Rêber HebûnKiryara zanyarî a bîrawer xwe radestî efsanîbûnê nake û ji bo rizgarkirinê ji bend û baskên wê ve dixebite, wek ku destketiya rabûnî bi civakan ve pêşdikeve û wêna ji qonaxa nediyariyê ta qonaxa geşepêdan û berzbûnê vediguhêzîne, tevî belavbûna tundirewiyê di nav civakên dorpêçkirî de bi kelepçeyên cengê ve û derketina aloziya desthilata serkotker têde, lê rolên zanyaran di nav de girs û rastîn in, ji ber hişmendiya rojhilatnavînî li ser tembelî hatibû kedîkirin ligel rûniştina li dor maseya demborînê, û hêdî hêdî li pêş sazîkirina zordariya pîroz hatibû jinavbirin, carek din hatibû berhemdan ji bo têkeve di wêzimkariya xwediyên pirojeyan de, ên xwe dikin paşmavên rewa ji erdên fereh re, gellên wê nikarin bi xwe fermandariyeke cîgirbûyî dadmend û gulgulî têde saz bikin, lê miaqate bûn ku van gellan bixapînin,bi rêya dîrokeke pûç ve li ser şaştiyên desthilatî durist bibû, li rex girtinheviya di navbera pirkesên yên xwe fermandar dibînin ,pala xwe didin li ser bermayekê ji serdestbûnê ve di fermandariyê de û beranberî kêmkesên ên xwe di koletî,dubendî û pêrewiyê de dîtibûn.
Ev yeka girtinheviyê di navbera mafên netewî a dîrokî binyad
kiribû, hişmendiyan bi pîrozbûna beloq ve hatibû xwarinkirin, û
cîgirkirina kula penceşêrî di hundirê mêjiyên rojhilatnavînî û cîhana
Erebî de, taku gel di bersîdan û ne hestbûna xwe ya komî de bindest
bimîne, di navbera gulmên kelbetana tundirewiya olî û ragehî de, yê
dijminatiya her tiştê nû dike û di navbera zivîrandina li dorî
bîrdoziyên partiyên totelîter de yên li ser sloganên ayîndî nanê xwe
dixun, herwiha bişanhildana serwerîtiyê bi giyaneke êlî ve û
xwedawendîkirina mirinê, taku bibe berdêl û dirêjiyekê ji ricîmên
têkbûyî re yên ketina wan bûye rastiyeke guncan, ji ber ku tundirewiya a
di navbera du rewşên binyadgir de beranberî dijî wê çepgira nûjenbûyî
ji berhema hevgadanekî reşepêş ve avlimeke rakutayî anîbû, berdewam li
ber mirinekê ye, ji bo lîstina rola xwe yê nû di kirtankirin û koçkirina
xwediyên raberî ji gellên ên taliyê dikşînin bi sedema jihevketina
şaneyên wê hêdî hêdî ve. Ew tişt pêdivî dike li ser zanyarên
agehdar ku bi hevsara bandorkirina kirdeyî a erênî ve bigrin li pêş
zorengekî li ser wan hatiye sepandin li ser hebûna wan bûye gefekî, li
gel wê belavbûna berbedeniya ramanî û siyasî bi taybet ve di nav cemawer
de rewşeke bêzar û neyînî di hemî derbarî de sepa kiribû, bê guman ku
aloztirîn erkên yên dikevin li ser milê zanyar ku hişmendî û hevsengiyê
di tarîtirîn qonax û çax de birêve bibe.
