Hižmend Žêxo (Xwendinek di rêveçûna Partiya Pêžverû de) Bi helkefta bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me ez vê kurte nasînê diyarî giyanê bavê xwe û hemû hevalên damezrêner û xebatkarên "Partiya Pêžverû" dikim , Herwiha ez vê bîranînê li tevahî Gelê Kurdistan pîroz dikim.... Di dawiya sala (1956)an de Sê nižtiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîž û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û di benda wê ya çarem de wisa dibêje :
"Çi gava siya koledar ji ser welatê me Sûriyê bi dûrkeve û rêya
têkiliyên derve bête birrîn , P.K.D.S ji bo (400000) kurdên ku li Cizîrê
, Kaniya-Ereban , û Çiyayê Kurmênc dijîn dê rêzanek taybet bixwaze , Da
ku mafên wan ên siyasî , civakî û zanistî di nav welatê Sûriyê de bê
parastin." Pižtî danûstandin bi hejmarek ji xebatkar û rewženbîrên
kurd re li Parêzgeha Helebê hate kirin hersê hevalên pêžîn û hevalên
Efrînê gihan biryarekê li ser dîroka damezrandinê û hinek guhertin di
navê partî û tozika navxweyî de bibe , û di çardehê Cehzerana sala
1957an de pêžengên gelê me (Nûredîn Zaza , Osman Serbrî , Hemzê Niwêran ,
Ebdilhemîd Derwîž , Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan ,
Xelîl Mihemed , Cegerxwîn , Žêx Mihemed Îsa) weke desteyeke damezrêner
(Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê
gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana
Sûriyê bike û xewn û hêviyên kurdan di welatekî Demoqrat de pêk bîne. Lê
pižtî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu
welatan (Sûriyê û Misirê) de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvanên
siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemû heval , dost û
kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji
lêxistin , kehrebe , kotek û ižkenceyên hovane , Lê vîna gelê kurd û
hižmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan regezperestan bi
hêztir bû , Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiyê biryarek stand
bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî Efrînê da ku neyarên
gelê me zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye Lê
belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , û Ji wê rojê de hižyarbûna netewî
di nav gelê me de dest pêkir. Pižtre hikometa jêdabirrînê bi armanca
tunekirina hebûna netewî ya kurdî dest bi pirojeyên nijadperest kirin
wek pirojeya amara awarte di sala 1962an de û pirojeya zinara erebî di
sala 1966an de bi armanca peydakirina kembereke nijadperest da ku
cudahiyê di navbera herêmên kurdî de li Sûriyê û Kurdistana Turkiyê de
bike û gelek piroje û kiryarên nijadperest mežandin lê tevî wê vîna
heval û xebatkarên partiya me neçelmisîn , lê belê hêzeke zêdetir da wan
ji berdewamiya xebatê re ji bo parastina hebûna netewî ya kurdî û
peydakirina mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re di çarçewa dewleteke
demoqrat û pir netew de , herwiha wan kiryarên žovînî nikarî bûn bandorê
li ser Siyaseta me ya rêyalîst û rastbîn bike , ew siyaseta ku
"Partiya Pêžverû" li ser bingeha netewî û nižtîmanî ava kiriye dûrî
siloganên qebe , û ji ber vê yekê partiya me guhdanek taybet û
girîngiyeke mezin da pêžxistina peywendiyan bi hemû pêkhatên civaka sûrî
re ji ereb , suryan , kild û ažoriyan re. Di vê bîranînê de ez dixwazim xebat û helwestên Partiya Pêžverû li ser sê astên sereke nîžan bidim Yekem : Li ser Asta Nižtimanî ya Sûrî Pižtî
sala (1970)de partiya me zêdetir di nav tevgera nižtimanî ya sûrî de
xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cihê xwe girt û
bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Žamê) de , Lê pižtî ku
bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li
darxistina kongirekî nižtimanî Sûrî û kongirekî nižtimanî kurdî kir û di
wê çarçewê de xebata xwe berdewam kir. Duwem : Li ser Asta Netewî ya Kurdî Ji
roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê di
Çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna
gelê kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan di
jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di pižtgiriya tekožîna
gelê kurd li Kurdistana Bažûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê
de kedkariyek mezin daye , herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo
pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Kurdistanî re li ser bingeha
rêzgirtina doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û herdem tekez
kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li her perçakî
Kurdistanê , Lewre Partiya Pêžverû bi dirêjahiya salan rastî gelek
astengiyan hatiye û gelek êž û azar dîtine ji zordariya rêjîma dîktator
li ser gelê me ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê
de ji aliyekî din ve , lewre di gelek qonaxên xebatê de žerê me hatiye
kirin carekê bi behaneya (Markisiya Lênînî), û carekê jî di bin
navnîžana (Berzanî û Berzanîzmê de) , Tevî ku dijminê me bi tundî žerê
me dikir , lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî
nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî , û li hember vê yekê
li gor karîn û zanîna xwe "Partiya Pêžverû" herdem bi hižmendî xebata
xwe berdewam kiriye û bi tundî li hember siyasetên tunekirin , pižavtin û
dagîrkeriyê rawestiye. Hevalên xebatkar , dostên rûmetdar : Bîranîna
(66) saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan û hersê Herêmên me
(Efrîn ,Girê Sipî û Serê kaniyê) hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne ,
Dewleta Turk bi hemû žiyan û pêkanên xwe berê xwe dide gelê me yê
Azadîxwaz û li pêž çavên civaka navdewletî bi direjahiya (58) rojan bi
hemû çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de ,
Li beramberî vê bêtarê "Patiya Pêžverû" xwedî helwestên wêrek û bîrbir
bû li pêž dost û dujminan û bi taybetî žermezarkirin û nebeždarbûna
partiyê di kongireya (Sotžî) de , Herwiha gelek pêžinyar û
destpêžxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji
Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Turk were girtin ji ber ku
Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Lê mixabin kes bi hawara me nehat
û pižtî pêncî û hežt rojan hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên ku bi navê
artêža nižtimaniya sûrî têne naskirin bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û
silogana (Elah û Ekber) derbas navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi
talankirina mal û samanên kurdan kirin.. Xwendevanên hêja: Di vê
bîranîna netewî de hêjayî gotinê ye ku cîhan di siya rewžek navdewletî
kerje û bargedar de ye di navbera hêzên mezin de nemaze pižtî žerê
Rûsiya û Ukraniya , tê pêžbînî kirin ku wê encamên metirsîdar li ser
pêžeroja mirovahiyê peyda bike , û bi taybetî li ser peywendiyên
navdewletî ji ber pevçûnên di navber Rojava û dewletên Nato ji aliyekî
de û Rûsiya ji aliyekî din de û eger ev qeyrana li ber xwe bide wê
bandorek neyênî mezin û metirsîdar li cîhanê bi seranser û li herêma
Rojhilata navîn û bi žêweyekî taybet li ser welatê me Sûriyê hebe ji ber
hebûna hêzên Emrîkî û Rûsî li ser xaka Sûriyê qeyrana Sûrî dirêj dibe û
asoyên çareseriya siyasî bi dûr dixe . Em bîranîna Žêst û Žež saliya
partiya xwe vedijînin lê hîn qeyrana Sûrî berdewame û tu aso ji
çareseriyê re xuya nakin lewre êž û azara gelê sûrî zêdetir dibin û ji
encama rewža aborî û zehmetiyên jiyanê li gor amara Neteweyên Yekbûyî
85% ji rêjeya sûriyan dibin xeta perîžaniyê de dijîn. Herwiha
destwerdanên herêmî û navdewletî di mijara sûrî de hêžt ku rewž aloztir
bibe lewre çareserkirina qeyrana Sûrî gihaye asteke dijwar û di vê rewža
aloz de tenê çirûskek heviyê li pêž gelê Sûriyê maye ew jî diyaloga
nižtimaniya Sûrî - Sûrî ye. Partiya me ji destpêkê ve da xuyakirin
