Nivîskar: Muhamad Zade Werger:Bavê Zozanê
Festîvala Helbesta Kurdî
Ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve li navenda Komeleya Hêlîn Essen hate vejandin 21.10.2023
-Carekê hevalekî min wisa ser posteka min nivîsî (Merov wilo dîrok ê dinvîse min xwend hûn jî bixwênin)..
Eynê gotinê ez jî ser gotara mamosta Muhamad Zada dibêjin ,((merov wisa dîrokê dinvîse min xwend hûn jî bixwên in.))..wergêr
"Nasname "
Festîvalên helbestê platformeke edebî ye ku ji aliyê
hin nivîskarên ku bi ziman û çanda gelan ve mijûl in û piştgiriya
tevgera helbestê dikin, hatiye afirandin.
Ev platform û çalakiya
ku dibe eger çend katjimêran bidome yan jî dirêj bike, lê encama hewldan
û pêwendiyên bi dehê heftiyan e ku di çaxê hinên din li malê
palvedane yan jî xwe ramedandin e - ew wek guldanka di qorzîka pencerê
de ne.
Ji bo lidarxistina çalakiyên wiha hişmendiya çandî û
canekî sivik hewce dike ji ber ku ti dikare van rewşenbîran van
helbestvanan vî miletî kom bike ku partî û dezgehên me nikarin vî karê
qeşeng bikin encax di şahiyan yan di şîniyan de karin wan kom bikin.
Vêce di baweriya min de ger hûn karibin vê hejmarê di hundirê salonekê de bicivînin serkeftiyek mezin e.
Tişta
herî girîng û balkêş di vê festîvalê de ew bû ku serokê festîvalê û
endamên rêveberiya festîvalê rola çavdêr rakirin nelîstin, lewma
beşdarbûn ji her kesî re vekirî bû , û eve jî serkeftineke ji bo wan,
ger komîteyek xwendinê hebûya ku nivîsên beşdaran qebûl bikira, dê
festîval têk biçûya, ji ber ku em wek cemawer helbestên ku komîta
xwendinê jê hezdikir me yê guhdar kirbane, û ne bêçarim ku ji wê
helbesta ku çavdêr hezkiriye ez jî hez bikim.
Platformê hemî
helbestvanê beşdar pêşkêş kirin ku piştgirî da serpêhatiyên wan ên
curbecur di asta helbestî û hunerî de û bi vî awayî xizmet û navtêdana
wan kir ku sûdwergirtina ji ezmûnên pêşêşkirî yên baş û çak bikin.
Ya
girîng di van festîvalan de vejandina wan e ku ew bi demê re bibe
kevneşopiyek, ku dê beşdar û kesên ku beşdar nebûn bi xîret li ser
projeyên xwe yên helbestê ji bo festîvala din bixebitin. Ku bibe mîna
pêşkêşkirina kurtefîlmekê di festîvalê de ku bibe pirek di navbera huner
û temaşevan de û di navbera nivîskar û xwendevan de.
Di
piraniya festîvalan de xwarin tê pêşkêşkirin û em jî li Kolnê, Dezgeha
çandî ya Ta`an, xwarinê pêşkêş dikin, ku ev yek mîna simboleke
kevneşopîye ji rêzgirtina mêvanan re.
Bi taybetî li vir, li ewropa,piraniya mêvanan ji deverên dûr tên.
Têkilya
beşdaran, li vir bi şêwaza jiyanê ve girêdayî ye, ji ber ku mirov
nikare sê rojan ji mal dûrbe û ne jî komîta çalekiyan dikare mêvanan sê
rojan li hev kom bike , wisa jî wan bi cih û av û nan bike .
û
ji ber vê yekê rêveberiya festîvalê biryar da ku di rêbaza flashback de,
bi qasî ku karibe helbestvanan pêşkêş bike û derfeta çend xulekan de
ezmûneya wan ronî bike.
Di mijara nirxandinê de jî ev yek ji du
aliyan re hatiye hiştin (rexnegir eger hebin û temaşevan) Ji bîr nekin
ku zeman kat û dem garantiya herî baş e ji bo ronîkirin û parastina
berhema helbestî ya baş, lê berhema xerab dê piştî çend rojan wê were
jibîrkirin.
Li vir rêvebiriya festîvalê bi ser ket, di
nenirxandina serpêhatiyên helbestî yên bebeşdar de, bi zanebûn tevgeriye
û tenê wan pêşkêşî xwendevan û cemawer kir û dê hezkiriyên helbestê
dawî wê wan helbestan bişopêne bi alavên hunerî û pêvanên rexneyê wê
bêne başqekirin û ji berhevxistin.
Ez li vir hêvîdar im ku em
awayê rûbirûbûna her bûyereke çandî biguherînin.Yanî eger kesek heye ku
bixwaze rexneyê bike bila gotareke rexneyî li ser berhema beşdaran
binivîsîne da ku em sûdê ji rexneyên wî werbigirin.
Dawî rexna mehrecanê bi vî rengê ku dibe meteloka kurdî tîna bîra min (dawet li gundekîye û def li gudekî diye)