Rêber Hebûn
Hevçûyîna berve rizgarkirina xweserî tižtekî divê pêkwere eger rê teng bû di rûbirbûna sextebûnê û kesên wê, ji ber ku di saya zordariya desthilatiyên serkotker de, çare li pêž civakê nîne ji bilî ku yek ji herdûkan bipejirîne, û ewa koletî an serhildanê. Naxwe nivîsa wêjeyî vala nabe ji metirsiyên ku têne kûrahiyan, û mirova li ser ramandinê bi dîmenan ve dihêvojin, û hestên ku mirov bi zehemtiya rewž û tengbûna asoya çareseriyê, û herwiha libabûna di nav pêlên hestên wijdanî de ta bibin çirûsînek e heyî li çûna mirov berve rizgarîbûnê, ji ber ku tižtê tên e di rûbirbûna wî de ji hêza dadgehên hêrekeriyê û samên wê ne, û wî dihêlin bêhtir bikeve di rûbirûbûna wana de,û di hundirê wî de alavên hevxistinê bilind dibin, ji ber ku hêzên guhertinê bi hemî žêweyên xwe ve û tevî êž û bêhêviyê li berxwe didin li rex amadebûn û berdewamiya berxwedaniyê ji bo dîtina cîhanek e bažtir di warê sinc û bedewiyê de.
Û nivîs ewa pîrozkirina wateya hevxistinê ye û li derketina li
hember fižarê desthilata serkotker ji takekesan re ye û, ewa nirxê herî
bilind e berevajî nivîskarên desthilatê yên dibezin li pey pîrozkirina
serokan û pesindayîna wan.
Wate ji karê mirovî re ewa parastina
kiryarên baž e, beranberî zor û serkotkirina pêkbûyî di hemî rewžên
jiyanê de, ji ber daxwaziya zordariyê ewa valakirina civakan ji
xugirtiyên wêna ye , û ev jî dihêla ku cureyek e bive bê berhemdan û bê
ser û berî û belavbûnên ricîmên sincî tevlîhev bibin, wisa parçebûn
dikeve hemî aliyên jiyanê, ji ber ku cotbûna gendelî û zordariyê civakê
hûrhûrî dike û ev yeka desthilatdariya bavanî ji dema hatiye damezrandin
pêkbîne, û sinc ji civakê hêdî hêdî rûdixîn e, ev yeka dihêle ku ev
civak bindest bimîn e (civaka kurd li bakûrê kurdistanê û ricîmên
Tirkî) û herwiha pižaftin rolek e serek e dilîze ji bo giyana
parçebûnê cîgir bike, û xelkê ji nirxên xuristî qut bike,ta ku sinc
bikeve xeteriyê. Wisa ricîma serdest berdewam hewil dide ku
žêweyên qirkirin û dûrkirina xwe zêde bike, carne cilê olî li xwe dike û
carne netewî bin navê parastina ol an netewê an dewletê, û rastiya xwe
tenê hebûna xwe diparêzê bi dewamkirina nezanî û tirsê, û heyîna xwe
bin gelek nav û dûrižman ve û bi hemî dezgehên ragihandinê xwe diparêze ,
ji ber ku raghandin jê re destikek e serek e ye , û mîna alavên hêvotin
û bandorkirinê ye ji hiž re, ta civak bimîn e di zîndanên wê de, û
çare pêž civakê kêm bimîne, ya bi wê desthiladariyê re bikeve dan û
standinê an têkeve di girtîgehên wêna de, û bikeve rewža bêdengiyê heta
dawiyê , helbet ew ricîm ji xwe re gelek xwefirož rêxistin dike , ji ber
ku ew tenê bê nerîn û helwest in , tenê desthilat destûrê dide wana ku
bêdeng bimînin yan biaxivin, û ev tižt dihêle ku pêžeroja hebûna wê
ricîmê jî ne ewqas aram û cîgir be, bi sedemên aloziyên aborî , û
tîjandina cemaweran, yên bi derbasbûna demê dibin êzing ji teqînekê re,
bi valabûna ewqas di navbera mûçeya jiyana xelkê û dewlemendiya tofa
gendel a ku hemî hatinên aborî û pereya gižtî di dest de ye, ji ber ew
tofa bi desthilatê re ketibû hevbendiyê , ji bo pere û semyanê hemî li
cem de bimîne, ligel ku ew desthilat bi yên mîna xwe cîran dikeve
hevbendiyê ta li hember gelên xwe rawestin , ji ber çi teqîn li cem wê
an li cem cîranê wê biqewime , bandora xwe rasterast li hebûna wê dike
wek desthilatdar, tê wateyê ku xala hevbež di navbera van desthilatana
tevî çiqas nakokî di nav wana de hebe jî ewa dijminatiya gelan e û
xwestekên wê ji demukrasî û dadmendiyê re, û van keleman ji civaka
bavanî tên, û ew civak bê guman riwek e ji desthilatiya serkotker e, û
wisa cîhanên wijdanî ji pirsgirêka bingehîn naqetin , bi rizgarkirina
mirov ji zorkarî û wêrankirinê , û dûrxistinê ji mêjiya bavanî ve a ku
ji rewž û reftarên zordar pêktê, û herwiha desthilatiyên serkotker bi
van tižtan hebûna xwe dibînin , û dibin jêre destikek ji dewamkirina zor
û bêcaniyê , dema mirov ji hizrê azadîbûn û sivîlbûnê dûrdixînin, ji bo
berjewendiya bindestî û xirakirina civakê bicî bikin, tê wateyê ku
desthilata gelemper žerê civakê dike, û rewanê pêžveçûn û ronakbîriyê
armanc dike , û ewa di eynî demê žerê evînê di navbera mêr û jinê de
dike bi rêya rewežtên bavanî û reftarên kevin, û herwiha dibe rêgir li
pêž avakirina malbata a li ser evîn û xwestina xuristî de çêbûye, bi
rêya bilindkirina nêrîtiyê a li hember evîn û azadiyê bi gižtî
radeweste, û ew desthilat jî li ser azariya jinê û dûrkirina wê ji mêr
ve dijî, ta nêrîtî bibe riwê diyar ji zorkariyê û kokên wê yên dîrokî a
cihê xwe di dîmena siyasî a rojhilata navîn de digre, wisa nêrîtî mîna
sîstemekê (Îran-Turkiya-Îraq- Rûsiya-Efxanistan, Žîžan û her wisa….)
