Mehmûd Badilî
bi çavekî þil
kulîlkên destê we
li peravê rewanê xwe av didim
û bi dilekî kul
þemalên dengê we
li kolanên xewnxur vêdixim
û bê piþt û mil
bargiraniyên xewnên we
li ser maseya sipîdeyê rêdixim.
va ez li nav we me
û di nav we de
zendên xwe ji we re dikim rê
û ji azadiyê re jehên nû li ser çê dikim.