Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Nûçe: Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg)


Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Þilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêþ rabe.
Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin.
Hin endamên Komeleyê jî xwebexþ dê piþtî hilkirina agirî diyariyan li ser zarokan belav bikin.
Bername wê bi govend û þahiyê li dora agir xweþtir bibe.
Em ji amadebûyan hêvî dikin, paqijiya navenda bajar û ewlehiyê biparêzin.
Dîsa jî, em ji Kurdistaniyên xwe daxwaz dikin ku ahenga xwe bi aramî û xweþî pêk bînin û wateya Newrozê nîþan bikin.

Bixwîne...

Nûçe: Ahenga Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî


Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beþîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giþtî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêþkêþ bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.
Bername bi hestên kurdewarî û govendê bêdengiya salonê þikand. Li dawiya bernameyê çalakvan Dayika Çelengî bi helbest û stranan dilê hemûyan xweþ kir.
Pir bi dilxweþî min ev karê hêja nirxand, bi hêvî me ko hemû jinên me û bi taybetî li welatên biyaniyê karibin evî rewanê kurdewarî di zarokên xwe de biçînin.

Bixwîne...

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)


Piþtî salekê ji damezirandina Komeleya Kurdî-Elmanî, evro 17.02.2024an li bajarê Þilêswîg (Schleswig) konfiransê salane yê komeleyê lidar ket. Endam û berpirsiyarên komeleyê li ser xalên giring raswetiyan, kar û çalakiyên sala bihurî 2023an nirxandin û li ser rewþa nexþexebata dahatî peyivîn.
Di civînê de li ser çalakiyên sala nû û bi taybetî Newroz û agirdadana êvara Newrozê û li ser pêþingeheka kevalan ko du þêwekar ji hêla komeleyê dê li salona kulturan kevalên xwe pêþdîtin bikin, ev babet û gelek babetên din bi þêweyekî dîmuqratî û rêzgirtin hatine gengeþekirin.

Bixwîne...

Nûçe: Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya Sala 2023yan Radestî Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah Kir


Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Þerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.
Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja þemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya salane di ahengeke taybet de li bajarê Amûdê, hola Arta Kafê "Xelata Þerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî", bi destê mamoste Konê Reþ diyarî zimannas û nivîskarê kurd Deham Ebdilfetah hat kirin, ji bo ked û xebata wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de.

Bixwîne...

Nûçe: Hejmara (20) a Kovara Þermola Derket


Hejmara (20) a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Cewher û girîngiya wêjeyê) ye, ji pêþekiya hejmarê:
"Wêje xwedî girîngiyeke mezin e, ya herî girîng jî ew e ku wêje têgihaþtina giþtî ya civakê zêde dike, her wiha derfetên hînbûna li ser rêya jiyanê û civaka ku em tê de dijîn berfireh dike. Di heman demê de dibe alîkar ku çawa em çareseriyan peyda bikin û bi çi awayî bi pirsgirêkan re mijûl bibin. Di mijara naskirina mîrata dîrokî ya welat û neteweyan de rê li ber me vedike, û bi rêya wêjeyê em xweza û taybetiyên civakan ji hemû hêlan ve baþtir nas dikin.
Edebiyat ango; wêje girîngiya xwe ji danasîna heqîqetê tê, û ji dahûrandina jîwariya heyî bi pêþkêþkirina modelên cihêreng ên mekanîzmayên fikrandinê, çi di asta kesan de be yan jî di asta civakê de be, di çarçoveya bûyerekê de dikare bûyerên ku hîn neqewimîne jî ango dê biqewimin raxîne ber çavan û encamên wan jî texmîn bike. Edebiyata ku xwedî asteke bilind be girêdaneke xwe ya rasterast bi perwerekirinê ve jî heye, dihêle ku kes ji cîhana xwe ya teng derkeve û ber bi cîhaneke berfirehtir ve biçe, hiþê wî ronî dike û bi perspektîfa xwe têgîhatþtin û pêznîna wî geþ û dewlemend dike...…".