diyar dibe, ku reftarên tunekirina civakî saz dikin , û dibe ew
desthilata bilind û peykaner a civakê dorpêç dike, wisa ew civak dûrî
evîn û zanînê dikeve,û bi reftarên qatî ve tê dagirkirin, û bi taybet li
rojhilatê de pirsgirêka cenga li hember evîn û azadiyan bêhtir diqewim
e, ji ber ku hebûna evînê nîžana mayîna malbat û civakê ye, lê žerê wê
rastiya ricîmên serkotker a ku xwe daniye li ser singên civakê diyar
dibe ,bi rêya tunebûna hezkirinê di nav takekesan de di pirên žaneyên
malbatê de , û hindikê wê xwe bi jiyana nûjen ve têr dike, an xwe bi
yeksaniya naverokî de bi rext dike, lê ji ber ku jiyana me ye a bi
winabûna mafan ve dagirtî bûye ji sedema serdesbûna berjewendiya diravî
ve ,em dibînin evîn dûr dibe, û takekesan ji civakê ve dûr dibin û di
koçberiyek e deronî de dijîn, û windabûn cihê xwe digre, di derbarê
axaftina di navbera jin û mêr de li cîhana wijdanî de,û zehmetiya
pejirandina jiyana azad û pêyketina li dû banga kûrahiyê, û ne kanîna
çêkirina xurtbûnê di malbatê de, ji ber ku ji çanda evînê dûr in, lê
xwendina tižtê li hundir de di žaxê dan û standin de bi demborînê re ta
jiyana niha bê nasîn û aloziyên wê bêne fehmkirin, ewa tižtekî gelek
girîng e , ji bo berketina dîmenên jiyanê û diyarde û žopa wêna li ser
henas û reftar de, bi rêyek e felsefî kûr, ji bo bidestxistina kêliya
bazdayî ê ku mirovê xewindar pê mijol dibe û lê vedigere, heta ku di
hundirê henasê xwe de be, û li pêž vê hewildanê de hewildanek e bi
derbaskirina tižtên yê mirov dijî bi hemî nalîna xwe ve di demê
tenahiyê de, dema timî daxwazê sîstem, dad û žadiyê dike, li cîhanek e
tev de gurbûn û girtinhevî ye, wekî ku pêdiviye li ser afrêner ku li pey
cîhanên hunerê bikeve û bi gula li sirûžta bedew de hest bibe wekî
çareseriyekê, dewsa žopandina derd û xemgîniyê, ji ber ku kêžeya heyînê
bê çare ye, nepenî ye, û zaroktî melhemek e dijî koçberiyê ye, bi nîžana
xwestina berdewam ji tižtê dembuhirtî re û ramandina bi wê, û herwiha
jî pêgirtina ji naverokên mirovahiya rasteqîn e ve bi rêya hevbeždariyê a
nûnertiya bedewbûn, maf û xêrê dike, mîna nirxên pêdivî hebin ji bo
bên e diyarkirin ligel gerdûnek î bê giyan di nav de ezezî, nezanî û
sûdgirtîbûn diyar dibe, yên gelek lerzandin û cengan bi xwe re anîbûn
e, û bê guman ku encamên wê azarîbûna perwer û tenahî û koçberiya wê
nažî me dike , û pir gengežeyên zehmet ažkere dike , ji ber ku li paž
pesindana nimûnî de jinê ye, li dûriyên bedewî ji evîn û hebûnê ve
diyar dibe, û ewa para rehî ji civakê saz dike, û mêr di çarçova wê
civakê de bi aliyê mîkanîkî ve têkildar dibe, û zorenga siyasî hinek
taybetiyan dabû xuristiya civakê bin saya kirdeyê pêkhatî di hejandina
sîstema wê ya xwazayî de . https://youtu.be/89Uh0ozaKuQ
|