Cîhan îro hewila
girêdana gerdûnî bi hevdû ve dike bi rêya ragihandinê, teknûlojiya nûjen
û ekranên peywendiya civakî a çendane ve, ev yeka nîşan dide ku sînor
di navbera gellan de ew sînorên siyasî qezencî ne, ji ber ku çi sînor di
navbera hiş û hişekî , rabûn û rabûneke din de nîne,di vir de em
dikarin li ser zanyaran û rolên wanî nû biaxivin ên divê berz bibin ji
bo parastina hebûnê ji têkçûn û sêlaxên qirkirina rewşenbîrî û civakî
ve, li gel wê ew rewşa a xwe derbirîn dike bi dîmenên çekdariyê ve li
rojhilata navîn ji genîbûna desthilatê û pêrewiya wê re vedigere, û
hêlînbûna wênegirtinên bîrdozî yên hişmendiyên cemaweran nediyarkiribûn û
bîraweriyên wê têkbiribûn bi rêya binyadbûna fermandariya ragehî,netewî
û olî ve ê bi kiryarê wî ve pirsgirêk û kortal di navbera hemû
pêkhateyan de kûr kiribû, herwisa zanyar dibe armanckirî , dûrxistkirî û
çêwirandî bi hemî destikan ve û ev yeka kirdeya civakî derengxistî dike
û alavên saxlem di her civakekê de parîparî dike, ji bilî ku aloziyên
navendî ên civakên barketî derdên wê bi sedema cengê ve dikşînin, dighe
çi saziyeke pêşketî û herwiha vegirtina van aloziyan nîşanên wê li
deverên pêşketî jî derdikevin, tevî ku ji deverên gûrbûyî bi rengekî
erdnîgarî ve dûr bin (Teqîna li Parîsê).
Diyardeya tundirewiyê ne
ji serdema niha ve derketî ye lê ew çirûsîneke hatibû ye gurvedan bi
rengekî rêbazbûyî ve di henasên mêjiyan de yê pişûdan û bêkarî wêna
dorpêç kiribûn, lê bi derbekê ve dîtibûn kî vê pişûdanê li cem dagire
bi rêya dehfandina wê di darjêdankên gelek kirêt de bi rêya rêxistinên
cîhadî yên bobelatên bizdan û tirsê weşandibûn (Daiş) (Rêxistina gurên
xalîrengî) ( Hemas û Partiya xwedê) taku jiyanê dagrin xircir, hingeme û
xwîn,ev yeka dibêje ku qet û qut çanabe afirandina jiyaneke nûjen bi
gelorîkirina aloziyên gellên barketî ve ên bes nekirin jiyankirina rolên
qurbaniyê bi rengekî cûda ve û bi derbasbûna qonaxan ve, bi rêya
bicîkirina ricîmên netewî a milhûr li ser dirêjî neqşeyên wê, û
westandina wê bi gêleşokê ve û valakirina rûberên erda wê bi
neçarîkirina wê li ser niştecîbûn û bazdanê bi rêya pêlên koçberiyê
berve bakûr (Ewrûpa) ( Koçberîbûna Sûrî, Efrîqî û Efxaniyan di herdû
salên 2015,2016 de.)
Belavbûna sertî bi rêk û pêk ve aloziyên bê
dawî durist kiribûn û dibe ku bi êşeke kûr ve derbasî bîra gelên bazdayî
be bi rengeke hevgarî ve, ev hemî li pêş çavên dewletên pêşketî ên divê
niha û berê berpirsyarî rahiştana bi vegerandina cîgirbûn û aramiyê ve
ji navçeyên alozîbûyî re di warê siyasî de bi rêya bidawîkirina
fermandariya milhûran û têkoşîndariya tundirewiyê, herwiha çalakirina
alavên hevpeyvînê û xebatê bi rêya rêxistinên sivîl ve û amadekirina
nifşekî bi hêz ve ji bo xebat û avakirinê, ji ber ku bikaranîna zimanê
tênderiyê ji zorkariyê re û bervajîkirina rastiyan û rêşepêşkirina wê
civakên rojhilatnavînî hîştibûn di neşiyarbûnekê de bijîn dûrî
rizgariyê, ta siyaset bû destikekê ji reşepêşkirin ,derew û gendeliyê ve
(Dijêçûna Cihoyan) (Şeytankirina Kurdan) , derbirîn û têgehên rêbazbûyî
ketibûn e di xêzên rewrewkî gendel û bazarsarî de ji bo girtina
hişmendiyên xortan û xistina wan di xeleka windabûneke bê dawî de bi
bandora rewrewkbûna bicîbûyî ve yê pêkanîna berzbûna hişmendiya rexnî
lawaz û pûç kiribû.
