Idrîs HisoTemenê yaneyê bû 5 sal, û hejmara pirtûkên ku di çalakiyên yaneyê de hatine xwendin gihžte 100 pirtûkan.
Berî 5 salan û pižtî ku Iraq û Sûriyê rastî çeng û žerekî žêt û bê sînor hatin, Herêma Kurdistanê bû zemîneyeke aram ji bo xelkên sivîl û hezkiriyên çand, huner û jiyanê.
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, mirov dikare, mirovan ji seranserî dinyayê bibîne, hin ji wan ji bo kar û îž, hin ji wan ji bo ciwaniya Kurdistanê, û gelek ji wan ji zordestî û sitemkariya rêjîmên welatên derdor ji wan jî hikûmeta navendî ya Îraqê reviyane û xwe li Kurdistanê girtine.
Ji xwe pižtî êrîžên çekdarên DAIŽê bo ser deverên berfireh û eziyeta
ku gihand, bitaybet bo Kirîstiyan û Êzidiyan, li deverê bi tenê Herêma
Kurdistanê mîna çargožeyeke aram di nav dinyake agir û dojeh de aram ma û
bû hêlîna koçber û penaberan.
Li Hewlêra Aram, hezkiryên jiyanê
gihžtin hev, ji her neteweyekê, ji her ol û baweriyan, û bi bîr û bîroka
xortekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna xortên Kurd û Ereb
ji Kurdistan, Sûriyê û Iraqê û yanek ji bo xwendin û gotûbêjkirina
pirtûkan di 25/11/2014an de hate damezirandin.
Dezgeha Meda ya Çand,
Ragihand û Hunerê jî ku yek ji dezgehê naskirî ne li Cîhana Erebî û
Rojhilata Navîn, pižtevaniya van xortan kir û yaneyê dest bikarê xwe
kir.
Hejmarek ji xortên xwebexiž, wizeya xwe ji hezkirina çand, huner
û jiyanê werdigirtin hemû zehmetî û asteng bûrandin û di hemû rewžên
xwež û nexwež de berdewam kirin.
Yaneya Meda ya Xwendinê li
Kurdistanê bûye xwedan pêgehekî naskirî, li dora xwe bi dehan pispor,
xortên çalak û rewženbîr civandiye û bi çalakiyên xwe yên rengîn Hewlêr û
dilê žopînerên xwe gež kiriye.
Yaneya Meda pirojeyekî çendî û civkî
ye, dixwaze riftarê xwendinê, bitaybet xwendina pirtûkên kaxezî di nav
civatê de belav bike, herwiha dixwaze pêngav pêngav di her malekê de
pirtûkxaneyek were avakirin, ji bilî alîkariya xortên ku dixwazin
žiyanên xwe di bewarê nivîsê de di hemû warên çand û zanistê de xurt
bikin dike û berhemên wan yên nivîsandî di rojnameya El Meda de belav
dike.
Lê qezinca hêrî biker ew e ku li salona Yaneya Meda xort, keç,
jin û mêrên hemû pêkhateyan mehê du caran li ser xwendina pirtûkên ji
hemû warên çand û zanistê dighên hev û bi vê rêka žaristnî hevudin
dinasin û ji hevudin nêzîk bibin.
Yaneya Meda çalakiyên xwe bi herdu
zimanên Erebî û Kurdî pêžkêž û heger mêhvan hebin bi van herdu zimanan
nizanibin dibe ku bi zimanê wan mehvanan jî mijar werin žirove kirin.
Di
boneya xwendin û gotûbêjkirina pirtûka hejmar 100, Yaneyê mêhvan,
endamên çalak û endamên desteya rêvebir bi bawernameyên rêzgirtinê
xelatkir, ez jî wek endamekî çalak û li ser çalakiyên bi Zimanê Kurdî
rêz li min hat girtin, û ev yek cihê serbilindî û žehnaziya min bû.
Berdewambûna
çalakiyên žaristanî li Hewlêrê tekez dike ku Kurdistan warê her
mirovekî ažtîxwaz û çandhez û mirovatiyê ye, û çalakiyên rewžnbîrî û
zanistî ciwaniya wê ciwantir dike.
Kurdistan hejmar 168. 01.03.2020
في
هذا المقال اذكر بان عدد الكتب التي نقشت في نادي المدى – كوردستان بلغت
المئة كتاب, ومن قام بهذه المبادرة هو صديقنا شيار من عفرين, وذلك بعد ان
أصبحت كل من سوريا و العراق ساحة للحرب, في الوقت الذي اصبحت كوردستان و
مدينة هولير واحة الامان وسط بركة الدم, و هنا يلتقي محبي الحياة و السلام و
الثقافة ليبنوا مشروعا حضاريا, يلتقي فيه ابناء المنطقة من مختلف المكونات
الدينية و القومية على ارض كوردستان السلام.
كما تتطرق الى اهداف
النادي في خلق جيل شاب محب للقراءة و محاولات النادي لتكوين مكتبة في كل
منزل ...الخ كما اشرت الى ضيوف النادي من الاكاديميين و الاساتذة و كيف
الجميع يرى في النادي بيته الذي ضم كل محبي الثقافة و الحضارة. و تتطرقت
الى انه كان لي الشرف انني قدمت عدد من الامسيات باللغة الكردية. ثم ذكرت
انه بهذه المناسبة تم تكريم عدد من الضيوف و الاعضاء النشطين و المؤثرين و
أعضاء الادارة وو...الخ
ارجو ان ينال اعجابكم
مع خالص التحية.