Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û dudwê meha Nîsanê wekû Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîşankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, yê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan pê rabibû, bi derxistin û weşandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya ”Kurdistan”, li bajarê Qahîrê, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, digel ku, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewş û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, firoke kêmbûn, posta bi lez tunebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Feysbûk û hemerengên wan ên din, nebûn.
Çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn
û li paşketî bûn; di gel van hemû rewş û mercan de, Mîrê rojnamegeriya
Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê wî bû,
ji bêrîka xwe dida, buhayên hejmarên ku belav dibûn, hindik lê
vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî hêja bû, ku ew
ciwanmêr wekû Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê nasîn, û herweha hêja bû, ku
ew roja derçûna rojnameya wî ”Kurdistan”, li seranserî Kurdistanê, bibe
”Roja Rojnamegeriya Kurdî”.
Tiştê herî balkêş û dîrokî, ku di 21.04.2021 de perlementoya Kurdistana
Başûr biryar da, ku roja 22 nîsanê ji her salê ve bibe roja
rojnamegeriya kurdî.
Gava ku em li ser rewş û mercên ku
rojnamegeriya kurdî têde derbasbûne û derbasdibe, qonax bi qonax, ji
destpêkê de û heya niha, diaxivin, divê ku em amaje bi serdema me ya
îroyîn jî bikin, serdema ku ew sînor û dîwarên asê û bilind, ên ku di
rûyê rojnamevan û nivîskaran de, di rûyê bîr û ramanên azad de, hatibûn
danîn û avakirin, îro hatine şikenandin û herifandin, û hema bêj li
seranserî cîhanê bi giştî ew çavdêriya ku hebû, nemaye, yan jî gelekî
qels û lawaz bûye, û rojnameyên eliktronî li her derê belav bûne; û divê
em bêjin ku gereke, û pêdiviye, ku em ji vê pêşketin û geşbûna medya û
ragihandinê sûdeyeke baş ji xwe re û ji gelê û welatê xwe re bi
destbixin, û di berjewendiya pirsa netewa û welatê xwe de bikarbînin.
Herwiha divê em jibîrnekin ku di rojeke weke îro de jî, di roja
22.04.2004an de, Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li
Sûriyê (YNRKS) hate damezrandin, ku ew jî, wekû dezgehekê, wekû
rêxistinekê, destkefteke mezin û giranbuha bû ji Nivîskar û
Rojnamevananên Kurdê Rojavayî Kurdistanê re, rêxistineke ku wan
Rojnamevan û Nivîskaran bide ser hev, pişta wan bigire, berevaniyê di
ber maf û berjewendiyên wan de bike, û alîkariya wan bike. Di
heman rojê de jî, di roja 22.04.2012an de hejmara yekemîn ya rojnameya
(Pênûsa Nû) ya eliktronî, derket, û berhem û gotarên nivîskar û
rojnamevanan weşand, û hîna jî, her meh, bi herdû zimanan, bi zimanê
Kurdî, û bi zimanê Erebî, diweşîne, û heya niha 103 hejmar bi Kurdî, 114
hejmar bi Erebî, ji vê rojnameyê derketine. Yekîtiyê hewil da ku hîn jî
ji teknolociya rojane sûdeyekê bigre, rabû kenala xwe a digîtal di
19.11.2020 de lidarxist û navê (Peyv TV) lê kir. Ta niha jî berdewame û
bernameyan zindî diweşîne.
Yekîtiya giştî ya Nivîskar û
Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê rojê, li hemû Rojnamevan û Nivîskarên
Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dike, û herdem serketin û
pêşketinê ji wan re dixwaze, bi hêviya ku rewş û mercên xebata wan bi
taybetî, û jiyana wan bi giştî, xweştir û geştir bibin, azadiya
derbirîna bîr û boçûnan firehtir û geştir bibe, her kesên xwedî helwest û
girtiyên bîr û ramanan, ji zindan û girtîgehan bêne berdan û azad
bibin, û herwiha gelê me di rojeke nêzîk de, bigehê mafên xwe yên
netewî, û tevgera me ya siyasî jî li xwe vegera û bibe xwedanê yek
helwestê.
Di vê seberatê de jî emê sermedîyê bo hevalên xwe yên
ku canê xwe sipartine banê gerdûn bixwazin, ku wan di jiyana xwe de
pênûsa xwe bo ziman û çanda kurdî terxankiribûn; mîna: Ferhadê Çelebî,
Mişel Temo, Rizoyê Osê, Tewfîq Ebdulmecîd, Ebdulqadirê Xiznewî, Xelîlê
Sasonî, Siyamend Ibrahîm, Ferhadê Içmo, Deham Hesen, Hadî Behlewî, Adil
Seyfidîn Omer, Mihmed Seyid Hisên, Mele Mahmûdê Qertimînî, Zinar Ezem
Gorgîn Mele Hesenê Kurd..hd.
Li dawî de bila alaya rojnamegeriya azad, alaya bîr û ramanên bê sînor û bê çavdêrî, herdem bilind û serketî bin. Bijî Roja Rojnamegeriya Kurdî, bijî Mîrê damezrêner Miqdad Midhet Bedirxan.
Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê 22.04.2023
|