Rêber HebûnMa em li pêş sawêrbûna civakê ne, ma em dikarin bêjin ku civak ew sawêreke di hişên me de, ma hebûnek jêre heye?! Em nîşanên takekesî bi gelek tiştan ve dibînin , li pêş me biservediçin, mirov li dijî wan derdikeve, tevî ku me civakê mîna hêzekê bi rêya mirovê takekes dîtibû, qet çênabe em wê bi pergalê takekesên cudatemen û alî bibînin, di nav girtinheviyên ku dizên û ranawestin de, ji ber vê em wan deziyên tevderabasbûyî û di jiyanê de ne li hev dibînin, yê ku di çarçoveyê bîrdoziyeke sînordar de naye qalibkirin, ji ber ku dikeve di perwaza belavkirina gotinan û veşartina niyazan de, ji ber ku armanca girtinheviyan û binema civakê li ser ramana zeftkirin û serdestbûnê hatiye damezrandin, yê desthilata serwer ji bo dûrxistina berbozan pêktîne,
û civak tenê encameke ji desthilatê, û ufkufiya nexwastiyan hewildanek e
ne zindî ye ji desthilateke hevrrik re ,berhinde civak berz dibe ji ber
ew lêvrêja berhemdana alozî û desthilatan e li gor sînora
bîrawerî,ezmûn û pêkanîna wê ji têkelbûna bi kêlek re, li gel wê nirx û
çanda civakê têne têkbirin bi sedema alavên qirkirinê û pêkanîna
têkbirina rolên takekesên wêna yên zanyar û dikarin civakê ji qonaxa
aloziyan ve ta qonaxa geşepêdanê û têkelbûna rabûnî bi çandên cîran re,
herwiha bi rêya ragihandin û hevberîna zanyarî bidawîkirina malgirtina
qezencî pêktê, yê ku timî hewil dide civakê bike lêvrêjekê ,takekesan
amade dike ji berjewendiya niyazên kesên ku her tiştî kirin e di destên
xwe de, ma em dikarin bêjin ku du civak hene berdewam şerê hevdû
dikin, û ew civaka desthilatê, a nûnertiya şaneyê biçûk dike û civaka
mezintirîn kontirol dike, û ew civaka mezintirîn bijarde û takekesên yên
bi hevdû re dijîn , ji hevdû nêzik û dûr dibin li gorî bandorên civaka
jorîn ya desthilatdar li ser reweşt û çûna bijardeyên civakî bi awayekî
rêbazbûyî, ma ew binavkirina bijardeya fermandar bi civaka biçûk gelo
rastir e, yê ku bi bandorên xwe yên diyar bi serdestbûnê navdar e, û
destê wî ya serdest îro li ser ragihandin , artêş û saloxgiriyan e, mîna
gûncanekî ger ew rast e tê wateyê ku ew zoreng nûnertiya rastiya hebûnê
dike, û bedewî ji vê zorengê re nîne tenê ew nemana hinirên mirov û
heyînê teva ye. Û em guhertina henas mîna derbirînekî ji
guhertina jiyan û derdên wê bin siha civakên têkçûyî dibînin, yên ku
derdên sitemkarî û gendeliyê bi heman demê dikşînin, û dibe ku peywendî
di navbera qatekî barketî de û a din ku di biniyê de dijî hebe, û ew
qatê binî tenê xweşiya gewdehî dide ji bo êşa heyî bê jibîrkirin, naye
hişbirkirin lê li ser banî diyar dibe ta bi êşa derve re bibe yek, ji
ber vê em ne diyarbûna di axaftinê de dibînin, girî pêşî û pişt re
xwestin, û di nav wan de cîhanekî ji laşên livok e, çendîn tirs ji
jiyanê me re dibû metirsî, hemî şîmanên hebûna me êrîş dike û wana
dihêle ku rastî talanî û nemanê bin, herwiha windabûna nasnameyan,
nûnertiya metirsiya bêhtir girs dike li cem gelên yên ku fêrî pişaftin,
qirkirin û serkotkirinê bi derbasbûna rewşên wêna yê dîrokî û guhertinên
