Ebdilmecît Þêxo
Di Balyozxana Xwedê de
Heroj ez
Rojekê tenê ji temena xwe
Li nik firiþteyên
Zarokên bajarê xwe
Dirêj dikim.
xxx
Ez hîn bextewar im
Ku firiþte barana dilovaniyê
Bi ser çîmena dilê min de
Dibarînin
Mijên ezmana kolanên me
Gorne dikin
Razên dîlberan jîndar dikin
Û zîndiyên mirî vedijînin.
xxx
Hîn pir baþ e
Ku ez kanim heroj
Rojekê ji temena xwe
Li nik firiþteyên gulzer
dirêj dikim.
Efrîn,2019