Laleþ Zerdo
Aþekî nayê gerandin
rêsekî nayê hûnandin
kalekî hew tê bezandin
dil bi zorê tê livandin
derdekî bê çare ev derd
hew bi kêrî tiþtekî têm
çav û gav çûn rih sipî têm
bê kesû kûs û Evîn têm
bê çira bê Dêm û Rû têm
derdekî bê çare ev derd
va li rastê mame çendek
lib-libî pekyame cengek
Dasîceh zer mame rengek
bo ji çaxê mam derengek
derdekî bê çare ev derd
rût û bê xwendin û korim
bê hiþ û sewdan û dorim
bê ziman bê Al û morim
bê Sîwan a Mîd û lorim
derdekî bê çare ev derd
ew traf û ew tifik ma
ev Gelî bê saw û Sî ma
nûh Buhar bû Bûk û Bî ma
Qurnefil bê war û cî ma
derdekî bê çare ev derd
ev çi þaþbûn û birînin?
ev çi nakok û çi kînin ?
ev çi dîn û Sewterînin?
ev çi kar û ber-berînin?
derdekî bê çare ev derd
=======
QAMÞLO
27-6-2017