Bixwîne...

Nûçe: Bangewazek ji bo sivikkirina bargiraniya sersaxiyê di civaka revenda Kurdî de li Ewropa


Roja Yekþemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewþenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê û resmên behî û sersaxiyên revenda Kurd li Ewropa, û piþtî gengeþeyeke fireh û dirêj, tevaya amadadebûyan yek deng bûn li ser ko bangewazekê arasey revenda Kurd li Ewropa  bikin, ko bargiraniya sersaxiyan sivik biki, li gorî van xalan:

Bixwîne...

Nûçe: Roja Çîroka Kurdî.. Pêþbirkek di meha þeþê de ye


Kurteçîrok yek ji hunerên vegêranê ye, ku serbor û serpêhatiyên mirov di çarçoveyeke hunerî de pêþkêþ dike, çi bi awayekî riyalîzm (waq`igerî) yan jî bi awayekî aþopgerî û bi roleke mezin û serekî di dariþtina hiþmendiya civakî, rewþenbîrî û siyasî de lehîstiye û hîn jî dilehîze.

Dirustkirina hest bi xweþiya hunerî û geþepêdan û werarkirina xeyala kesê guhdêr, yek ji qazanc û mifayên here giring yên kurteçîrokê ne û dibe aliyê temamker yê zanînê, ku mirov zanînê li ser tiþtên neyî (aþopî) ava dike, berevajî zanîna ku bi tenê li ser tiþtên heyî ava dibe.

Bixwîne...

Nûçe: Rêxistina Helebê ya Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê hevdîtinek rêzanî li darxist


Di êvara roja Þemiyê / 4 / 11 / 2023an de Rêxistina Helebê ya "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" hevdîtinek rêzanî li Parêzgeha Helebê - Taxa Þêx meqsûd li darxist.
Di hevdîtinê de hejmarek ji partiyên siyasî û komeleyên rewþenbîrî , civakî û xizmetgûzarî , herwiha hejmarek ji kesayetiyên welatparêz û niþtimanperwer beþdar bûn.
Di destpêkê de heval Hiþmend Þêxo Endamê Komîta Navendî ya partiya me xêrhatina þandên partiyên siyasî , kesayetiyên welatparêz û tevahî beþdaran kir. Hevdîtinê bi xulekek bêdeng li ser giyanê mamoste Ebdilhemîd Derwîþ û hemû Pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir ,

Bixwîne...

Nûçe: Vexwendin


Bi piþgirtiya YNRKS em we vedixwînin þahiya imzekirina herdû berhemên nuh ên nivîskar û helbestvana Kurd Mizgîn Hesko

Navnîþan:
Voklkshaus Milse
Elverdisser Str. 36
33729 Bielefeld
Roja yekþemê 12.11.2023
Demjimêr: 14.00


Bixwîne...

Nûçe: Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne)


Ebdûlazîz Qasim

Duhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, bi berheviya hijmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û bi piþtgiriya Komeleya Rewþenbîrî ya kurdî li Wolfsburgê, mihrecanek bi rêkûpêk yê Helbestê bo saxkirina salyada koça dawî ya Mamosta Cegerxwîn, bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û kesayetiyên kurd ji wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesayetiyên civakî û herwisa bi amadebûna Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya jî hate lidarxistin, û têde çend helbestên kurdî ji aliyê çend helbestvanan ve hatine xwendin, zêdebarî çend peyv û stranên kurdî jî hatine pêþkêþkirin,

Bixwîne...

Nûçe: Mehrecana helbesta Kurdî


Yekîtiya giþtî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye we vedixwîne Mehrecana helbesta kurdî
Emê li benda we bin di roja 21.10.2023 li bajarê Essen -Almaniya demjimêr 13:00
Mehrecana isal wê bi rengekî kurdistanî lidar bikeve ku helbestavanên me wê ji seranserê kurdistanê beþdar bibin
Bi hatina we em dilþad in.