wê yên civakî bûne, herwiha radestbûna ji tirsê re û bawerî bi berzbûna
wê di jiyana mirov de ew cûreyekî nerm e ji bobelatê mirovî û hevgariyê
re yê ku mirov tenê wê dijî di çarova gerdûnekî virmor û şaxdayî de,
ji ber destkeftiya mirovê zanyar naye nemankirin, tirs nûnertiya ketina a
ku rastî wê tê di çi karî de dike û dibe tirs di xwe de hestbûna bi
tirsê rabike, û herwiha mirov dihêvoje ku gelek şiyar be ta asta
bêcergiyê, û bêcergî di vir de di nirxê xwe de orispîtî û binketinê
hembêz dike bi qasî jîndar û nirxên wan di jiyana takekes de, û tiştê ku
komên mirovî dehf dide ji bo parçe û herifî bibin ew alava tirsê ye yê
ku çi xebat an raperînê dihêle berve wêraniyê biçe , bi encamê
têkiliyên têkçûyî di navbera mirovê Kurdistanî û narvîna wî durist
dibin û ev yeka bi çaxê parçekirinê ve yê ku di sala 1916 de saz bû
girêdayî ye. Dibe pahatina Saykis Bîko 1 ji hizrên Kurdan ve
neçûbe, ji ber bi rêya wê peymanê Kurdistan hatibû parçekirin, ji bo
yekbûn ti carî çênebe, li gel wê şehnazî bi taybetmendî, erd û zimên
bîngeha tevgera şaristanî ji her gellekî re bi derbasbûna dîrokê , ji
ber vê em şer dibînin ku li hember çi sawa tirs û mirinê herdû ye , ji
ber vê yekê serkeftin li ser sawê bîraweriyeke har xuyanî dike, pizbûna
çêkerên mirinê nikarin li hember wê bi alavên xwe yên bi nav û deng di
dîrokê de rawestin, ligel hunerên azarkirin û binçavkirina wan, û
rikberiya mezintirîn ji bijardeya zanyarî a ronakbîrî di bergiriya li
hember reşbînî û koçberiyê de ye, û ev ji koletî û serdesbûna cemaweran
pêktê, û bandorkirina li ser awayê ramandin û çêja wan, û tiştê diyar ku
berhemên desthilata serkotker û xapandina wê ji cemawer re ew
serkeftina mirinê li ser jiyanê ye, herwiha radestbûna ji mirinê re, ji
ber ku zindanvan û zîndanî herdû ditirsin, û di rewşeke ji bêbawerî û
nefretbûna berdêl ve hevbeş dibin, ji ber vê em serkeftina hişmendiya
mirinê ya bi hişyarî rawestiyayî li hember xwestek û xweziyên zanyaran
ji bo armanckirina jiyana baştirîn dibînin, ev serkeftin rastiya xwe ji
komek çavkurî û gelacî digre yên li aliya ezeziya reş disekinin ji bo
talankirina hişmendî û erdnîgariyê û herwiha wêrankirina giyanê
hatinrêzê ji erdê re, jibilî bobelatên yên ku ji gemarbûna cîgehê
dertên û reşepêşkirina yê ku di naveroka heyîn û jîndar de ye, lêbelê em
mirinê dibînin ji derveyî ku ew xwestek û bangeke desthilatî ye ji
serdestbûn û qirkirinê wateyekî felsefî ye di çarçoveya peywendiya mirov
bi nediyarbûnê re , ji ber ku mirov ji tiştên ku jê hinir ,vîn û
jîndariyê distîne ditirse, ji ber vê em mirin û tirsê dîbînin ku bi
mirov ve gelekî qemitî ne. ------------ 1- Hevpeyvînên destpêkê
çêbûn û ji encamê ve di navbera 23.11.1915 û 03.01.1916 de, û ev dîrok a
ku duplomatîkê Ferensî Firansiwa Curc Bîko û a Birîtanî Mark Saykis li
ser belgeyên bîraweriyên lihevkirinê di navbera şaryariyên derveyê
Ferensa, Birîtaniya û Rosiyayê şahînşahî di wê demê de imzekiribûn û
desthilatên wan dewletan li ser vê hevpeymanê di 9 û 16.05 de qayîlbûn. û
