Ezîz XemcivînMiletê me herdem doza mafê xwe dike, di hindirê piraniya Kurdan de dozek heye, navê ewê daxwazê (Maf)e. Mafxwarinî.. Vêca ev çi ye? Piraniya Kurdan û bi taybetî çîna rewženbîr û nivîskaran ne tenê maf û çi girêdanên bi maf ve hene binpê dikin.. Di vir de çend mînakan bibêjim, bi qasî wan jî dehcaran li bal min hene, lê ev dê hinekî ji mijarê zelal bike..
Di 2013an de nû hatibûm Elmanyayê, ji bo Festîvala helbesta Kurdî hatim
vexwendin, li wir yê wênekêž û vîdyo ji derve de nasekî min bû, pižtî
mehrecanê reportacek belav kir, hemû helbestvanên beždar derxistin, tenê
movika min an wêne an çi bi min ve girêdayî kamîreya wî nêzîk jî ne
bûye, wek ko ez ne li wir bûm! Zikrežî û kîn, gerek berê nameya karê mirov neguherînin! Pažî
hate bîra min ko bo çi ev tižt kiriye, beriya çend salan ji ewê
hevdîtinê min û wî gengežeyeke zimanî kir, min gote wî ev hevok žažitî
tê de heye, li min vegerand: Ez mamostayê zimanê Kurdî me û tu ji min re
dibêjî tu žaž î!?
Berî nuha dostekî pir nêzîk çendîn car ji min daxwaz kir ko li pirtûka wî vegerim û alîkariya wî bikim! Di heman daxwazê de jî gotibû ko ez pêžgotinekê ji wî re binivîsînim.. Min
got: Pêžgotin ji bo pirtûkeka helbestan ne gerek e, min got jî wê
lêveger hinekî dirêj bike, çimkî karê min pir heye! Pižtî çend mehan min
pirtûka wî bi lêvegereka hûrbîn jê re žand. Berî demekê dostê min
pirtûka xwe çap kir û li ser Facebookê belav kir, di nivîsandina
belavkirinê de spasiya nivîskarekî kiriye ji xwe ew nivîskar jê re ne
giring e, çi naveroka pirtûkê ye, lê ya giring navê wî li ser bête
nivîsandin, çimkî pêžgotin ji wî re nivîsandiye. Ji xwe dostê min navê min ne ji dûr ne ji nêzîk ve ne nivîsandiye û ji bîr biriye ko pirtûkekê diyarî min bike!
Nivîskarekî
din, ji min xwest li pirtûka wî vegerim, bi rastî ez ne vala me, lê
carina dikevim žermê, di dema daxwazê de bi gotina mamoste û mamoste
(tev ko ji evê peyvê hez nakim, lê dema karê wan bi dawî dibe, nema bîra
gotina mamoste dibin), ez bi hûrbînî lê vegeriyam û min bi sedan žažitî
berçav kirin û pižtî min ji wî re žand dîsa got va ye min ew têbînî
dirist kirin, ka dîsa eger tu karibî bixwîne! Min dubare xwend û min ji wî re vegerand! Pižtî
pirtûk çap bû, ew jî ne ji dûr, ne ji nêzîk ve li ser westandina min
hîç ne peyivî ye û di ser re jî hevaleka min ji wî pirsî bû, gelo kesek
ji te re li pirtûkê vegeriyaye? Bersiva nivîskarê me: Na, min bi xwe lêveger kiriye! Bi
ser de jî pižtî çend rojan min dît dostekî romana wî belav kiriye û
diyarî bi xêznivîsa destê nivîskarê me li ser pirtûkê imze kiriye!
Dema
me (Efrînê Evînê) derxist gelek hevpeyivîn, rêportac di derbarê mijarê
de çêbûn, digel me hemûyan hevpeyivîn pêk hatin, ji nav me jî kak
Zekeriya Efrîn derhênerê berhemê, yek ji wan hevpeyivînan acansa ANF
NEWS di nivîskî de nivîsandine: "Dokûmanter bi beždariya hunermend Ezîz
Xemcivîn, Brahîm Kêvo, Gare Sazkar, Yara Hebîb, Firîžte Efrîn, Jîn
Xelîl, muzîsyen Ehmedê Çep, Mehmûd Horo, Hesen Gênco, Kawa Kalê û
derhêner Zekeriya Efrîn ve hate amadekirin." Ez kirime hunermend, lê di hevpeyivîna vidyo de ji xwe navê me hemûyan ji hevpeyivînê birrîne! Di malpera Polîtîka jî, hevpeyivîna kak Zekeriya belav kirine, lê navê min hîç di mijarê de nîn e! Li
malpereka din bi navê (Dengê Welat) ew jî bi mixabinî navê hemû hevalên
me yên di (Efrînê Evînê) de beždar in, hatine nivîsandin ji bil navê
min ne hatiye nivîsandin! Gelo ev tête çi wateyê, heta kengî em ê wisa dijminê hev bimînin. Di dema nivîsandina evê mijarê de heman tižtekî wisa bi min re çêbû, lê bi rastî mirov žerm dike binivîsîne.. Bi hêvî me, ev žerê navxweyî, kîn, zikrežî û dijminayetiya Kurdan nemîne! Bi hêvî me, em ji afrêneriya hevûdu çavtengiyê nekin.. Wêje daristan e, darên piçûk û darên mezin jî dinimîne, lê hemû digel hev daristaneka ciwan dixemilînin..
12.08.2023
|