Bixwîne...

Nûçe: ”Pênûsa Nû” hejmara 106an


Hejmara 106 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijý̂ nivý̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerý̂n, Ziman, Dý̂rok, Lêkolý̂n,
Folklor û Helbestan jý̂ bixwý̂nin..
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
- Dîsa agirê Jîna -Mehsa Emînî - belav dibe li deverê/Merwan Mustefa.
Gotar û Nerîn:
- Rojava ne Nîgorno Karabaxe!/ Dr. Heval Mîro  
- Serkeftin Û Têkçûn/ Xemgîn Remo
- Kurdistan/Nêrgiz(Diya Þiyar)

Bixwîne...

Nûçe: Vexwendinek Giþtî


Bi çavdêriya hijmarek helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û bi piþtgiriya Komeleya Çanda Kurdî ya Wolfsburgê, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya helbestvanê navdar yê kurd Seydayê Cegerxwîn, Em dê Fîstîvalekî bo Helbesta Kurdî bi beþdariya çend helbestvanên Kurd li derveyî welat lidar bixin.
Em bang li helbestvan, nivîskar, rojnamevan, hunermend û lêkolerên edebiyat û ziman Kurdî, herwisa bang li kanal û dezgehên ragihandina Kurdî jî dikin, bo beþdariya vê hilkefta rewþenbîrî ku wê li roja Yekþemê di 22.10.2023yan de li demjimêr 14:00 li salona Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburgê wê lidar bikeve

Bixwîne...

Nûçe: Rêxistina Þehba ya Partiya Pêþverû civîna xwe ya rêxistinî li darxist


Di dîroka / 29 / 9 / 2023an de Rêveberiya Rêxistina Þehba ya partiya me "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîþ û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
 Di destpêkê de heval Menan Hebeþ bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.

Bixwîne...

Nûçe: Komela Rewþenbîrî ya Kurdî li Münster beþdariyê di Festîvala Civakî û Kultûrî ya li Bajarê Münster dike


Raport: Dilbirîn Þingalî

Bi serperiþtî û çavdêriya Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kultûrî  li bajarê Münster ( Integrationsrat ) û ( KI - Kommunales Intergrationszentrum ) duh Þemî 30.09.2023  Komela Rewþenbîrî ya Kurdî li Münster beþdarî di Festîvala Salane ya ( Interkulturelle Woche ) de kir, têde tev Komele û Saziyên Cihanî li bajarê Münster Xwarinên xwe yên Folklorî û çend parçe Muzik û dîmenên balkêþ hatin nimayiþkirin û pêþkêþkirin. Girînge bînin ziman; ku ev roj di keþ û hewayekî þayiste û þaristanî de derbas bû , em jî binavê Komela Rewþenbîrî ya Kurdî li vî bajaî pir ji Dil sipasiyên xwe arastey tev wan Xêzanên Kurdistanî yên Dilsoz, Neteweperist û Nîþtîmanperwer û resen dikin ji bo hestê wan yê Netewî û piþtevaniya wan bi umêda em dîsan li hev bicivin û kar û Xebata xwe bikin ji bo xizmeta Gelê xwe.

Bixwîne...

Nûçe: Ahenga danasîna Komeleya Kurdî-Elmanî û Salvegera Rêfrandoma Kutrdistanê


Roja înê 22.09.2023 li bajarê Þilêswîg (Schleswig-Flensburg) bi ahengeka balkêþ û pir hêja Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) ahenga danasîna Komeleyê lidar xist.
Aheng demjimêr 17:00 dest pê kir, bi amadebûna Birêveberê Fermanberiya Penaber û Koçberan birêz Nîls Vînkê (Nils Wienke) û nûnerê Birêveberê Þaredariya bajarê Þilêswîg rêzdar Vogt(Herr Vogt) û nûnerê Partiya Kêmnetew ya Danîmarkî (SSW) rêzdar Prêbên Mogênsên (Preben Mogensen) û Endamê parlemanê Herêma Kurdistanê rêzdar Idrîs Ismayîl û hejmareka kesayetiyên bajêr ji Kurd û Elmanan amade bûn.

Bixwîne...

Nûçe: Pirtûka (Kurdîka) di demeka nêzîk de dê roniyê bibîne


Ezîz Xemcivîn

Evro, bi fermî girêbesta pirtûka Kurdica (Kurdîka) ya nivîskara Kurd Þîlan Doskî digel weþanxaneya J&J ya mamoste Azad Zal, hate imzekirin.
Kurdica (Kurdîka) yekem pirtûk e, ko lîsteya navên zanistî yên gul, dar û giyayên Kurdistanê yên ko li florên welatên dagîrkerên Kurdistanê û yên ko li florên welatên biyanî hatine tomarkirin, digel jêderên wan û kesên ko ew Kulîlk tomar kirine, nivîskarê ew weke belgeheka dîrokî di pirtûkekê dane ser hev û nêzîk ew pirtûk dê çap bibe..

Bixwîne...

Nûçe: Rojbîn Kizil û Fehîme berhemek nû ragihandin


Rojbîn Kizil û Fehîme piþtî demek dirêj, amadekarina kilîba xwe a nû ragihandin. Helbest, muzîk û qeyda stranê bi xwe a Rojbîn Kizil e û  Zana Kizil wênekêþ jê re kiriye.

Kilîba bi navê Keçê Dînê berhemek nû ye piþtî demek dirêj.

Rojbîn kizil û Fehîme xwiþkên hev in û li Elmanyayê dijîn. Gelek berhemên afirandine. Di temenê biçûk de dest bi stranbêjiyê kirine, û karibûn heyraniya gelek kesan bi dest bixin û jimareke mezin a guhdaran hebin.

Bixwîne...

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî li civîna hefteya kultûran amade bû


Bi amadebûna Birêveberê Þaredariya bajarê Þilêswîg (Schleswig) rêzdar Stephan Dose evro civîna hefteya kultûran (Interkulturelle Woche 2023) li þaredariya bajêr hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye, Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) bi þandeke fermî li civînê amade bû, di gotina xwe de serokê Komeleyê li ser çalakiya Komeleyê ya ko roja 22.09.2023 ahenga pênasîna Komeleyê pêk bê û li ser armancên Komeleyê axivî.
Di derbarê þaþîtiya di flayerê (Interkulturelle Woche 2023) de ko qehremanê Kurd Selaheddînê Eyûbî ji regeza Erebî hejmartibûn, Komeleya Kurdî ev þaþitî ne pejirand, di vir de muzexaneya bajêr bi fermî li civînê lêbûrîna xwe xwest..

Bixwîne...

Nûçe: Hejmara Nozdemîn a Kovara Þermola Derket


Hejmara Nozdemîn a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêþekiya hejmarê: "Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piþtguhkirin û jibîrkirin û di encamê de dê di devê hêzên dagirkeriyê de bibe pariyekî hêsan. Her wiha ew milet dê rastî qirkirina nijadî û çandî were. Weke mînak, niþtecihên resen ên parzemîna Amerîkayê ji hêla dagirkeran ve hatin qirkirin û navê ``Hindiyên çermsor`` li wan hat kirin. Ji ber ku tu mîrateke þênber a nivîskî li ba wan tune bû, kesên ji wan sax man jî, nikarîbûn guhertin û çelexwarkirina ku der heqê dîroka wan de pêk hatiye, biguherin. Ji ber heman sedemê hin gelên Rojhilata Navîn rastî paþguhkirin û çelexwarkirina nasnameyê tên; her wekî gelê kurd. Gelên derdora wan hewl dan koka kurdan bi xwe ve girê bidin da ku wan di nava xwe de bipiþêvin. Her wiha rojavaya sermayedar bi navê ``rojhilatnasiyê`` þandeyên mizgîndariyê  þandin herêmê û wan karîbû gelên xiristiyanî li herêmê ji hev bixin.