dema tirs aliyên jiyanê kontirol dike ,ji mirov vîna tevger û hebûnê
dikşîne, û ev reweştê desthilatdaran e ji hunerkariya wan bi şêweyên
weşandina wan ji sawkirinê , bi derbaskirina tirsê mirin û hestbûna wî
di kêliyên jiyanê de, li gel wê berxwedanî tê derbirînkirin ji ber ew
nevêtîbûneke ji reftarên desthilatdaran e ji pêşesazîkirin mirinê re, û
dibe ew nûnertiya tek ji xwestekên wêje, huner û raman re ji ber ew
hersê li dijî nezanî, koletî û serdestbûnê ne . Bi rehnîkirina me
li ser cotbûna tirs û mirinê bi rêya rexinekirina me ji desthilata
serkotker re , em dikarin bizanibin bihaneyên bîrdozkirina wê ji bo
bikaranîna cemaweran û guhertina wan ta bibin alavên bişanhildankirina
desthilatê û veşartina niyazên wêna, herwiha dema wana xewkirin didin bi
rêya gurkirina xewinên wan û lîstina bi hestên wan bi binyadkirina tirs
û mirinê û dema cemawer ji erkên xwe yên sirûştî ve di rexinekirina
desthilatê derdikeve, û tenê pesinê desthilatê dide û ev yeka yekem
erke ku desthilat ji yên ji berê wê bişkivî bi cîanî û bi wê yekê
biserketibû, ligel wê mirin ji têgehê xwe yê kevinşopî hatibû veguhêztin
, ne tenê ew mirina kesekî ye , lê ew mirina ku ez behsa wê dikim
diyardeyeke bi temara xelkê ve bêhtir girêdayî ye, dizîkirina xewinên wê
û xwestekên wê ji xweşiyê re û pêkanîna cîhaneke baştir û civakeke
zanyar, berhinde hevpeymana Saykis Bîko bandorekî xwe yê neyînî hebû li
ser gelê Kurdistanê, ji ber ku ew zemîneke baş durist kiribû ji
desthilatên yên di ferhengê wan de tenê ceng, jinavbirina kokê û
pêkanîna qirkirinan , herwiha bikaranîna mirin û tirsê mîna du destik ji
binyadkirina hebûna wê li ser berjewendiya wêrankirina civakê û
belavkirina takekesên wê û tunekirina wan. Şopa hevpeymanên
navdewletî yên ku ji encamê dema herdû cengên cîhanî derketibûn heta
radeyekî mezin cengên navxweyî yên ku civakên rojhilata navîn wêna dijîn
durist kiribûn, ji ber vê dûbarekirina amadekirina civakan ji hewayên
bêhtir bîrawerî û ronakbîrî dem û çaxekî dûr jêre divê ji bo dûbare
amadekirina peywendiyan û geşepêdana wê bi awayên rast, lê ev yeka qet
çênabe ji ber binyadkirina bermayê reftarên desthilatê di çêja cemawer û
bîraweriya wanî gîştî de ne, ji ber vê yekê tirs û mirin di wê
hişmendiyê de zabûn, û herdû bedtirîn in di warê jiyana hevbeş de ,yê
bîngeha xwe çanda lêborîn, cudabûn û pejirandina din e , berhinde tirs
nîşan e ji metirsiyên sibê re û qet mirov nikare xwe jê dûrbixe eger
dereng be demê derbaskirina an rêgiriya wê berî ku ji nişkê ve gur bibe û
wêranî bike, berhinde vîna mirov li pêş awanteya yê ku bê ta rewşa
zorengê bêhtir bi nîşan bike ji bo têgihiştina cenga ya ku bedewbûna
hebûn û destkeftiyên mirovê zanyar armanc dike , zanyarê ê ku diafirîne û
berhem dide li pêş hewildanên yên warên jiyanê bi rêya cengên xwe yên
vala têkbiribûn. Birçîbûna mirov û bêpariya wî mîna kelemekî
radiweste ta negihe biserîkirinê, birçîbûna rojhilatî ji ewlehî û ji laş
re, herwiha birçîbûna xwe ji evînê re,ev hemî wî kirin cihê mirovê har
