Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beþîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giþtî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêþkêþ bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.
Bername bi hestên kurdewarî û govendê bêdengiya salonê þikand. Li dawiya bernameyê çalakvan Dayika Çelengî bi helbest û stranan dilê hemûyan xweþ kir.
Pir bi dilxweþî min ev karê hêja nirxand, bi hêvî me ko hemû jinên me û bi taybetî li welatên biyaniyê karibin evî rewanê kurdewarî di zarokên xwe de biçînin.
Em li evan welatan hevgirtî bin,
bi hev re bixebitin, piþtgiriya hevûdu bikin. Hezkirinê di navbera xwe
de çêbikin, her çiqas em rêzê li hev bigirin û piþtgiriya hev bikin, em
dê hemû biser bikevin.