Nûçe: Amadekariyên Mehrecana 19mîn Ya Helbesta Kurdî Li Sûryayê Destpê Kirin
Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li sûriyê civîna xwe ya destpêkî roja yekþemê 19/10/2014z li bajarê Qamiþlo li dar xist . Piraniya gotûbêjan li ser nirxandina mehrecana bûrî bûn(mehrecana 18mîn) û þêweyê wergirtina helbestan ji helbestvanên ku dixwazin beþdariyê di mehrecanê de bikin û pîvanên bijartina helbestan. Civatê çend endam ji bo seredana gora seydayê nemir Cegerxwîn û danîna gulan li ser gorê erkdar kirin .
Civatê vexwendin ji endamên ku navê xwe ji bo beþdariyê di komîta amadekar de nivîsandibûn þand, ji bo civîna were roja înê 24ê heyva 10 amade bibin. Hêjayî gotinê ye ku komîta amadekar desteyek serbixwe ye armanca wê geþepêdan û vejandina helbeta kurdî ye , û ji kevin de berdewam e di erkê lidarxistina salane ji mehrecanê re tevî hemî astengên dihatin danîn ji aliyê rêjîma stemkar ve.