoreşa rastîn di jiyankirina evîna
sirûşî de cîgir e, ji bo hebûnê û parastina wê, û baweriya rastîn bi
binemaya hevjiyana aştiyane ve di navbera gelan de.
Kuştin ew
kuştina mirovahiyê ye û birrîna başiyên wê ye û nankoriya bi
destkeftiyên wê ve ye û sitemkarî mandelekirine ji jiyana xweşiyê re û
hevkarî bi bobelatê re ji binpêkirina bedewbûn û niviştê ve ye yên ji
nirxê rûmetê ve derketî, û ev yeka ji dilsoziya mirov bi xwe re û bi a
din û tev jîndaran re derdikeve.
Tewanbarî nezaniyeke kor e û
derdekî mezintir e îro li pêşiyê lêkolîner sekinî ye, yê li pêşveçûna
ramanî, deronî û rewiştî digere, û ji vir ve hebûn û evîn bû û zanîn jî
herwiha peydabû.
Û erkên zanyaran pêşî ku çi kesê aramiya cîhanî
û hestbûna bi reseniyê ve winda kiribe biparêzin , ji ber ew tişt di
evîna sermedî û nû de heye ji jiyan, erd û komê re yê jîndaran bi hevdû
ve girêdidin, hevgirtina di navbera koman de pêwîstiyeke jîndarî ye ji
bo pêşveçûna bi bedewbûnê ve, û zanîn li ser yekbûna mirovahiyê dixebite
taku taybetmendiyên xwe yên cuda bin siha jiyanê bijîn.
|