Daxuyanî ji bo nerîna giþtî
Di dîroka /24 / 10 / 2023an de bîranîna Çarem a koçkirina xebatkarê cefakêþ heval Ebdilhemîd Derwîþ sekreterê "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê"
Dema ku em heval Ebdilhemîd Derwîþ bi bîra xwe tînin yekser em xebatkarekî tekoþer û dilêr bi bîra xwe tînin , xebatkarekî buhara jiyana xwe terxî gelê xwe kir û bi dirêjahiya salan di xebata netewî û niþtîmanî û karê partîzanî de berdewam bû. Herwiha di rêveçûna xebata xwe de rastî gelek êþ û azaran hat ji girtin û iþkenceyên hovane ji aliyê desthilatên nijadperest û destekên wan di Sûriyê de. Lê belê ma berz û serbilind heya roja dawiyê ji jiyana xwe. Û di vê tekoþîn û xebata dirêj de mamoste Hemîd bi siyaseta xwe ya rêyalîst û helwestên xwe yên wêrek û zelal hate naskirin.
Em di "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" de bi rêzgirtin
li hember bîranîna Çarem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste
Ebdilhemîd Derwîþ radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî
hiþmend , û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niþtimanî ya
Sûrî , û li ser asta netewî ya Kurdî û Kurdistanî û navdewletî de ,
koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin
bû ji hemû gelê kurd re.
Di dawiyê de em soz didin heval û
xebatkarên partiya xwe û hemû cemawerê gelê kurd ku em li ser rêbaza
mamoste Hemîd Derwîþ in , û em pabendin bi wê dibistana rêzanî ya
rêyalîst da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî azad û
demoqrat de.
Sed silav li giyanê xebatkarê kulneder mamoste Ebdilhemîd Derwîþ
23 / 10 / 2023 Z - 2625 K
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê.