Ereb Ereb HorêTinazê xwe li min bike, ji te
Dilteng nabim, sibe wê hinek
Li te jî bikenin, çarlepiya te
Li bîra te tê, dema tu diveterisî
Laliya mast bi te ve dirijiya
Tîqetîq bi ser malê diket
Min jî carcaran, li kolanê mîz dikirWeku nimûne, ew roj ji me
Þemitîn, ta nuha jî ji me diþemitin, heyran
Þevan jî bihijmêre, ma roj
?Bi tenê temen dixwin
Nuha ne ez, ne tu
Em ne em in! Nuha li Efrînê
Bazekî bêbask, pencê wî demûþ
Nikilê wî, di nava kevzê de
Ez im
Þingal jî êdî ne pakîze ye
! Birako
Wîîî ji bîra min çûbû, min ji te re
Negot li Kerkûkê çi bi serê
Min hat, hama baþbû te ne dît
Gewriya min zuha,lûle li nav
Çavê min
!Tilî li ser surmê, gidiyano
Te digo qey ez kurê jinbavê me
Bazirgan jî, li wir kombûbûn
Nîzîkî rê dimîztin.
&&&&&&&&