yê ku li tiştên ku êş û bêpariya wî kedî dikin digere. Ebîqor 1
zanînê bi rehetiya henas ve pesindan kir, de em biramin heta çi sînorî
civakên me yên rojhilatnavînî pêwîstiya xwe bi vê cûreyê ji rehetbûnê ve
heye. Ev tirs bi hatina deman ve bûbû bîrdoziya mirinekê û têkbirina henasê takekes û koçberiya wî ji dema niha. Firûyd
dibîne ji serdesbûna mirovê sitemkar li ser mêyan bi rengekî zayendî
hîştibû zarokên mêyan ew bavê zorkar bikujin, pişt re wî xwarin û dû re
hest bi poşmaniyê bûn ji ber vê yekê û li ser xwe qedexe kirin mêyên
komê yên bûn sedemeke bîngehîn ji kuştina bav re, ev Efsana dêwperestî
qayîm bû di naveroka jiyanê de û di reftarên malê desthilatê de, bi
awayekî rewşenbîrî û civakî civakan hîştibûn bi encamên zordarî û
sedemên wê bandor bibin, ev mora sawêrkirî ji cureyê têkiliya civakê bi
desthilata jorîn re destpêka megirtiyeke wekhev e, di wêje û huneran de
xuya dibe,jibilî ku ew xugêr û serhevsarê zorengên desthilatê ne bi
destdayîna li ser xelkê ,herwiha kiryarê wê yê ku pişt re gelek
guhertin di cureyê ramandin ,şêwaz û hişmendiyê de saz kirin, ma em li
tirsê meyzînin wekî zikmakiyekî sirûştî mîna ku em li serdestbûnê
dinêrin?!, û bi vî awayî em vê zorenga wêranbûyî rewa dikin yê ku li
aliyê dij ji afirandin û xweşiyê radiweste û kesên ku curebûna
rewşenbîrî û hevjiyana aştiyane naxwazin ew kelemê qayîm in di rû
guhertina civakî de, û ne xuyabûna xwestin û dilxwaziyê tê wateyê
serkeftina desthilatê ye di pêkanîna hebûna wê de, ev tiştê ku ricîmên
rojhilata navîn nîşan didanê , û ev yeka dihêle ku ew ricîm li şûna xwe
bimîne bin siha nediyarbûna dilxwestina cemaweran di batîkirin û
guhertinê wê de an çaksazîkirina wê, û tiştê ku li pêş xwestin û
dilxwaziyê disekine ew tirs e di rengên xwe yên sar de yê mîna mirinê,
berhinde zanyar Ebîqor dibêje: ( Dema em bêjin ku xweşî ew armanc e,
mebesta me ji vê yekê ne xweşiya kesên cerisî û xweşiyên hestyarî ne
,wekî ku hinek kes yên bi nezanîbûnê navdar in guman dikin, an li dijî
me di nerînê de ne,an tênaghin, lê mebesta me ji vê yekê rizgarkirina
ji êşa ku di gewdehê de ye an têkçûna di hizir de.) -------------- 1-
Ebîqor : bîrnasekî Yonanî kevin e di navbera salên 270- 341 berî zayînê
de jiyabû,dibistanekî felsefî damezrandibû bi navê wî hatibû naskirin
bi ser navê : dibistana Ebîqorî. Ji ber vê em qelşandinê
dibînin ku hatibû vejînkirin û tiştê em dibînin ji koçkirina
rojhilatiyan berve rojava ew berzbûna tirsekî rojavayî ji encamê vê
koçberiyê , tirsekî rewa li ser çand û perwerdekirina Ewrûpî , ji
çandeke têkçûyî tundirew jêre dibû nan û naverokeke sade , berhinde
rewşekî ase û naye derbaskirin heye bi xuristiya ricîmên rojhilatî yên
sitemkar berz dibe, tirs hîştibû bibe stona çi perwerdeyekî ku mirovê
paşdeçûyî werdigre, û mirovê rojhilatnavînî tenê wek jîndarekî tirsandî
di xewinê de dimîne, di birca xwe yê bilind û xenqoyî de dijî, ti
bermayekî berçav nîne xwe pê bipêçe tenê demborînekî ji nêz ve nasnekirî
ye li gor dîtineke rastî, û tirs tê naskirin bi rêya pîrozkirinê yê ku
