Temoz ÞEMALÎ
Erê becawîþo
surûdên azadiyê
li ser doza nevegerê
bi tîrêjên hermirovahiyê
bineqþînin,
ji bona mizgîniya dazdehê avdarê
li siwarê ling windayî kin
û hezar ramûsanên
bi bihna nêrgizên Efrînê þil
li ser riwê wî biweþînin
û bêjinê
hînê ewên ku
li parçeyê lingê te digerin
westahî bi baweriyên xwe
þewitandin e.
Bêjinê
hînê ewên ku
li siya giyana hevalên te
rûniþtine
ji pêþerojê re xweþbînin
û jîna berxwedaniyê bê herahera
bi nirînên li dûr didomînin.
Li ZAPê
li Avaþîn
paytexta awaza sûlava
pelên darên þahiyê
bihna azadîxwazan
her xweþ dikin.
Erê becawîþo
vaye ez têm û dem buhar e;
li ser piþta min
barek ji silavên girtiyên azadiyê,
ji bona strana( ez Xelef im)
bi we re bistirêm
û sema xwenasiyê
li rex volkanên evînê bikim.
Ji her kesên ku
bi bîranîna avdarê
serxweþ dibin
û ji vêketina sî û pênc mûman re
serî ditewînin,
ji yên bi bîstina navê Mizgîna hefdeh salî
kesereke kûr dikþînin,
ên ku ez nasnakim
ên ku ez nasdikim
bi ser we hemiyan ve
goþiyên gulên rêzbendiyê diweþînim.
Ezê hemî wênekêþên cîhanê bicivînim
bi zêrava dilê dayîkên dilsoj
ji zarokên Cindirêsê re,
ji keçikên Amodê re,
û þêrên becawîþ ên Qamiþlo re
wêneyeke zêrî
li ser riwê rokê
bineqþînin.