Wisa dîmenên penaberiyê bi rengê xwe ya
hevgarî ve diyar dibe, ta koçberî û niştecîbûna ji deverê ve bibe
bijarekî ji bo parastina tiştê hindik maye û piştgiriya wê li hember
hêzên ku tundirewî bi heman rengên xwe ve belav dikin û slogana (Dema
qurşîn radibe hişmendî kehr dibe û kaniyên dil û raman zuha dibin)
radike.
Çendîn kêşe li ser pileyeke bihevketî ji alozkirin û
şaxdayîbûn be wê hişmendiya azad rêyan her bibîne ji bo jihevvekirina
van girêkên berzbûyî, dema rolên xelkê li deryayê civakî destên xwe
bidin hevdû û têkiliyên xwe yên zanyarî di tek hiş û dilekî de
hevjînbûyî bin, lê dema em jihevketinê bibînin û têkiliyên civakî bi
strihên girtinheviya nemanî ve dorpêçkirî bibînin ên akranên ragihandina
kirêgirtî vê yekê xwarin didin, wisa bi dijwariya zorengê ve hemî
pîvanên hevgirtina a di evînê de di navbera civakan de nediyar dibin, li
gel wê ji Kîrkêgard re bavê heyînizmê ve vê rastiyê aşkere bû dema go:
(Çi destketî an avahiyeke bilind bi nemanê ve bindest e eger çiqas dem
lê derbas bibe.) Berhinde em Roma û şaristaniya wê nabînin piştî
sertbûn û dewlemendiya wê û hebûnekî ji Aşoriyan re nabînin tevî
hezkirina wan ji bazirganî û serweriyê re.
Zanyarên ên ji wan
avakirinê tê xwestin ewên li ser hebûn, ewlehî û aştiya wê berpirs in bi
taybetî ve zanyarên xwedî biryar û desthilatî, ên vedeng û bandora wan
li ser dîtina giştî heye, ji pêwîstiya kar li ser vegerandina aramî û
ewlehiya kirdeyî ji Rojhilata navîn re, ê eger jiyan jêre bête
peydakirin wê di rastiya xwe de bibe devera xewin ji bo siberojeke
baştir , ew dever bi rengekî ji rengan ve wê pêşengtiya xwe yê şaristanî
a ronakbîr vegerîne û bandorek xwe cuda hebe li ser dora xwe û cîhanê
bi giştî ve, piştî ku ji desthilatên xwe yên faşî a têde cîgirbûye ve
rizgar bibe, ji milhûriyên têkçûyî ve, ta kengî?! Ji vir ve divê em
bi çareyê ve biramin bi rêya vê pirsê ve, bê guman ku hişmendiya zanyarî
a şaristanî bi tiştê baştir soz dide bi rêya destûrxwestina derbasbûna
wî li rastiya van civakan û rawestandina li ser kêşeyên wê bi rêya xalên
bingehîn divê bête çareserkirin:
1. jihevvekirina girêdanên
zorkar ê hevpeymana Saykis Bîko wê nîgar kiribû û vexwendina ji bo
nîgarkirina kiyanên hevgirtî ne cihêbûyî (Herêma Kurdistana Îraqê wek
nimûne) (Herêma başûrê Sûdanê) ( Israîl û desthilata Filistînî)
bandoarên xwe li ser berjewendiyên cîranan û serweriya wan nake bi rêya
hilgirtina şêweya fermandariya xweser an Fîdralî an Konfidralî, wê ew
yeka geşepêdneke aborî û civakî bide dewletên navçeyê bi parvekirina
rolên xwe ve dûrî navendiya bilind û awayên fermandariya takekesî ê
mafên hemî kêm netewan piştrast dike herwiha gellên yên helistên
dewletbûnê lê tên ji erd, ziman û çand ve.
2. Binecîkirina
siyaseteke aborî geşepêdanî giştî ji dadmendî û parvekirina samanê li
ser gel ve mîna pîvanekê datîne û dezgeha jimarvanî,çavdêrî û karê
sazmanî mîna pîvanekî ji jiyana beşdarîbûyî û hevkar re datîne.
3.
Têkoşîndariya ragehîbûnê û rêbazkirina siyaseteke zanistdarî zanyarî û
kar li ser belavkirina çandên gellên Rojhilata navîn ji bo zêde
hevgirtinên wê bi rêya dibistan û peymangehan ve li ser xwendina bermaya
wê ya şaristanî dixebitin û vekirina rêya azad ji pardariyê re ji bo
rabûna civakê û piştrastkirina yekbûna çarenivîs û hevjiyana aştiyane di
navbera wan gellan de.
4. Vekirina rêyên hevberîna
rewşenbîrî, aborî û tekîkî di navbera gellên navçe û cîhanê de, ev yeka
rê dide ji bo avakirina navçeyê û piştgiriya wê bi hemî rêyan ve ji bo
avakirina wê û alîkariya barketiyan taku vegerin li cihên xwe ta navçe
vala nebe û avakirina rêyên jiyan, ewlehî û pêşveçûna wê.
5.
Vekirina hemî rêyan li pêş jinê ji bo xebata li ser rakirina hemî
zorkariyên dîrokî li ser û yeksaniya wê bi mêr re di her tiştî de.
6.
Jihevveqetandina ol ji navendên dewletê û hemî saziyên jiyana
perwerdehî û civakî ve jihevveqetandineke giştî û xebata ji bo
bicîkirina rastiya dewleta sivîl a yekgirtî.
7. Cengaweriya
terorê û hemî dîtinên liyangirtî bi rêya hemahengiyeke ewlehî saloxgirî
navdewletî ve û vexwendina ji komcivînan re li ser belavbûna diyardeya
tundiyê radiwestin li ser heman rengên wê û pêdîvîbûna têkoşîndariya wê.
Bi
rêya vexwendina ji kombûna zanyarên azad re em dikarin kombûnê danasîn
bikin ku ew kombûneke bawer dibe ku zanyar li hemî deverên hebûnê li ser
heman cûdabûna nijad,ol û aliyên xwe neteweke hişmendî ne afirandin û
dîtina rêyên nû wana bi hevdû ve girêdide û armanca vê kombûnê :
•
komkirina zanyaran di yekîtî û komkaran de li ser asta heyînê ji bo
danîna çareseriyan ji kêşeyên gellan re û danîna sînorekî ji zorengên
yên ji çêkirina mirovan an sirûştê ve .
• Vexwendina ji vegera
mirovê zanyar re ,avakerê şaristaniyan ji bo kargêrîkirina rola xwe yê
pêşeng a kevin û nûbûyî li hember liyangirtîbûnê bi hemî rengên xwe ve û
vexwendina ji aştiyê re û rawestandina cengan û sînordarkirina
malgirtinê.
• Damezrandina komên zanyarî û vexwendina ji bo
civîna zanyaran a mezin li ser asta cîhanê ji bo pevguherandina zanyarî
di hemî rêyên zanistên mirovî, nojdarî û teknîkî de.
• Têkoşînkirina terora navdewletî û terora koman û çêkirina hêzên jihevveqetandinê di navbera girtinheviyên çekdarî de.
•
Parastina bermayê zanyaran a mirovî û vekirina rêyên cûda ji bo
pêşvebirina afirandinên zanyarî û belavbûna wê û danasîna cîhanê bi
kedên wana ve.
• Çêkirina yekîtiyeke dadmend di navbera zanyar
û desthilata siyasî de bi rengekî azadiyan têknabe li ser binema
pêşvebirina jiyanê û wêzimkariya mirov ji bo pêkanîna civaka xweşiyê.
Ji
vir ve em dikarin bibêjin dema em li ser van çareseriyan rawestin wê
pêşerojeke rastîn sozdayî ji lawên navçeyê re diyar bibe û bi rêya wê em
dikarin bighine bîngehin bilind ji jiyaneke bilind re , bê guman
xwestinên zanyaran berve rastiya jiyana avaker ew pêdivîbûneke dîrokî
ye bi rêya wê hemî raman û xwestinên xwedî pênosên ronakbîr ve gîhabûne
hevdû ji bo bi civakan re li pêş biçin berve sazkirina bingehên aştî û
demukratîbûnê.
|