Seyid Feysel Moctevî
mojtavy@hotmail.com Kesk poþe,golfiroþe dayika berxê welat
Roj roþen kir ji malê ?ev bi nîvê?ev helat
Bilbilan mizgîne yarê lev tejî denge welat
Agirê Nevrozi geþbû befr kir ava heyat
Axi wek butkê þikestin,kesk bû axa welat
Laleyên van dol û deþta bo weten bûne xelat
Rabe neynûka sibê da mêzeke çavên welat
Da ku horî cennetê da bibne bêreng û devat
Xiletê nû bê bedîlin sor û zer,keskên welat
Lev bi hesret her dimînin têl û derzî û xeyat
Raste,rengîne bihare seyid ez goriya welat
Ez bi avata welatim min çi gel noql û nebat
Dayika þîrîn,kula dil,ax û derdê min,welat
Bûme zindanî û girtim falika min her nehat
Min bi azadî divêtin ceþjn û pakûbî welat
Devletek kurdî bi mîr û prçem û burc û kelat
Ger çi bêhna vê biharê tê ji dîvarê welat
Lê xerîbim dûri malê nabe bo min ev berat
Ger bi azadî nefeskê ez bikêþim tev welat
Dê zivistanê gulên sor bêneder bikne xebat
Seyida bêhna gulê sor bo mi jehre bê welat
Ez musafir pêkî pêxas ka mire bang û selatþ
-----------
Seyid Feysel Moctevî
Sine 2007-04-18
Helbest : xezel
Wezn : Failaton Failaton Failaton Failon
Behr : Remel Musemen Mehzûf