Koçberên di welatê xwe de Penaberên rojê Di boxçeyên milan de Hêstirên jiyaneke avis Vedişartin
Bangewaziyên Dergûşan Baskên vegerê Bi per nekirin Nejî Şirika devê mendalan Gewriyên neçariyê Şildikirin Debêje dayê Agirê di pişta me de Xetîra Pêşerojê ye
Bîranînên me Bi kevir û axa pişta Bapîran re Weke tozê Di gobega Çavn de Hêlan dikin Nameyên xoşewistiyê Pênûsên mendalan Di bin kuzota wêranê de Siloganên vejînê Radestî xewnên dildaran dikin Debêje dayê Agirê di pişta me de Xetîra Pêşerojê ye De bêje û bêje