ku divê pirsgirêka Kurd bibe pirseke nižtimanî ya hemû gelên Sûriyê
lewre bang li hêzên nižtimanî yên Sûrî dike ku li gel birayên xwe yên
Kurd vê pirsê bipejirînin, biparêzin ji bo çareseriya wê di çarçewa
nižtimanî ya Sûriyê de, ji ber ku çareseriya wê bê gûman dê bibe alîkar
bo bihêzkirina aramiya siyasî di welêt de. Ji vir de em bang li
hikûmeta Sûriyê dikin ku hêz û aliyên tevgera kurdî vexwîne diyalogeke
cidî ji bo dîtina vê pirsê. çareseriyên guncaw jê re peyda bikin, bi
dayîna mafên netewî yên gelê kurd di nav Sûriyeyeke nenavendî de, û
beždarkirina Kurdan di hemû waran de, û garantîkirina mafên netewî yên
kurdî di destûrê welêt de. Ey gelê Azadîxwaz Ji we nayê vežartin
ku rastiya tevgera siyasî ya Kurd ku di encama rewža belavbûn û
perçebûnê de dijî Ji ber vê yekê, pêwîstiya çareserkirina vê rewžê di
heman demê de bûye pêdiviyek netewî û nižtimanî, nemaze di dema ku gefên
Turkiyê berdewamin ji dagîrkirina herêmên sûrî din re û gelek behaneyan
dibîne daku dagîrkirina wan deveran rewa bike. Banga partiya me
herdem ji bo lidarxistina civîneke partiyên Kurdistanî bû ji bo pêkanîna
helwesteke yekgirtî ya Kurdistanî û ji bo rûbirûbûna van gefan, lê wê
bangê tu bersivek ji Encûmena Nižtimanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya
Demokrat wernegirt. Em di Partiya Demokrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê
de tekez dikin ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Sûriyê re
garantiya parastina herêmên kurdî ji dagirkeriya Tirkiyê ye û li gorî vê
yekê divê hikûmet di vî warî de bixebite , herwiha ji partiyên kurdî tê
xwestin ku helwesteke kurdî ya yekgirtî ava bikin û berî her tižtî
taybetmendiya rewža kurdî li Sûriyê û serxwebûna biryara wê ya siyasî li
ber çavan bigire, ji ber ku partiya me di wê baweriyê de ye ku Rûsya
îro berendame ku rola xwe bilîze wek navbênkar an jî bibe garantor ji vê
diyalogê re û bi dîtina me eger danûstandinên di navbera tevgera kurdî û
Žamê de bi serkeve wê demê pêkane ku pilanên Turkiyê yên li dijî welatê
me werin pûç kirin û bi sernekevin. Di çarçewa gefên Turkiyê de ji
aliyekî ve Îran û hevalbendên wê dixwazin aramiya Herêma Kurdistana
Iraqê têk bibin û ji aliyekî din ve Turkiyê dixwaze hebûna xwe ya
ležkerî fireh bike bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê me li
Kurdistana Iraqê, ji ber vê yekê îro ji her demê zêdetir ji hêzên
Kurdistanî tê xwestin ku ji nakokiyên xwe derbas bibin û bi hev re kar
bikin ji bo pêkanîna helwestek yekgirtî bi rêya çareserkirina kêžeyên
nakok li gel Bexdayê û parastina ezmûna federalî li herêma Kurdistanê. Di
dawiyê de ez we pižtrast dikim ku Partiya Demokrat a Pêžverû ya Kurd
li Sûriyê ne tenê partiyeke kurdî ye û hew , lê belê ew dibistaneke
netewî Kurdistanî ye û partiya hemû Sûriyan e, ligel hemû kesên ku
çavnebariya berjewendiyên Sûriyê dikin. ji bo bidawîkirina êž û azarên
Sûriyê û gihižtina çareseriyeke siyasî ku bibe sedema avakirina
dewleteke demoqrat xwedî sîstemeke pirreng û pir netew. Herwiha dimîne
dibistaneke xebatê ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di Kurdistaneke
serbixwe û azad de. Di vê roja dîrokî de ez endezyarên partiya xwe
Mamoste Ebdilhemîd Derwîž , Mamoste Režîd Hemo û hemû hevalên damezrêner
û pêžengên ku rêya xebatê ji mere vekirine bi bîra xwe tînin û bejina
xwe li ber giyanê wan diçimînin. Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li tevahî gelê xwe dikin û dibêjim : Erê
bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji
berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê
mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de Bijî bîranîna Žêst û Žež saliya damezrandina Partiya me Serkeftin ji doza me ya dadmend re
14 / 6 / 2023 Z – 2635 K
*Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê
|