Mizgîn Hesko
Min ji te re gotibû
Tu...
Ronahiya çavan î
Ma di vê reþahiyê de
Tu dikarî...
Bi destên min bigirî...?
Tu...
Keniya
Li ser lêvan î
Ku lêv zuha bûn
Û di pêlên xeman de
Werbûm
Ma himêza te
Têra gernijîn û giryanê
Bi hev re dike...?
Erê...
Li geþtiyekê digerim
Ku min
Ji nav tariyê
Hilgire...!
Rêyên Rawestgehê.
..................................
Ey rawestgeha
Ku di landika mijê de
Nixumandî
Ey xunca...
Takîbitenê
Ku hîn...
Di nav þaxên darkoka
Rawestgehê de
Xwe veþartî
Ey rêwiyên
Bilez û bez
Spêde baþ
Ma ev rêyên hesinî
Min...
Ber bi welatê rojê ve
Nabin...?!
Pencere...1.
...................
Lo...
Ma hayê te
Ji bayê kurr heye...?
Pencereyên dilê min
Pir tenik in....!
Werzê gulan.
......................
Rêgehên buhara dawîn
Hîn jî
Keskîn in.
Û xecxecokên gulanê
Her xemrevîn in
Li xwe haye dibim
Dilê min
Hîn dijene.
Dîmen...27.
...................
Berfînên...
Ku di dilê berfê de
Dijîn
Ji kû hatine?
Li teht û zinaran
Dinerim
Kî ev...
Þekirokên spî
Wiha bi hezkirin
Li vir rijandine...?!