Hişmend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja Zimanê Kurdî de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di dewlemendiya zimên û hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950
ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî
herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin.
Netewa Kurd jî xwedî
zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de , heya niha jî zimanê
kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên
Kurdistanê herdem xwestine rê li ber pêşkertina Zimanê Kurdî bigrin û
bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran pêk tê..
Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.
Di vê çarçewê de lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji
encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û
çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe
ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û
navçeyan ji hevdu cuda ne.
Di aliyê rêzanî de jî parçebûna kurdan yek
ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda
bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî rêzanî.
Di
dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û Zimanê Kurdî kêm
nebûye. Lê herdem gelê kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat
kiriye û li berxwe daye.
Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê
Li Kurdistana Bakûr dewleta Turkiyê siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê
piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û
têkoşînê bû , Niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye
, û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Başûr û
Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û
nivîsandina kurdî de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê
Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn.
Li
Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê
rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî bi
hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe diparast , Û bi taybetî piştî
bayê guherînê giha Rojhilata navîn û derbas Sûriyê bû rewşa gelê kurd li
Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de hate guhertin û derbas qûnaxeke
din bû , di vê derbarê de ji bo fêrkirin û pêşxistina zimên xebateke
hêja hate kirin û hêjayî gotinê ye ku "Partiya Demoqrat a Pêşverû ya
Kurd li Sûriyê" yekem nivîsgeha partîzanî û yekem saziya fêrkirina zimên
bi navê "Saziya Cegerxwîn" a fêrkirin û parastina Zimanê Kurdî li
Efrînê damezrandin û bi dehan ji xort û keçên kurd fêrî xaknîgarî , çand
, dîrok û xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî kirin.
Piştre xebata
zariyên kurdî geştir û firehtir bû , û di aliyê zimanê kurdî de gelek
deskeftiyên mezin hatin bidest xistin, ji Dibistanên seretayî de heya bi
Zanîngehê.
Hêjayî gotinê ye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê Peymangeh û Zanîngeh hatin vekirin.
Her wiha gelek Rojname , Salname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibûn.
Di
rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê
Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî,
Ragihandinî, Aborî, û Hunerî bi Zimanê Kurdî tên bikaranîn.
Lê ji
ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li
ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , Lewre Kurd di welatê
xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke
Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî
mezine.
Li dawiyê Ez Roja Zimanê Kurdî tevahî gelê Kurdistan pîroz
dikim û bi taybetî ez li hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û
Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir
ji bo parastin , geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên
ji hezkirina welête
Parastina zimên
ji parastina welête.
15 / 5 / 2021 Z – 2635 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê