Ebdisemed mehmûd ( bavê helbest )
Xweziya mafê temen neba
Xwezya ew mêrxasî heba
Tirsa min þûrê civakê
Wê evîn ana berze ba
Xweziya min karîba bêjim
Ji herdû çavan dirêsim
Evînek serketî sipî
Wê bask û perê min heba
Xweziya ev dil biba firok
Yan girover biba gilok
Li ber ba li ber bahozê
Minê ew jê re þandiba
Xuezya li paþbana dîrok
Nû li min gerya ba zîzok
Þêrîna bejna helestê
Vînos û eþtara miba
Xweziya ez nedûrê dûrbim
Di rewþêde kûrê kûrbim
Girêdana ziman vebî
wê tacek serê min heba
xwezya dil hemberî dil be
destê wê li ser yê min be
bela cîhan tev li ser be
wê evîn bide ser teva
xwezya dema dibistanê
xwendin û gera biyanê
silav û name jêre ba
xame û pirtûka miba
pêdare bûka dimdime
þêrîne helbesta mine
ji yek tovî em hatine
yekin ji dê û ji bava
Qamiþlo 19/1/2008
Helbestvan-98@hotmail.com