takekes ji dema zaroktiyê ve dorpêç dike, ji ber perwerdeyekî li ser
girêdana bi demborînê û nirxên wê werdigre,bê nexwestina vê rastiya
cîgirbûyî û dibe ku bi xwe re derd bîne, û pîrozbûn gemarî dibe naye
hezkirin an jiyankirin,tevî vê yekê cureya ramana kerîtî û bernametiya
dezgehî ji cemaweran re mêjiyên wan hîştbûn bêhtir bimête dewsa ku
biramê û birêve bibe, ji ber ku çi ropartî dipejirînin eger ji ku
derbikeve ji aliyê ku tê pîrozkirin û serwerîkirin, ji ber vê em wê
qelşandinê rastîn dibînin ne tenê kulekî tê jinavbirin,û xuristiya
bermayê rewşenbîrî li cem mirovê rojhilatnavînî li ser tirs û
tundirewiyê qayîm e, û di vî warî de rikberî nikare li ser bermayekî
neyînî cîgir biserbikeve li ser pêşwazkirina şîret, hîn û ramanan û
parastina wê bê ku rehnî li ser naverok û encamên wê li ser jiyana nûjen
deyne. Ev tenahiya civakî ye bi sertirîn dîmenên xwe ve, û dibe
ku bi takekes re li her deverî were gerandin, ji ber mirovê niştecî li
cem civakên netewên azad di destpêka niştecîbûna xwe de girtinheviyeke
kindar dijî di nav xwe de di navbera derdê dihû û taliya îro, û nikare
bi jiyana xwe yî niha ve şad bibe,û herwiha penaberê rojhilatnavînî
giyanê cîgehê xwe dijî li her derê ku têde niştecî dibe,û sedema wê
tenahiyê ji henasê ku gelek derdan kişandî ye re vedigere ,û gelek
bêhêvî bidûhevdû ve jiyankirî ye, û ew di warên nû de nikaribû
derbasbikrayî, û bê guman ku diyardeya koçberîbûnê mîna revekê ye ji
tirs û mirinê re di eynî demê de, ji ber vê yekê encamên xwe li ser
welatê pêşwazkirî heye, û di xwe de lihevpirsînan li ser wan bijardeyên
bazdayî hildigre, ma wê gelo têkel bibin û bibin sedemekî ji sedemên
geşepêdana aborî û cûrebûnê re ,an wê bibin li ser wê barekî, û bê guman
ku diyardeya koçberiyê kevin e, kevinê ceng û qirkirnên dîrokî, û bi
rêya wê civak têne guhertin û çêdibin, bi demê re kesên niştecî dibin
beşekî ji xelkê resen ve û dibin beşekî ji vê nasnameya guherbar ve li
cihek ta cihekî din. Bermayê olî çêja rojhilanavînî nixumandibû, û
jiyana takekes bi gelek rêyan xistibû gefdanê, û roparta netewî ya
serketî serdestbû li rex roparta comî bi rengê ricîmên fermandariyê, û
welatan li tûnîleke tarî biribû. Sirûştiya ricîma siyasî ya
ewlehî civakan hîştibû jihevketî bin, tiştek bi wan li hevdû nacivîne
tenê girêdana tirs û sawbûna ji binçavkirin an reşepêşkirinê, û ew
peywendiya di navbera takekes û dema xwe yê niha bi dehên salan di
navbera têkçûna deronî rikberiya ne li rê de hejiyabû, û bi lez ew
rikberîbûn hatibû jinavbirin bi rêya lîstina pê û xistina wê di nav
karên herêmî û navdewletî de, bi gelek rolan lîstibû di mayîna bijardeya
gendelî û zorkariyê ta wekî xwe bimînin, tirs wisa dibû pêdiviyekî li
ser milê takekes, ji ber ku di ola wî de hinek deq hene wî berve tirs û
sawkirinê dehf dide û taku melleyên mizgeftan bên û pêvajoya
stûxwarbûnê hêsantir bikin taku bibe tirsa ji fermandar ji tirsa ji
xwedê, û wisa bi mirov û rûmeta wî tê lîstin û sivkayî bi mêjiyê wî tê
