Merwan Berekat Xewnan… ŝemaq li ser çavên ŝevê xistin pertewan silv daye. Nîgaŝ…. bûn peyrewên sîmfoniya bilûrên payîbûnê
Elendê sozek da hîn… rengê kenê sibehê ne diyar e. Sing … di sîngê demê de hatine daçikandin hêdî… hêdî reng dikenin yektej e.. ne çartejî ye tevna me. Roj … bûne wek deŝteke ji bermayên gênim têr û… li refên çûkên birçî dipên. Li dervî sînoran.. hêvî.. dî berîkên penaberan de zîl didin. Bahozî ne.. fincên Kurdoxiyan weŝeka xapînokiya Payîzê li çavên beyabaniyan vedigere. Ey sedsala bîst û yekê..! Ma qey.. te bîre Holako kiriye ? Nîron… dûmana reŝ bû stêrk nehatin niŝkekuŝtin Roma mezin bû talan; ne dîrok e Êŝpîliya… aheng li dar xistin. Belê.. penaberên Afasosî vegeriyan çavdêrê neh dilsozan lingê xwe hilda têêêr.. têr di ser gora.. Diqliyanos de mîst. Ŝopdujehî bûn Daryosî neviyên Waŝokanî bêŝop kirin… Daryos. Tîrkevanek.. bû navbireke dîrokî Skenderê mezin.. li ser.. çar daran vegerî û Megedoniya lêvên xwe gezkirin hîn û hîn… Aras çîrokan diherikîne. Tîtos… rût kete zikê Senemdaxê Hawar û Cûdî serbilind man darmazî…. hîn ber didin. Heftê û du ŝevên tarî di ya.. heftê û sisiyan de reng vedidin lê… dengvedana bilûrên Nûraniyan Sîpan.. Zagros.. Qendîl û Berzan gurgîn kirine tolêstîn in. Hîn… memikên Naztiya ziwa nebûne Pir Arîn hene.. pir hîn… ji ŝîr venebûne. Tariya serdemên reŝ di siha… solên torînên Hem û Kerhê de tên vegevizandin. Hîn.. kila kildana Farona têrî çerxan heye dilopên xwînê.. ŝêraniya çavreŝan e bûkanî li qadan e… ŝanazî ye. Birûkevanan… bi bijoyên genimê Sirûcê çav kil dane tiliya nîŝanê dilîlîne govend û serhildan e rûmet silogan e. Vedenga… hîrehîra hedbanê Dewrŝê Ebdî sîmfoniya eniyan e gulîsoran jî… fîncan bi ser xwe ve kirin. Zeviyên genimê sorik di reŝ hilnetên gewre ne…. gozikên Helenc û Ŝêranê Kobanê… ne tenê strana Eyŝa Îbê pirbozan e. Ax… tê xelatkirin aaax… ax kesk dikene…. ezmên pîroz in... pakrewan. Ji bîr nebûye nexŝeya çîxikirinê Hemedaniyan… ji xwînê… ŝûr ko kirin dîsa.. xençer vedibrûsin. Navikên Keyxisrewiyan li ŝûna.. simên hespê Zikreŝê Alalaxî hatine binaxkirin îro.. darguvîjî zîl didin Reŝ e.. gilîzê hovîiyê ye ew paçik Kufika dîrokê li ber.. bayê gavên lehengan li bereba dibe. Ne pêr.. duh bû xwînrêjê Enfalan ji qulemiŝkan hat kiŝandin lê.. hîn sergoyê dîrokê têr nebûye. Ey sedsala bîst û yekê..! Bipêçe xapînokiya xwe hatine ŝewitandin werîsên ji kevzê Dilê duh bi îro maye ez… li ber candanê ye em dikene… em. Nûdîrok…. seminaran li dar dixîne Amed… li ser pêyan e serhildan e.. serhildan. Wana tengijî… hirsan pêl dide tabloya geliyê Zîlan li bîr sîpan tîne berxwedan e.. berxwedan. Qada Çarçiran... bixçika pêncî û sê wesêkan dilsoz e… hiŝyar e Hewlêr çîk dide hêzvejîn e Sozdar e.. Silêmanî Nûjiyan e. Çêl milyên hêvî.. Kobanê û Ŝengal in lîlîna.. li ser zimanê Dicle kelecana Sundis in Ne çavlirê li ser rê ne dikeyînin... roj û ŝevan hevsarê dêwan tê veçengandin Pirs hiltên nema… bersiv likumî dizên ne sêwî ne lêdana… dilê çar guvdeyên yekdil in… Kobaniyê û Ŝengal. Kujerên jînê.. raman ji sistema mîza deveyan e riswatî bi tirs e ku… ji wan riswatirîn bibe talan…. ne dîrok e duh… nazêvre îro… avis e siberoj dizê hevcêwî ne… Ŝengal û Kobaniyê hevcêwî ne.
Agirê zorê… bi dawa diya xwe ketiye berxwdan çîk dide dijene.. ji nû ve dema Xoriyan ratgo dipeyive. Hêrsa Avdaran pêlvedjîne ma ne… gurgîniya lêmêŝtan nijiyan hilpesarte Cûdiyê pêdar. Dengê bêsînor bilûra.. li ser lêvên têrxwîn e Pakrewaniya çavreŝan rûmeta mêrxweziyê û asoyekî têêêr keskesor e. Nexŝeya ŝoreŝê.. di zîndana demê hilnetê na hilnetê. Ŝengal û Kobaniyê… Gewre ne… Gewre.