Roja Yekþemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina
Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes
wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji
kesayetiyên civakî û rewþenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl,
herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê û
resmên behî û sersaxiyên revenda Kurd li Ewropa, û piþtî gengeþeyeke
fireh û dirêj, tevaya amadadebûyan yek deng bûn li ser ko bangewazekê
arasey revenda Kurd li Ewropa bikin, ko bargiraniya sersaxiyan sivik
biki, li gorî van xalan:
1- Em dixwazin ko ji bo kesên bêtir ji 100 km an, yan jî bêtir ji demjimêrekê dûr bin, tenê bi medya civakî sersaxî û behînameyên xwe pêþkêþ bikin, li þûna hatina salona sersaxiyê . 2- Baþtir e ko dem û demjimêrên sersaxiyê bêne xuyakirin, çi li gorî dema havînê, çi li gorî dema zivistanê . (Ji saet 13.00’an heta 19.00’an dê þîn bên pêþwazîkirin). 3-Hilanîna dana xwarinê li cihê sersaxiyê, ji ber ko gelek pare lê tê xerckirin, û ji bo gelek malbatan dibe sedema giranî û zehmetiyan, li þûna wê, em dibînin ko giring e wan pareyan ji xelkên me ên li welat re biþînin, wê çêtir zehmetî û giraniya jiyanê li ser wan sivik bike, di van merc û rojên dijwar û zehmet re dijîn . Em gelekî hêvîdar û daxwazkar in ko hemû malbat û kesên revenda Kurd li Ewropa beþdar û alîkar bin da em hemû bi hev re karibin vê projeyê cîbicî bikin, û bibin serî, ji ber ko bêguman ew di berjewendiya revenda me de ne, û barê her kesî sivik dikin. Em bihêvîne ko xelkên me di daxwaza me de têbigihên, û bi xurtî piþtgiriya vê gava giring bikin . Dortmund, 03.12.2023 Komîteya amadekar
|