kirin, di demê ku Rojava li ser lawir miqate dibe û nasnameyekî taybet
ji bo wî tê dan, berhinde hinek gel hene hişmendiya dûrkarî û
paşdemayînê derbas kirin li rex gelên koçber yên bi xwe re paşdemayîn û
dûrkariyê radikin ji bo wêna jiyan bikin û ji zarokên xwe re
veguhêzînin, û ev naveroka tirsa rojava ji koçberiyên yên ji deverên
cengan li Efrîqiya , Rojhilata navîn û Efxanistanê tên, naxwe ji ber çi
di reftarên desthilatiyên Erebî,Tirkî û Îranî de serxwebûna Kurdistanê
an ricîma Fîdralî li ser yekbûna serweriya xwe metirsiyekê dibîne û
dihêle were roxandin, di dema ku desthilatiya Birîtanî yê ku li çandan
miqate dibe 250 milyon Cinê xerc dikir ji bo zimanekî mîna zimanê Gal
newe jinavbirin 1, gelo ji çi ew tirs tê yê ku dihêle dever hemî di
têkçûn û pepûkiyekê de be!?, bi encamê wê qirkirin û dûrkarî, ji ber vê
yekê tirsa rojava li ser gelên xwe bîngeha jiyan û gulbûna wê ye lê
tirsa ya li rojhilata navîn zengila bavlîsoka mezintirîn e, yê di xwe
de nimûneyên ji zorkarî û dînbûna mirovî dihêle yê ku li mirovahiyê
derbas bû kurtas dike , di dema nûjen de ji cengên cîhanî û vir de, ji
ber vê em dîtina zanyarî dibînin di şîrovekirina vê bûyerê yê ku
valebûna îro dadigre ,ew bi encamê girtina hizr û pêşwazîkirina wî ji
hemî alavên gurkirinê bi rengên xwe yên ragehî û netewî, û ev tişt
nûnertiya binkeftina rewiştî yê ku van ricîman dikşînin dike, û kar û
barên navnetewî wêna birêve dibin, narvînên wan gelan kontirol dikin,
berhinde dewlet parçe dibin û hêzên navçeyî dabeş dibin, û aloziyên
girêdayî bi gendelî û sitemkariyê diyar dibin dewsa ricîmên berî wê û
herwisa sertbûn belav dibe û li dijî xwe nayine wekî ku gotûbêja
zorenga Mariksî dibêje dema sertiyê şîrove dike û wê dibîne rengekî ji
rengên xêra neyînî, sertî ji xuristiya peyketina bi dû xwedî
berjewendiyan dibişkive ji bo qezenc û serdestbûna li semyanê, bi encamê
hinirên xortan belav dibin ji bo bibin êzing ji şerên vala re. ------------------------ 1-
Gal: bi Ferensî Gaule, bi latînî Gallia, ew navê yê ku Rom li ser
navçeyê danîbû yê ku Gal têde dijîn û ew gelên Keltî ne li ferehiya
bakûrê Îtaliya, Ferensa û Belcîka yê dijîn. Dewlet dikevin
li pêşbirka xwebiçekirinê ji bo amade bin ji şerên derveyî ,vaca
ronakbîrî tenê bihaneye ji bo xwestina serdestbûn û malgirtina qezencê
bê ku barê berpirsiyariyên rewiştî rabikin, û aloziyên îro hemî lihev
dikin ji bo roxandina aboriyên dewletan û alozkirina wan û sepandina
serdestbûnê li ser wana. Agirgirkirina piraniyan li ser
kêmahiyan bi rêya hevpeymanên yên ku civakan parçe kirin û xwestibûn
bikevin bin dilovaniya ricîmên yên ku tenê serkotkirin û terorê
pêkanîbûn, ji bo gûrîkirina kêmahiyan li ser piraniyan , ji bo avakirina
sîstema hûrhûrîkirina nû ,yê ew jî derdê kêşe û aloziyan dikşîne bi
demê re zêde dibin, berhinde sêyîneya zorbazî ,teror û desthilatê tê
bikaranîn ji ber ku ew darêjdankekî nû dibe di warên cîhana paşguhkirî
de li gel wê û bi rêya wê sînor dûbare têne nîgarkirin li gor xwestek û
pêdiviyên dewletên bihêz. https://youtu.be/Iz38PoJdRhg
|