Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

BEHÎNAME: Nûçeyek Xemgîn

 


Îro 19.12.2023, Helbestvan û Nivîskarê Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê Mamosta Mûsa Zaxuranî yê navdar bi (Bavê Gulê) li Hewlêra Paytext koça dawî kir.
Mamosta Mûsa Zaxuranî, xelkê devera Qamişlo ye û li sala 1955 li gundekî nêzîkî Qamişlo ji malbateke kurdperwer jidayîk bûye.
Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û karê mamostayê (perwerde) kiriye, û 3 pertûkên çapkirî hene, bi egera nexweşiya xwe di jiyê 68 salî de, îro roja sêşemê 19.12.2023 li nexweşxaneyeke Hewlêr çû ber dilovaniya Xwedayê mezin û xatirê xwe ji diniyayê xwest.
Bila cihê Mamosta Bavê Gulê behişta pan û berîn be û serê malbata wî û gelê kurd sax û selamet be.


Qamişlo 19.12.2023

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

.....

Kurtejiyana helbestvan Mûsa Zaxuranî..
Helbestvan û nivîskar Mûsa Zaxuranî , Mûsa Osman Xelef naskiriye bi Mûsa Zaxuranî di sala 1955 an de hatiye jiyanê, li gundê letîfiyê, li ser sînorê tirkiyê û sûriyê, rojhilatî qamişlo bi 8 k.m.
Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwend, û her şeş salên din li dibistanên qamişlo xwend, û di sala 1973 an de bekeloriya wergirt.
Li çend cihên din gelek korsên xwendinê birine, nemaze li ser markisîzmê û tevgera karkerê cîhanê û aboriya siyasî … hd.
Her di wan korsan de di nav yekemînan de bû.
Ji sala 1969 an ve helbest bi kurdî û erebî hûnandin e.
Di gelek rojname û kovarên kurdî de nivîsiye, û helbestên wî hatine bilav kirin di van kovaran de : ( metîn – sitêr – gelawêj – gurzek gul – zanîn – peyman – rojhilat – peyv – xebat – teaxî – roj … hd ).
Di hemî festîvalên helbestî de beşdarî dikir û di hemî bîranînên xebatkarên kurd û şîn û şahiyên gelê kurd de amade dibû.
Endamê komîta mehrecana helbesta kurdî li sûriyê ya sala 2007 an de, yek ji damezênerê koçka qamişlo ya çand kurdî ye.
Hemî cûrên helbestê û li ser pir babetan helbest hûnandine, û gelek êş û girtin û lêdan xwariye di ber kêşa kurdî de.
Her wiha di sala 2011 de ji ber ku beşdar dibû di hemû xwepêşandinên li dijî rêjîma sûrî çi bi şev û çi bi roj, û dema ku ji herêma kurdistanê vegeriya li qapiyê qamişlo û misêbînê hate girtin, bi zinan zindan gerandin ta li zindana ( el feyha ) qefandin, her di wê demê de gelek zorî û lêxistin û êşandin û işkence kirin dîtiye, û her li hemû navend û senterên polîs û emin û asayîşan de lêdan ji rêjîmê xwariye û zor lê hatiye kirin ji qamişlo ta zindana ( filestîn ).
Her wesa ji bo mafê gelê kurd û kurdisanê di gelek şandan pişikdar bû û her li pêş bû, û diwemîn lîste ya ku li ser rewşa pirsgirêka kurd li sûriyê radestî serok wezîrê hikumeta sûriyê yê wî wextî ( ebdulreûf el kesem ) kiriye.   
Berhemên çapkirî ev in :
1 – Govendek Helbest.    Helbest    2009 Z.
2 – Bûka Helbestan.   Helbest    2022 Z.
3 – Landika Helbestan. Helbest 2023.  Xelat û bawernameyên ku wergirtin ev in :
1- Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S
2 - Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.
3 - xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.
4 - Xelata rêzlêgirtinê ji şaxê Duhokê yê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriyayê sala 2022 Z .
5 - Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa ( NRC ) ya Emrîkî.
6 - Xelat sendîka hunermendên Kurdistan - Rojava.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark