Husên M. Hebeþ
Evîndariya du daran
Du daran ji hevdu hez dikirin
Darbirê dilreþ
Ew ji kokê de birandin
û birin mal.
Herdu dar di agirdankê
Zivistanê yê darbir de
Rastî hev hatin
Hevdu himbêz kirin
û bi hev re þewitîn.
Çima na?
Maseyekê xwest bibe kursî
Kursiyê got: çima na?
Ez dixwazim
Xwîþkek min hebe!
Xwezya
Darekê gava dît
Ko ji qamîþ bilûran çêdikin
Got: xwezya
Ez qamîþ bama.