Bixwîne...

Nûçe: Rêxistina Helebê ya «Partiya Pêþverû» civîna xwe ya rêxistinî li darxist


Di dîroka / 25 / 8 / 2023an de Rêxistina Helebê ya partiya me "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîþ û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
 Di destpêkê de heval Xalîde Silêman bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.

Bixwîne...

Nûçe: ”Pênûsa Nû” hejmara 105an derket!


Hejmara 105 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijý̂ nivý̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerý̂n, Ziman, Dý̂rok, Lêkolý̂n,
Folklor û Helbestan jý̂ bixwý̂nin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
 -     Sînaryoyên çareserkirina kirîsa Sûriyê/Ebdulbaqî Huseynî
Gotar û Nerîn:
-    Berdewama wêraniya Kurdan/Xorþîd Þûzî .....
-    Dengvedanê nasnameyê: Pîrozkirina berxwedan û xweþikbûna zimanê Kurdî/ Þêrzad Mamsanî .....
-    Me çima bi Erebî ne nivîsand?/Xemgînê Remo .....
-    Zanyar dir û tirsê de li rojavayê Kurdistanê(Xelek 3)/Rêber Hebûn.

Bixwîne...

Nûçe: Vekirina Dibistaneka Kurdî li bajarê Kiel


Li bakurê Elmanyayê-Kiel, Dibistaneka Kurdî bi navê Niþtiman hate vekirin. Damezrêner û birêveberê Dibistana Niþtiman birêz (Pêþtiwan Seyid Reûf) e. Du mamosteyên xwebexþ, xatûn Kwîstan Hacî Fayeq bi zaravayê Soranî û birêz Husên Taha Hirorî bi zaravayê Kurmancî, wê zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê bikin. Wane bi Alfabeya tîpên aramî wê bên dan. Dibistan di destpêkê de tenê bi yek polê wê dest bi kar bike.  
Em wek Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Schleswig (Kurdisch-Deutscher VereinSchleswig-Flensburg e.V.) destxweþî û piþtgiriya xwe ji bo evî karê pîroz diyar dikin û bi evê ragehandinê daxwaz ji xelkê me yê Kurd li bajarê Kiel û derdora wê dikin ko zarokên xwe ji bo evê Dibistanê biþînin û xwedî li parastina zimanê Kurdî derbikevin.

Bixwîne...

Nûçe: ”Pênûsa Nû” hejmara (103) derket!..


Hejmara 103 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên
cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar,
Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Wergerandin, Çîrok, Folklor û
Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanî hatiye
weþandin.
Naverok
Nivîsara sereke:
 - Peymana Lozan û sed sal ji çewsandinê / Ebdubaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
-    Mele Ehmedê Namî û þevbiwêrkên Qudûrbegê/ Keça Kurd
-    Nexþeya Sûrî ya nû / CanKurd
-    Agahî / Merwan Mustefa
-    Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê/ Rêber Hebûn

Bixwîne...

Nûçe: Sekinek piþtgîriyê


Di dîroka / 26 / 3 / 2023an de li taxa Eþrefiyê û li ser daxwaza hevbeþ a rêxistinên herdu partiyên "Pêþverû , Yekîtî" li Helebê sekinek piþtgîriyê bi xudiyên me yên li Efrîn û Cindirêsê û pakrewanên agirê newrozê re bi rêve birin.
Çalakiyê bi rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Newrozê û pakrewanên azadiyê û di ber sirûda netewiya kurdî re (Ey Reqîb) destpêkir , piþtre daxuyaniya hevbeþ a herdu partiyan bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin ev deqa wê ye :

Bixwîne...

