Eger.. Tu biçî hundirê çavê royê ezê berî te li wir bim bila..
em bi hev re bişewtin.
Eger... Tu bibî hilmek û biçî ezmên ezê te û xwe bikim ewrekî têrbaran, bila.... em bi hev re bibarin. Eger.. Tu bibî sîwara hespê koçberiyê ezê riyên cîhanê bi nameyên eşqê dorpêç bikim û deriyê dil.. li ser piştê vekim. Ta ez hebim.. ezê ji bedewiya te helbestan bihûsim û her tim.. wan di ahenga temenê xwe de bixwînim. Ezê şevên xwe ji çîkên eşqa te bikenînim û di kenê gelawêjê de bi dêmên te mijûl bibim. Di riya mala we de ezê nêrînên coşê biçêrînim û dilê te... bi Ayetên eşqê kedî bikim. Şevên min.. Zerdeştî dizên evîn û çelengiya te Avista wan in çima tu deriyên perestgehan li pêş nimêjên Ahromezdî venakî.. ? Rojên min Meryemî ne nazdariya te Sifretekwîna wan in kîngê... zengilê lêbidin û tiliyên destê rastê wê li ser lêdanên dil hev ramûsin ? Bêje min kîngê...? Eger.. nivişta evîdariya te ji buxçika demên min were derxistin ezê bibim... bûyera dînîtiyê û her tim... navê te bilêv bikim. Xewnên min tenê... bi awazên dengê te payî dibin Çi demê... ewê dîlana hişyariyê bigerînin ? Kovan, derd û birînên dil tenê.. bi tîna silava te derman dibin ta kîngê.... ewê bimîne hêlûna êşan.. ? Bêje min.. ta kîngê...?? Eger tîna destê te xewna destê min payî bike hîngê…. ez hestiyar bibim ku ji Neboxizê Babilê bextewartir im. Berî radestî xewê bibim ayetên bedewiya te dixwînim û diyariya te wek pirtûkeke pîroz dixim bin balgiyê şevê ji bo carekê… daxwez bizên. Carekê were.. şivanmijûlkên bîrveçûne veciniqîne di riya mala min de hewzik di xeweke seqemî de ne wan bi gavan germ bike bila carekê dilşad bibin. Li pêş mal min nêrgiz û lalezer bêzar in carekê were.. wan bi awirên xwe bikenîne. Were.. bila kulîkên reyhanan ji baweşîna porê te xweşbînê birevînin. Soz bi Taw û Tîşopê Mîtanî eger.. tu serdana xewên dil bikî ezê... hezar û yek çîrokên xemrevîna Şehreyar bikim xilxal bi benikê solên te xînim. Ezê... hêrsên eşqa Cizîrî bikim berbisk û bi wê.. sêvên xelatî ji porê têrmisk rizgar bikim. Ezê.. ji qurnefîlên çiyayê Reşko ji sosinên Mêrgesorê û ji.. wehwehokên herêma Şêrewan guldanekê amade bikim û maseya şeva bextewar bi wê bixemilînim. Meqesokên rojêm xemgîn azad bifirîne bila... xeydokiya deman binikilînin. Carekê were Bila... axa riya mla min bi tîna gavan serxweş bibe bila... li şûna wan zeviyên nermikê zîl bidin û şegroka bîstrojî şîlava xwe di rehên wan de biguvişe. Bejna bûkanî bike dîlana fincikan bila.. bi awaza beniyên yaqût û mircanan mereqên min payî bibin û li pêş gavên te semaya keçikên Çerkezan bikin. Eger.. tu ji nazdariya bejna bûkanî tîbûna çavên xemgîn têr nêrîn bikî ezê.. bilbilên çavlixew ji hembêza gulan hişyar bikim û hemû çûkezerên Nîsanê li tenişt rê bicivînim bila ji te re semaya awê qertelkî bikin. Eger.. tu daxwezên dil ko bikî û zengilê mala min bi tiliyên findî bi ziman bikî ezê.. henhenoka Birca Qirê bi rondikên şabûnekê nerm bikim û.. di ber strana Lêlê Yarê re tiliya te ya qilîçê hene bikim. Dilrevînê... ! Rojên min.. bûne çerxên jibîrkirî Şevên min.. bûne pûtên raketî Demên min.. bûne tareke ji êgir siwarê hatinê rizgar bike bila.. rengên dûrketinê bişewitîne. Li pêş mala min bedena dara sicê bi fêrmiskên hechecokan tê şuştin carekê were.. xeyda wê ziwa bike. Di deryayên çaverêbûnê de qeyîqên nîgaşan gêj digerin were.. bila lîliyên xilxalan şîngîna bazinan û vebrûsandina berbiskên zîvî siwarê çaverêbûnê ji ser pişta hespê melûliyê peya bikin. Dem tal pêl dide tenê.. silavekê rê ke bila... xunav şêrîn biherike. Xewnên min di bedewiya te de li xwe digerin were... bila robarên evînê li ser lêvên me bimiçiqin êdî bes e.. bila piyal nedegirîn. Dilrevînê…! Her ku.. bejna te dibe siwara hespê nêrînên min hest dibin gurûziyên eşqê dil dibe tajana dînokiya evînê di reşikên çavên min de, dem dibe delxeke pêlvejînî û ez dibim… wek meyvexwerê meya tiriyê xorizî û têra xwe di qeşengiya te de vediweşwişim. Dema porê têrhezar li ser miltanê şîrkerengî semaya qurnefîlên çiyayê Şaho dike li gor sîmfoniya wê dilê min lêdide. Eger.. di ekrana çavên min de fincikên bejna rakêşî dibin.. dîlana lalezerên rebezên Miksê rewanê min bi ayetên evîndariyê serxweş dibe. Eger.. zoyê henarên kunclî bişkuvkên zîndankirî vediciniqînin di nexşeya baxê sîngê kecîn de nêrîn dibin… şoreşa dînokiya dil. Her ku… solavên porê neyloferî nêrînan kedî dikin