Heta bigire
Ilyada û Odysséen,
Trîstan û Îsolde,
Remeo û Julîa,
Rîgveda, xweþiya xwezayê,
Diyarî ji bo xwedayan,
Ez ji xwe dipirsim tawana min çî ye, ey Varuna-ez
dixwazim bibim zarokeke piçûk ji derd û kulan dûr,
çîroka gernas, Ramas, Ramayanayê mezin
bixwînim, ku VAlMIKÎ pê bû nivîskar.
Li ba Dînozoro yekî wekî VAIMIKÎ be, heye? Li wir
yekî din ku bi mêrxasîya ve biþibe BARZANî, heye?
Di vê demê de me mirovek wekî Kawayek be, heye?
Ez ji we tikayê dikim, bînin bîra xwe,
Nivîskarekî wekî Ahmedê Xanî.
Li wir yên din ku wekî Homeros, Sapfo, Dante,
Shakespeare bin, hene, ku berhemeke nemir biafirînin.
Di nav we de Cervastesek tune ye ku berhemeke wekî
Don Kîþot biafirîne, li ser bextreþîya we.
Ew qesr û qonaxên wan dê hilbiweþîn.
Laþên wan dibin xweliya bin lingan,
Kevirên gora wan dê bibin axa lingan,
Gor û goristanên wan dê bihêne jibîrvekirin,
Lê navên wan ji bo xatirên kîtabên wan yên zêrîn,
Yên, ku wan bi xwe nivîsin, ew heta bi heta,
dê hebin. Bibe nivîskar! Li ba wan,
Da ku navê te bibe wekî navên wan.
Ew derî û sifireyên xwe,
Ji bo xirabkirin û wêrankirinê vedikin,
Aqilmendên wan dê winda bibin,
Bextreþiya wan dê bibe bela li ser wan,
Zervan, bavê Xwedayan û qiralan,
Dê laþên wan bike xweliya bin lingan,
Rabin li ser zilma pênûsan, bibin nivîskar,
Bibe nivîskar,
Bibe nivîskar,
Dostê min,
Dijminê postê min.
Ey hêz û quweta Zervanî û Zerdeþtîyan,
Haoma, Haomayê Zazayan,
Haomayê Sasaniyan û Zervanîyan,
Haoma, Haomayê hejaran,
Zervan û Haoma,
Ferîdun û Kawa,
Dîyako û Yîma,
Gurgîn û Dara.
Li pey we dijmin em li zincîran xistin.
(1992) Qedera Nivîsandî, Jîndan bokförget