M.Emîn Sadûn - Dêrika Hemko.Bi hêvî me, ku sala 2022 an, bibe sala pêkanîna xewn û hêviyan.
Bi omîd im, ku sala 2022 an, bibe sala çespandina serkeftinan û parastina destkeftiyan.
Her wek tê xuyakirin, ku dem pir nazik û hestiyar e, û herêm avis e bi gelek guhertin, rûdan, pêþhatî û nûhatiyan.
Vêca dem dema çespandina serkeftiya ye û parastina destkeftiya ye. Ji ber wê jî, îro ji her wextî bêhtir, Ji hêz û partiyên kurdî yên siyasî, û rêxistinên civaka sivîl, tê xwestin; ku xwe bi nakokiyên demikî û navxweyî ve mijûl nekin û wan nakokî û hevrikiyan deynin aliyekî û li ser armancên istiratîcîk lihev bikin û lihev werin û bi hev re bixepitin û hevpeymanan jî ava bikin û ji bîr nekin deryê kewar û enbarên kîndarî û reþkirinê di civaka kurdî de daxin û li pêþtê bigirin; ku armanaca sereke di vê qûnaxa metirsîdar de,
jîngeh û zemîneyeke saxlem were avakirin, û pêre destkeftiyan qizinc
bikin ji vî gelê belengaz û perîþan re, ew gelê ku ev e sedê sala ye, di
bin nîrê sitem û zordariya dagîrgeran de dinale, û dem û derfet hatiye,
ku sûdê ji wan guhertin û rûdanên balkêþ bigire û di nava wan de cih
bistîne, û vê carê jî ji mafê xwe yê rewa bê par û piþk nemîne.