Idrîs Hiso
Berî çend rojan hunermendê navdar Živan Perwer vîdiyoyek belav kir, têde li gorî xwe civata Kurdî ji gelek aliyan ve rexne kiriye, ji xwe kes nikare çavên xwe ji xebata Živan Perwer bigre, her kesê wek Živan ku dibe kesayetiyek gižtî nema milkê xwe tenê ye, ew dibe milkê civata xwe û her gotinek, tevgerek û riftarek dibe cihê dîtina bihezaran kes û rexne lê dibe.
Xelk Živan wek hunermend nas dikin, lewma dema Živan xwe berdide nav warên din, gelek qal û qult û gengeže çêdibe.
Herdem pêwendiya stranê bi mijarên girîng yên civatê ve hebû, û dibe
ku Kurd ji nav miletên hawîrdor bêhtir karîbûn bi stranê peyam û
daxwazên xwe bighînin.
Gelek mijar di nav Kurdan de heger bi stranê
têne gotin wek mijarên normal derbas dinin û ewqas bala kesî nakžîne, lê
heger hat bi axaftinek normal heman mijar derbas be, dibe ku kêžeyeke
mezin çêbibe.
Yek mijarên hestiyar di nav civata Kurdistanî de,
mijara ol û bweriyên pîroz e, ji hemûyan hestiyartir jî heger mirov bi
rexneyê nêzîkî ola Êzidiyan bibe. Helbet ev jî hokarên xwe hene.
Di
vîdiyoya xwe de Živan rexneyê li hemû oldarên Kurdistanê dike û daxwaz
dike ku êdî riftarkirin û bîrbûn bi heman žêweyên berê, bi ser
dagîrkeriya ku li Kurdistanê û parçebûna ku heye parçebûneke din jî di
nav olan, hozan û malbatan de çê dike.
Bi min mijara ku Živan tîne
ziman, bigižtî mijareke girîng û mezin e, lê dibe bi žêweyekî din bighê
xelkê, ne tenê bi žêweyê amojgariyê û bi zimanê gazinde û xeydê û tûj, û
bijartina gotinên nebaž derbarê oldarên Êzdiyan wek Živan kiriye.
Helbet
lêvegerek ji bo civata Kurdî bitaybet ji aliyê ayin û oldariyê ve
girîng e û wek hemû civatên cîhanê xwendinek nû ji ol û îbadatên olî re û
pêwendiya di navbera pêkhateyên civata Kurdistanî re gerek e, lê gereke
bê zanîn jî ku, bigžtî ev pêngav pižtî bidestxistina serfiraziyê bi
hêsanîtir û pêwîstir dibin. Çinku berî bidestxistna AZADIYÊ civat xwe bi
nerîtî û pirensîpên civakî resen diparêzin, wek nimûne tu nikarî di
dema bindestiyê de ji Kurdan bixwaze hemû çand û nerîtiyên ežîrtiyê li
paž xwe bihêlin çinku bi hebûna ežîrtiyê parastina xwe ji dagîrkeran
dibînin. Tevî ku gelek aliyên xwe yên xirab jî hene.
Ji aliyekî din
bijartina dema vîdiyo yek car ne di cihê xwe de bû, vîdiyo berî çend
rojan ji cejna Çaržema Sersalê hete belav kirin, Živan qet pîrozbahî li
Êzidiyan nekir, tevî ku wî ne tenê rexne li Êzidiyan kir jî lê pêwîste
em ji bîrnekin ku ev boneyeke girîng bû li Kurdistanê û bitaybet ji bo
Êzdiyan, herwiha mirov divê ji bîr neke ku hîna birînên Êzidiyan žil û
germ in, û bi hezaran keçên me Êzidiyan dîl di destê DAIŽê de ne, vêja
heger mirov ewqas neheqî bi serê wî de were û keç û zarên wî di destê
hovtirîn dijmin de û tižtê nedîtî û nebihîztî bi mebesta qirkirinê bi
serê wî ve hatibe dê çawa karibe bi dilekî fireh giftûgo li ser vê
mijarê bike. Ji ber vê dema ku Živan ji vê vîdiyoyê re bijart ne
serkeftî bû.
Gazindeyeke Êzidiyan a mezin ji Živan heye ku wî di dema
cînosayda ku bi serê Kurdan û bi taybet Êzidiyan ji ber tawan û
kiryarên hovane yên DAIŽê hat heye, ew dibêjin me nedît Živan stranek li
ser êž û azarên me got?! Herwiha ew dibêjin ku Živan qebûl nekiriye
Beyta Laležê bibêje ya ku hunermend Hesen Žerîf got û dengveda.
Mijara
ku Živan behs kiriye, mijarek girîng e, lê žêwe û dema ku Živan têde ev
mijar bi vîdiyoyekê belav kiriye ne guncaw û serkeftî bûn.
Ji xwe
hin tižt bi amojgariyê xirabtir lê tê û çareser nabin, û di derbarê
mijara žûkirdinê di navbera Kurdên Musilman û Kudên Êzidî de mijareke
hestiyar e, pêwîstbû Živan di axaftina xwe de ev mijar li gorî nerîtî û
bûyerên dîrokî ku di mijarek wek vê mijarê de çêbûne anîba Ziman.
Kurt
Kurmancî, civata Kurdistanî wek xwe nemaye û dê nemîne , ji ber hemû
civat bi demê re û bi guhertina žêweyên berhemanînê û deselatdariyê re
têne guhertin, lê guhertina gelên bindest herî kêm û biderengî ye, ji
ber di serdemên dagîrkerî û bindestiyê de gelek caran nerîtî û çanda
resen çi dibe bila bibe, dibe hokarê xweparastin û manê.
Gewîlan 20.04.2020
Rojnameya Kurdistan172 – 01.05.2020