Dr.Xelîl OmarHêdî law Misto pižta te ketiye ber te, bera Rizo û Rûto vê mîratê daxînin, jartêketê weke risasê ye! ..Lawkên min, metika we bi goriya we be, hûnê bi hemdê xwe wê deynin ser blokan! Xatûnê got û hûçikê xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
..Pižtî ko Rizo û Rûto kondîžina avê danîn cî û pižtî ko dilê Xatûnê jî kete cî, kevaniya malê destûra herdû xortan neda û bi serê Mistê sûndxwar, ko ew bê çayê bi tu deveran de naçin û jinikê ha-hakê tejikek li bin wan raxist û du palgehên pembo danî navbera wan û rahižt melkesa xwe û toz bi ser xwe û wan de xist.
Pîroz be diya Misto!
..Xuyaye tê xortê malê bizewicînî? Zeynebê pîrozbahiya cînara xwe kir û
destê Cegerê xwe ji kirasê xwe raqetand.
- Ez nema di ber
"anîsata"² û qehwê re digihêm! ..Ma "mi`ažê"³ hermeh bi dest kê dikeve?
Xatûnê lêvegerand û bêvila xwe bi hewa xist.
- "Xwezî min dizanîba bê
eva qamboncî, serkundirî, bêvilžerbikî, devçapikî, çavželpitî,
lingtežî, xwediya pars û pilûsê û kirasê melesî, yê ko tu deziyekî jê
bikžîne wê heft pîne jê biwežandin, û bi ser kullan de navê wê Xatûnê
ye, eva han li ser çi xwe dibîne?" Zeynebê di dilê xwe de got û cihê xwe
li pî Mistefê çêkir.
- "..Xwezî min dizanîba, bê jina Remokê
pozkerrimî, xwediyê kofiya rež-belek û žerwalê sefaran, žifêrê tumbila
kerrizî û bergîlê pižtkurmî, bavê Fener û Ceger û žež keçên mîna kezikan
û nexasim a wan î biçûk î bêvilherrikî, xediya nanê tisî û bûka
lastîkî, bê vê sibehê (bi zikê li ber dev) li çî
xwe digere!".Xatûnê jî di dilê xwe de got û melkes ji dest xwe avêt û berê xwe da çaydên û paporê.
-
Mala minê, te negot Misto ji min re simmê xwe difirrîne? ..Here û
were, ya wê çaydanekî çayê ji "anîsatan" re amadebike an jî wê qedeheke
avê bide destên mamostan û pir-pir nebû, dawiya "dewamê"³ ewê melkesekê
bi erda dibistanê xe! ..Te xwelî li serê min kiro, ma ev jî kar e?
Zeynebê got û piyê xwe li piyê "miwezif" da.
- Ezê hîna žež kursiyan
jî bikirrim; te dî rûnižtina li erdê ji "anîsan" re negelekî durust e!
Xatûnê dîsan deng bir cîranê û çaydanê çayê danî ber Misto û fincana
qehwê da destê Zeynebê.
- Tu me jibîrnekî xaltîkê! Herdû xortan bi hev re gotin.
- Bi serên we yî delalî, hûn jî li cem min weke Mistefê ne! Xatûnê li wan vegerand û bi çavekî mezin li xwe nerî.
-
Tedî "anîse" ne dixun û ne vedixun û bendî bejin û bala we ne! Zeynebê
tenaziyên xwe bi herdû xortên rûnižtî kir û dawiya fincana qehwa žêrîn
bi ser lêvên xwe de dakir.
- Havîna par, ez çûme "Xasika Mežlo" û
nebixêr, min jî hinekî çavên xwe kilkir?! ..Nebixêr û nebhala çavên
xelkê weke topan in! ..Tu bawer bikî diya Fener, ji wê rojê de ez nema
xwežik ji hev derdixim! Xatûnê got û fincana qehwê bi zêdayî nêzîkî
çavên xwe kir û di vê navê re hate bîra wê, bê çiqasî girînge ko
çavžînkekê bi mekîna lawkê xwe veke!
- Bera tu tenê falan vekî
diya Mistefê, tižtên te gotin; rast in û bi cî nin, weke ko tu ji vî
destî têxe vî destî! Zeynebê bi heqê cîrana xwe rûnižt û ji bo ko rabe
ser xwe, destekî xwe danî ser kaboka xwe û destê din danî ser piyê
Mistefê û got: ya Xwedê.