Nûçe: Agahî


Bavê Zozanê

Berî her tiþtî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .

Lê li  Europa li welatê penaberiyê tiþtê herî balkêþ ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek  her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek evê cejna pîroz ne di roja wê de lidardixin.

Bi mehna karê milet heye ,dibîstana zaroka heye û gelek eger û çîrokên pûç û vala,çime ez qurban qê li welat karê milet  nîne yan jî dibîstana zarokan nebû???

Bixwîne...

Nûçe: Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê


Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di 20ê Reþmeha 2023an de li paytexta Almanya Berlînê li ber dergehê dîrokî Brandenburgê bi zimanê kurdî peyameyeke sersaxiyê þand bo malbatên qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Reþmehê de li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî, bi taybetî li Mereþê li Bakurê Kurdistanê û bajarê Cindêrisê yê girêdayî herêma Efrînê.
Di demê ku em helwêsta Serokomarê Almanyayê û herwiha piþtevaniya mirovî ya hikûmet û gelê Almanyayê bilind dinirxînin û zêdebarî pêþkêþkirina alîkariyên zêdetir û þandina tîmên rizgarkirinê bo navçeyên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, 

Bixwîne...

Nûçe: Spasnameyek vekirî


Ji serokê gelê Kurd û P.D.K  Rêzdar  KEK MESUD BARZANÎ re.
Ji serokê hukumeta herêma Kurdistanê Rêzdar NÊÇÎRVAN  BARZANΠ  re.
Bi navê (komîta xelata Osman Sebrî)  li Rojavayê Kurdistanê .
Bi navê gelek (nivîskar û rojnamevanên  Kurdên Çiyayê Kurmênc) silavên niþtimanperwerî ji navenda bajarên we EFRÎNÊ û CINDIRÊSA zamdar ji we re diþînim.
Em ji bo alîkariya niþteciyên Çiyayê Kurmênc we pir spas dikin û em bi we re  dibêjin:         Hûn RÛMETA GELÊ KURDISTANÊ NE.

Bixwîne...

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî (Þilêswîg-Flenisburg) hate damezirandin


Di 27ê rêbendana (Çilê Paþî) 2023an li bajarê Þilêsvîg - Elmanya damezrandina Komeleya Kurdî-Elmanî Schleswig-Flensburg e.V. hate ragehandin.
Komele ji aliyê siyasî, nijadî û olî ve bêlayen e.
Armanca komeleyê piþtgirîkirina Kurdên ku li Elmanyayê li herêma Schleswig-Flensburg dijîn.
Vekirina waneyên zimanî, civînên hevpar, çalakiyên perwerdeyî û danûstandinên li ser jiyana Elmanî-Kurdî, pêþvebirina çanda Kurdî, alîkirina giþtî ligel komeleyên Herêma Kurdistanê (yên bê qezenc) ji bo baþtirkirina rewþa Kurdan li seranserê cîhanê ye.
Li bajarê Þilêswîg ev yekem car e Komeleyeka Kurdî-Elmanî bi beþdarbûna kesayetiyên Kurd û Elman hate damezirandin..

Bixwîne...

Nûçe: Essen û YNRKS û Sînema kurdî


Bavê Zozanê

Roja  21.01.2023 li centera Yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Suriya- komela Hêlîn- li Essen a Almanî, YNRKS siminarek e xweþ û geþ li dar xist ku nêzîka 3 katjimêran berdewam kir.

Filimên hatin nîþandin di wê þevê de sisê bûn , ji dahêner a Ekrem ê Sîtî bûn:
1- filmê yekem :Siya ziwa,bo festîvala  kurtefiliman hatiya hilbijartin.
2- Filmê duyemîn:Terorîzim, bi zimanê elmanî  hatiye wergerandin.
3- Filmê siyem:Hup û pif , pêkenî ye ,li ser pêbestê giyayê hiþbir e.

Bixwîne...

X

Helbest