Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê ...) hatin pêkanîn
Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye, bi rêya bombebarankirina navendên bingehîn û xizmetguzariyê û eletrikê û navendên sivîlan bi awayekî berdewam, ku êrîşên wê ji havîn û payîza par ve didomînin, ku di çend rojên borî de 80 sazî û dezgehên sivîlan hatine bombebarankirin.
Em wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di demê ku em
tawanên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin, hevdem em bang li civaka
navdewletî dikin ku êrişên Tirkiyê li ser gelê me û navçeyên me şermezar
bike, herwiha em bang li Revenda kurdî li dîasporayê jî dikin ku bi
awayekî aştiyane xwepêşandanan li dar bixin bo şermezarkirina tawanên
dagirkeriya Tirkiyê, yên bi armanca wêrankirina sîstematîk ya saziyên
xizmetguzariyê yên bingehîn û armanckirina bi qest ji bo qirkirina gelê
Kurd li Kurdistana Sûriyê û koçberkirina gelê mayî û jinavbirina pirsa
neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Qamişlo 16.01.2024
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê