Ebdûlazîz QasimDuhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, bi berheviya hijmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û bi piþtgiriya Komeleya Rewþenbîrî ya kurdî li Wolfsburgê, mihrecanek bi rêkûpêk yê Helbestê bo saxkirina salyada koça dawî ya Mamosta Cegerxwîn, bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û kesayetiyên kurd ji wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesayetiyên civakî û herwisa bi amadebûna Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya jî hate lidarxistin, û têde çend helbestên kurdî ji aliyê çend helbestvanan ve hatine xwendin, zêdebarî çend peyv û stranên kurdî jî hatine pêþkêþkirin,
ku têde û li gorî dîtinek rexneyî ku çend helbestên ciwan û bi astekî
bilind hatine pêþkêþkirin, ku bi rastî dengê helbesteke kurdî ya ast
bilind hate bihîstin, û bêhna wan digel mûzîka kurdî wekî bêhn gulavê û
bêhna gul û sosinê bihara kurdistanê di hola mihrecanê de fûrî û belav
bû, û dikarim bi kurtî amaje bi dû xalên girîng bikim; yekem, her wekî
me di pêþiyê gotî; ku çend helbestên ciwan hatin xwendin, lê ya herî
giring bi dîtina min, ku di dawiya mihrecanî de, wekî destpêþxeriyekî ji
aliyê komîta amadekar û helbestvanên beþdar ve, dazwaz ji mamosta Sebrî
Resûl hate kirin wekî nivîskar û rexnevan ji bo rexne û têbîniyên xwe
pêþkêþ bike, ku bi rastî vê yekê gelekî bala min kiþand, ku komîteya
amadekar û helbestvan bi xwe bi dilekî fireh dergehê xwe rexnekirin û
nirxandina berhem û karê xwe vekin!
Ji ber ku ez bi xwe jî li
mihrecanê amadebûm û min ti rexne pêþkêþ nekirin lewra dikarim bêjim;
min bi mihrecanek serkevtî dît û bi tenê hêviya berdewamiyê ji wan re
dixwazim û destxweþiyê li her kesekî dikim yê ku dest heyî di
amadekirina vê çalakiyê de û hêviya serkevtinê bo wan dixwazim.
Münster 23.10.2023